Li Rojhilata Navîn alozî gurtir dibin: ‘Îran dê bersiva Îsraîlê bide’

Li Rojhilata Navîn şer û alozî berfirehtir û gurtir dibin.

Îran gefa êrişên li Îsraîlê dixwe û Îsraîl jî milîsên Îranê yên li Sûriyeyê û Hizbulahê bomberan dike.

Îsraîl ji destpêka şerê Xezeyê ve, zêdeyî 50 êrişî asmanî li ser Sûriyeyê pêk anîne û herî kêm 114 kes di encama wan êrişan de hatine kuştin.

Li gorî medyaya fermî ya Îranê di êrişa li Konsulxaneya Îranê ya Şamê de çend berpirsên Supaya Pasdaran a Îranê hatibûn kuştin.

Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdaran a Îranê Husên Selamî di merasîma veşartina leşkerên li Şamê hatine kuştin de got: 

“Zilamên me yên camêr rejîma siyonîst tembîh dikin.

Ew rejîm nikare xwe ji şerê wan fitneyên ku ew dixwaze dûr bigire. Li ber destê wê ye û bixwe jî dizane.”

Li aliyê din ji bilî Îranê, Hizbulaha Lubnanê ji destpêkirina şerê Xezeyê ve bi awayekî sînordar eniya şer li dijî Îsraîlê vekiriye.

Ji wê demê ve Îsraîlê 4 hezar û 500 armancên Hizbulahê bombebaran kirine.

Di aloziyên sînor de jî 347 Lubnanî û 18 Îsraîlî hatine kuştin.

“Îran dê bersivê bide Îsraîlê”

Rêberê Giştî yê Hîzbulaha Lubnanê Hesen Nesrullah jî gef li Îranê xwar û got:

“Bê guman bersiva Îranê ya ji bo êrişa Îsraîlê ya li Şamê misoger e.

Aramkirina dil, derûn û westandina dijmin ji aliyê derûnî ve çêdibe lê dem, cih û asta bersivê di destê Îmam Seyîd Elî Xamineyî û serokatiya Îranê de ye.”

Îsraîlê ji 7ê Çiriya Pêşîna 2024an ve zêdeyî 50 êrişî asmanî li ser Sûriyeyê pêk anîne û herî kêm 114 kes di encama wan êrîşan de hatine kuştin.

Berpirsên Îsraîlê jî dibêjin, ew rê nadin ku Îran û komên nêzîkî wê, pêgeha xwe li Sûriyeyê bihêz bikin, bi taybetî li wan navçeyên nêzîkî bilindahiyên Colanê.

“Em dizanin ku çawa berevaniyê li xwe bikin”

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî derbarê gefên li Îsraîlê tê xwarin got:

“Çend sal in Îran li dijî me kar dike. Bi awayekî rasterast û bi rêya aliyên ku ew li pişt e.

Bi parastin û encamdana êrişan, em dizanin ku çawa berevaniyê li xwe bikin.

Em li gorî bingehên herî sade miameleyê dikin.

Her kesê ku me biêşîne yan niyeta wan a yekê hebe em dê wan biêşînin.”

Rûdaw

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *