Şêx Seîd Efendî û 47 hevalên wî yên têkoşer / Berpirsiyarê Hikûmeta Kurdistanê û PDKê li Emerîkayê di xizmeta kê/kî de ne?

Îbrahîm GUÇLU

 Li Kurdistanê du rojev û bûyerên girîng.

 ŞÊX SEÎD EFENDÎ Û 47 HEVALÊN WÎ YÊN TÊKOŞER

 Beriya 96 salan Şêx Seîd Efendî û Hevalên wî yên şervan, ji aliyê dewleta kolonyalîst ya Kemalîst ve bi awayekî bêhiqûqî hatin darizandin û bi lezûbez hatin îdam kirin.

Şêx Seîd Eefendî û hevalên wî, ji bona ku Kurdistaneke serbixwe û azad kiribûn armanc, li dijî siyaseta kolonyalîst ya dewleta tirk serhildabûn.

 Piştî îdama Şêx Seîd Efendî û hevalên wî, di derbarê qerektera şaxsiyeta wan û tevgera wan de niqaşe dest pê kirin.

 Dewleta Tirk û parazvanên dewleta Tirk, aqademîsyen û nivîskarên Tirk nerîna fermî ya dewletê çê kirin. Ji gel re gotin ku “Şêx Seîd Efendî û hevalên wan ji bona dewletaKurdistanê ava bikin serhildan çêkirin”. Ji biyanî û ji cemaata navneteweyî re gotin ku “Şêx Seîd Efendî û hevalên wan ji bona ku kevneperest bûn, dixwestin ku li Tirkiyeyê şerîata îslamî wek rêjîm ava bikin, dewleta laîk û pêşverû ji holê rakin û komarê têk bibin, serhildan pêk anîn. Loma jî me jî wek dewlet, bi awayekî leşkerî ev serhildana temirand.”

 PKKê û îslamiyên kurd jî ev nêrîna dewleta kolonyalîst ya Tirk bi awayekî din parastin. Îslamiyên kurd bawermendiya Şêx Seîd Efendî û hevalên wî îstîsmar kirin.

 Em nûha li wan nêrînan binêrin

 ŞÊX SEÎD EFENDÎYÊ PÎRANÎ Û HEVALÊN WÎ YÊN ŞERVAN JI BONA DEWLETBÛN Û SERXWEBÛNA KURDİSTANÊ SERHİLDAN ÇÊKIRIN.…

 Gelê Kurd, di Împeratorîya Osmanî de xwedîyê statuyeke sîyasî bû. Dema ku Împeratorîya Osmanî di Şerê Cîhanî yê 2-emîn de wenda kir û bi peymana Mondrosê biryara leşker belavkirinê hat dayîn, bi Peymana Sevrê jî avakirina Kurdistanê û Ermenîstanê bû biryar.

 Hezar mixabin bi Peymana Lozanê, Peymana Sevrê ji holê rabû û gelê kurd bê statu bû. Her çiqas di avakirina Komara Tirkîyeyê de berpirsiyarên dewletê piştgirîya berpirsiyarên gelê kurd girtibûn û soz dabûn ku statuya Kurdistanê jinûve tespît bikin û mafên gelê kurd nas bikin jî, piştî ku Komara Tirkîyeyê xwe xurt dît û alîkarîya hêzên navneteweyî û bi taybetî jî piştgiriya rojava û îngilîzan, Rusya ya Bolşewîk girt, hebûna neteweya kurd înkar kir.

 Ji bona ku biryar hatibû dayîn ku dewleteke milî û unîter ava bibe, neteweya tirk jî tekamûl nekiribû û diviya bû ku neteweya tirk ava bibe. Loma biryar hat girtin ku neteweya kurd bibe tirk; ji bona vê jî siyaseta asîmîlasyonê û tunekirina miletê kurd hat pejirandin.

 Ev helwest û siyaseta Komara Tirkîyeyê ji alîyê berpirsiyarên kurdan de nehat pejirandin. Ji bona vê berpirsiyarên Kurdan dest pê kirin ku rêxistinên Kurdistanî ava bikin.

 Tê zanîn ku di destpêka sedsala 20-an de li Stenbolê gelek rêxistinên Kurdistanî ava bibûn û ew rêxistinan vekirî û legal bûn. Lê piştî demekê îttîhad-Terakkîyan ev rêxistinan qedexe kirin û mifte li deriyê wan xistin.

 Piştî ku Komara Tirkiyeyê ava bû, rêxistina bi navûdeng ya ku ava bûyî Komîteya Îstîklalê ya Kurdistanê (Azadî) bû. Serokê Rêxistina Azadiyê Xalid Begê Cibrî bû û bi xwe di orduya Komara Tirkiyeyê de mîralay bû.

 Komara Tirkiyeyê demeke dirêj derbas nebû xebata Rêxistina Azadiyê tespît kir û serokên wê Xalid Beg û Yisuf Ziya Begê Bedlisî derdest kirin û li Bedlîsê hepis kirin. Xalid Beg û Yisuf Ziya Beg bi lezûbez hatin mehkeme kirin û hatin îdam kirin.

Ev yekê pêşiya rêxistinîbûnê girt û dîsa bû sedem ku beriya wextê, zivistanê, di 13-ê Sibata 1925-an de encama provokasyoneke leşkerên tirk, serhildana milî li Pîranê dest pê bike û li Kurdistanê belav bibe û hêzên kurd gelek desthilatdariyên bajaran bixin destê xwe.

 Di 4-ê Adara 1925-an de Zagona Takrîrî Sukûnê hat pejirandin û piştî vê zagonê Dadgehên Îstîklalê yê Şerqê ava bûn. 

Hezar mixabin piştî êrîşa hêzên dewletê. serokê tevgerê Şêx Seîd Efendîyê Pîranê li ser pir a Wertoyê encama planeke qirêj hat girtin. 

Serokê Komeleya Tealî ya Kurd Seyîd Evdilkadir û 12 hevalên wî jî li Stenbolê hatin girtin û li Amedê dadgeh bûn û di 27-ê Gulana 1925-an de hatin îdam kirin.

 Şêx Seîd Efendî û 47 hevalên xwe, ku piraniya van serokên olî şêx bûn, di Dadgeha Îstîklalê ya Şerqê de hatin mehkeme kirin û bi lezûbez di derheqê wan de ji derveyî hiqûqê biryara daleqandinê hat dayîn. Li hemberî biryarê îtîraz jî nehat pejirandin û Şêx Seîd Efendî û hevalên xwe di 28-ê Hezîrana 1925-an de li Amedê li ber Mizgefta Mezin (Ulu Camiyê) hatin daleqandin û ew ketin nav şehîdên Kurdistanê.

 *****

 Serîhildana milî ya kurd bi zor û terora dewletê hat şikandin. Li Kurdistanê qetlîameke mezin pêk hat û bi deh hezaran kes, jin û mêr, hatin kuştin û hatin qirqirin.

 Serok û têkoşerên tevgerê bi tevayî hatin kuştin û hatin ceza kirin.

Gund, bajerok, bajar hatin şewitandin, bi hezaran kes girêdayî Zagona Takrîrî Sukûnê hatin sirgun kirin.

 Karbidestên Kurdistanê hatin şikandin, ji siyasetê hatin bi dûr xistin. Asîmîlekirina gelê kurd bi mekanîzmayên nû û xurt hat meşandin.

 Desthilatdariya Kemalîst serîhildana milî ya kurd kir sedem, hemû pêşveçûn û mixalefeta demokratîk ji holê rakir.

 Dema ku serîhildana milî ya kurd dest pê kir, li Tirkiyeyê ji derveyî partîya dewletê CHPê, Firqeya Komarî ya Terakkîperwerî hatibû damezirandin. Desthilatdarîya Kemalîst, ev partiya ji bona desthilatdarîya xwe ya otorîter û totalîter xeter didît. Dema ku serîhildana milî ya kurd dest pê kir, desthilatdarîya Kemalîst derfet dît ku vê partiyê tewanbar bike. Karbidestiya Kemalîst îddia kir ku Firqeya Komarî ya Terakkîperwerî jî bi awayekî daxilî serîhildanê bûye û ji serîhildanê re bûye alîkar. Ev jî bû sedem ku partî bê qedexe kirin û mifte li derîyê wê bikeve.

 Desthilatdariya Kemalîst serîhildana milî ya Kurd ji bona jiholêrakirina mixelafeta çep û sosyalîst jî kir sedem. Karbidestên Kemalîst him li Kurdistanê û him jî Li rojavayê Tirkiyeyê zilum û zordarîya xwe bi plân û bi sîstem meşand.

 *****

 Desthilatdariya Kemalîst, tevgera milî ya sala 1925-an, ji bona ku him xwedîyê ruhê milî û him jî xwediyê ruhê olî bû, ji vê tevgerê gelek tirsîya.

 Komara Tirkiyeyê piştî serîhildana milî ya sala1925-an, xwe jinûve ava kir. Li Hemberî mixalefeta kurd ya milî tedbîrên gelek xurt û xeter girt.

 Ji bona ku civata kurd û desthilatdarên kurd teslîm bigre, projeyên gelek qirêj xist jîyanê. Li ser ew malbat û eşîret, şêx û begên beşdarî serîhildanê bûne, projeyên taybetî meşandin.

 Ev pêvajoya di sala 1938-an de piştî şikestina serîhildana milî ya Dersîmê, karbidestên kurd bi tevayî teslîm girt, ji bona ku li Kurdistanê burjuwazîyê milî ava nebe û pêş nekeve sîyaset meşand.

 Wek tê zanîn, dewletên milî bi pêşketina kapîtalîzmê derketine qeda dîrokê. Desthilatdarîya Kemalîst ji bona ku ev yeka dizanî, ji bona ku li Kurdistanê kapîtalîzm pêş nekeve planên taybetî meşand, bi sinif û tebeqeyên edetî yên dema feodalî re tîfaq pêk anî û jiyana wan dirêj kir.

 *****

 Komara Tirkiyeyê, ji bona tevgera milî ya kurd ya sala 1925-an bişîkine û ne rewa îlan bike, îddia kir ku ev serîhildana ji aliyê Îngiltereyê de hatiye oraganîze kirin. Ev îdia ne rast bû û heta nûha jî ji bona vê tu belgeyek nehatîye diyar kirin.

 Lewra wê demê Îngîltereyê li hemberî Rusya ya Bolşewîkan piştgiriya M. Kemal û hevalên wan dikir û Komara Tirkîyeyê jî projeya wan bû.

 Li alîyê din jî baş tê zanîn ku serokatîya tevgera 1925-an ji alîyê teknikî de xwedîyê derfet nebû, ku bi Îngiltereyê re danûstandin bike.

Serokatîya tevgerê xwestîeê ku bi Yekîtîya Sovyetan re danûstandin bike û ji bona vê ji Lenîn re nameyek jî hatîye nivîsandin, hezar mixabin Lenîn bersîva nameyê jî nedaye.

 Rastîyeke din jî heye ku, heger tevgera milî ya sala 1925-an bi Îngiltereyê û bi dewletên din re jî danûstandin bikira û ji wan alîkarî bigirta, ev jî rewa û xwezayî bû.

Lewra tevgerên milî her demê bi dewletan re ji bona berjewendiya xwe danûstandin kirine.

*****

Komara Tirkîyeyê îdia dike ku Şêx Seîd Efendî û hevalên wî sûç kirine. Ji bona vê jî her xebateke di derbarê Tevgera 1925-an û bîranîna wan de hatîye kirin, pesinandina tewanê pejirandine û doz vekirine û ceza dane. Ez jî di vê çarçeweyê de him hatime darizandin û him jî ceza kirin.

 Tiştekî aşkere heye ku ev nerîna Komara Tirkîyeyê, encama karaktera wê ya kolonyalîst û siyaseta wê ya li dijî neteweya kurd e.

 Şêx Seîd û hevalên wî serokên neteweya kurd in. Wan ji bona ku neteweya kurd azad bibe û Kurdistan serbixwe bibe û gelê kurd qasî gelên din xwedîyê maf be, têkoşîn meşandin û fedekarî kirin û canê xwe feda kirin.

 Ew di dilê neteweya kurd de dijîn.

Ew ji bona Komara Tirkîyeyê sedema tirsê ne.

 Divê em ji wan re xwedî derkevin û li hemberî wan vatinîyên xwe pêk bînin.

Komara Tirkîyeyê çawa ku dixwaze neteweya kurd ji hemû hêjayiyên xwe dûr bixe, dixwazin ku ji serok û têkoşerên xwe jî dûr bixe.

 Divê kurd ev siyaseta qirêj ya Komara Tirkiyeyê bibîne û nepejirîne.

 BERBİRSİYARÊ HİKÛMETA KURDİSTANÊ Û PDKÊ LI EMERÎKAYÊ XIZMETÎ BERJEWENDIYA NETEWEYA KURD NAKIN…

 Enstîtuya Kurd a li Washingtonê yanî Enstitûya PKKê, di derbarê  Dewleta Federe ya Kurdistanê de civînek li dar dixe. Organîzatorê civîne, fanatîk PKKyî Sîrwan Necmedîn Kerîm e.

Di civînê de xeterîyên li ser Dewleta Federa ya Kurdistanê tên qise kirin.

 ******

 Nûnera Hikûmeta Dewleta Federe ya Kurdistanê li Emerîkayê Beyan Samî Ebdulrehman, nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hîkmet Bamernî jî beşdarî civînê dibin.

Beşdarîya wan bi serê xwe pirsgirêk e. Lewra berpirsiyara Hikûmeta Kurdistanê ya rewa û temsîlkarê hemû kurdan, bi rêxistina terorîst û krîmînal û projeya dewletên kolonyalîst PKKê re beşdarî civînê dibe.

Heman şaşîyê berpirsiyarê PDKê yê li Emerîkayê jî dike. Ew jî beşdarî civîna terorîstan û krîmînalan dibe.

Ji aliyê din de HDPê rêxistineke ne kurd e, bi HDPê re beşdarî civînê dibin. 

 ******

 Hezar mixabin di beşdariya civînê şaşîyelke mezin dikin, lê tiştê xirabtir ew e ku dema beşdarî civînê dibin jî nêrînên PKKê diparêzin.

Di civînê de bes ji xeterîya Dewleta Tirk qal tê kirin. Xeterîya PKKê ya 40 sale ku li Başûrê Kurdistanê heyî, xeterîya rojane ya PKKê, pêwendîyên PKKê Haşdî Şabî û Îranê û hêzên hemû tarî, plana PKKê ya xirakirina Dewleta Federe ya Kurdistanê nayê qal kirin.

Dîsa dema ku ji xeterîya Dewleta Tirk tê qal kirin, nabêjin ku ew xeterîya jî xeterîya PKKê ye û PKKê li serê Dewleta Federe ya Kurdistanê kiriye bela.

Ji bona ku PKKê li Dewleta Federe ya Kurdistanê rêxistinekî terorîst, dagîrker, biyanî, ne yasayî ye dibe sedem ku Dewleta Tirk were nav axa Dewleta Federe ya Kurdistanê.

Dewleta Tirk vekirî jî dijmintîya Dewleta Federe ya Kurdistanê nikare bike. Nabêje ku ez serwerîya Dewleta Federe ya Kurdistanê nas nakim. PKKê gelek aşkere dibêje ku ez serwerîya Kurdistanê nas nakim. PKKê dîsa gelek aşkere û her roj plana xwe ya xirakirina Dewleta Federe ya Kurdistanê cî bi cî dike.

Ev jî tê wê wateyê ku di civînê de li hemberî Dewleta Tirk biryara şer hatîye girtin. Vî şerî jî Dewleta Federe ya Kurdistanê dê bike. PKKê jî dê beşdar bibe.

Ev yêka bi her awayî serkeftina plana qirêj ya PKKê ye. Lewra PKKê ji berê de dixwaze ku pêwendîyên Dewleta Federe ya Kurdistanê bi Dewleta Tirk û bi cîranên din û dewletên dinyayê re xirab bike. Dewleta Federe ya Kurdistanê bi tenê bihêle ku Dewleta Federa ya Kurdistanê gelek bi hêsanî xirab bike.

                                            ******

PKKê heta nûha bi hezaran pêşmerge û hemwelatiyên Başûrê Kurdistanê şêhîd kirine.

Dema li naverokê dinêrim, dibêjim ku berpirsîyara Hikûmeta Dewleta Federe ya Kurdistanê û berpirsiyarê PDK li Emerîkayê wek PKKêyîyan tevgerîyane û ji PKKê re xizmet kirine.

Ev helwesta ji Dewleta Federe ya Kurdistanê re xirabî û dijminatî ye.

Ev helwesta, bi hemû kurdan re xirabî kirine. Lewra Dewleta Federe ya Kurdistanê helîna hemû miletê kurd e.

Ev berpirsiyar, divê dev ji kar xwe berdin.

Diyarbekîr, 02. 07. 2021

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *