LI SER SALVEGERA 50 SALÎYA ŞEHADETA NEMIR SEÎD ELÇÎ (IV)

LI SER SALVEGERA 50 SALÎYA ŞEHADETA NEMIR SEÎD ELÇÎ (I)

LI SER SALVEGERA 50 SALÎYA ŞEHADETA NEMIR SEÎD ELÇÎ (II)

 

LI SER SALVEGERA 50 SALÎYA ŞEHADETA NEMIR SEÎD ELÇÎ (III)

 

LI SER SALVEGERA 50 SALÎYA ŞEHADETA NEMIR SEÎD ELÇÎ (IV)

  1. Rewşa Grûpa li Başûrê Kurdistanê ya piştî damezrandina PDK-T

Ji rojnivîsên Soro dîyar dibe ku ew di 29ê hezîrana 1970yî de ji Ankarayê bi rê dikeve û 4ê tîrmeha 1970yî de digehêje Zaxoyê. Di 11ê tîrmehê de Çeko dighêje Qumrîyê. Ji serê meha tîrmeha 1970 û pê ve êdî miqerê wan li Qumrîyê ye. Di wê navbênê de, piştî kongreya PDKI Reşo ji Gilalayê vedigere Qumrîyê, lê Dr. Şivan hîna ji Tirkîyeyê venegerîyaye. Di wê demê de, Çeko, Soro, Dr. Hişyar, Reşo û Ronî li Qumrîyê ne.

Li gorî agahdarîyê Reşo dide; ew ji hevalên ji welêt hatibûn, Soro û Çeko dipirsin, ka we çi kir? Çeko dibêje divê em bicivin. Çeko, Soro, Dr. Hişyar, Reşo û Ronî dicivin. Çeko dest bi axftinê dike û dibêje “gelî hevalan, divê hûn pêşî sonda partîyê bixwin, dûvre em dikarin agahdarîyê bidin we.”  Li ser vê yekê, Reşo dibêje:

“Baş e, ma qey we partîyek danîye, hûn dixwazin em berê sonda partîyê bixwin, bibin endam û hûn ê paşê înformasyonê bidin me?” Çeko dîsa got; ”na divê hûn pêşî sond bixwin, dûre em ê ji we re bibêjin”. Reşo dibêje; ”heta niha me qedera xwe kiribû yek. Me bawarî bi hevûdu anîbû, me heta niha îxanetî li hev nekir. Ev nêzîkî salekê ye ji bo armanceke hevbeş em bi hev re ne. Ev formalîte ji bo çi?” Çeko dîsa dibêje; ”Na, biryara me wisa ne!”

Li ser vê helwêstê, Reşo dibêje; ”Ev lîstik e. Hûn dixwazin pêşî ez bibim endamê partîyê. Ez nizanim we partîyek bi serê xwe danîye, hevalên Seîd di nav de ne yan na. Dikare hinek tişt hebin, ne li gorî fikira min bin. Gava ez bibim endam, pişt re ji partîyê veqetandin zahmet e. Ez nikarim bi çavgirtî bibim endamê partiyeke weha. Eger we partîyek danîbe, hûn dikarin veşêrin. Lê qene em weke heval û dostên hevûdu yên berê, hûn dikarin bibêjin me partîyek ava kirîye. Eger hûn nebin endamên partîyê, em nikarin tu înformasyonên din bidin we…”

Di nav me de gelek munaqeşeyên hişk çêbûn. Soro dest avêt debançê, danî tenişta xwe û bi tirkî got ku ”di dawîya vê meselê de ev jî heye”. Min jê re got, ”yê ku debançê dikşîne û lê bi kar nîne ew ne mêr e. Kerem bike, eyb e, şerm e, heta niha me destên xwe daye hevdû em hatine cîyekî. Bibêje ez nebûm hevalê te, ma tu dê min bikujî, kerem bike bikuje, ez destê xwe jî hilnadim…” Dr. Hişyar got, ”ev çî ye, eyb e”. Çeko piçek soromoro bû û got ”ev çî ye?” Soro neçar ma, bêdeng bû.

Min ji wan re got ku heyran qeneta min ew e, hûn ji vir çûne we tu kes nedîtîye, we hinek heval kom kirine, we li ser wê destûra me çêkirîbû partîyek nû danîye. Bê ku hûn li gor hesabê me yên berê bikin, bi hevalên Seîd Elçî bidin û bîstinîn û kesên nû têxin nav vê hereketê, we partîyek ji xwe re danîye. Qesta min partîyek ji xwe re, ji derveyî hevalên partîya Seîd Elçî, we partîyeke nû ji bo xwe danîye. Ev ê bibe sedemê dubendîya weke kurdên Sûrîyeyê ku di wê demê de gelekî aktuel bû. Lê ez ditirsim ku paşê ev dubendî bibe sebebê kuştina hev. Ev xeletîyeke pir mezin e, we qet tiştekî baş nekirîye. Eger hûn bibêjin na rêya me rast e, oxir be ji we re. Ez ji vê saetê û şûn ve ne hevalê we me û ez ê sibê ji vir bar bikim û herim…

Ronî jî got; heyran ez jî nikarim sond bixwim û eger we partiyek ji bo xwe ava kiribe, ez nikarim bibim hevalê we. Ji xwe min berê sonda Partîya xwe xwarîye û ez endamê PDKT me. Çawa bê destûra partîya xwe û hevalên xwe, bê ku ez ji partîya xwe îstifa bikim, bibim endamê partîyeke din. Ez jî nikarim bibim endamê partîya we.

Ez û Ronî rabûn derketin; Soro, Çeko û Dr. Hişyar li hundir man. Ronî got ku `ez li vir namînim, ez ê herim`. Min got, tu ê here kû derê? Wî got ku `ez nikarim herim alîyê Serhedê. Eva demek e ez ji wan deran derketime, dikare bibe sedemê lêpirsînê`. Min jê re got ku nasekî min li Îzmîrê heye, ez dikarim te bişînim cem wî, belkî bikaribe ji te re karekî jî bibîne. Bû sibeh Ronî berê xwe da welêt û çû. Berî Ronî here ji min re got `tu ê çi bike?` Min got ku ez ê sibê herim Mam Eshed Xoşevî bibînim, destûra xwe jê bixwazim û jê re bibêjim min xwendina xwe nîvco hiştîye, ez ê herim li derve bixwînim. Eger alîkarîya min kir, kir; ne kir jî belkî ez li van deren li cihekî bimînim”.[1]

Berî Reşo ji miqer here, Çeko dihere cem Reşo û jê dipirse bê ew ê çi bike. Reşo ji wî re dibêje ku ew dê here cem Eshed Xoşevî, xatirê xwe jê bixwaze û eger alîkarîya wî bike, ew ê derkeve derveyî welêt. Çeko dihere Soro û Dr. Hişyar agahdar dike. Ew gazî Reşo dikin û ji wî rica dikin ku gava ew here cem Eshed Xoşevî, jê re nebêje ku “dilê me ji hevûdu maye û em ji hevûdu veqetîyane”. Reşo hinekî difikire û dûre vê daxwaza wan qebûl dike.

Gava Reşo çentê xwe û tiştên xwe dide hevdû, di wê esnayê de ew kaxeteke pelûr ya biçûk dibîne. Ew mektûbek bû û bi destnivîsara Dr, Şivan ji Osmanê Elî Çavûş[2] re hatibû nivîsandin. Ev name orjînal bû yanî ne kopîya bû. Di vê nameyê de, Dr. Şivan digot ku “ji vir û ha de, her kînga ku Seîd Elçî hat, divê hûn alîkarîya wî nekin û wî derbasî vi alîyî nekin. Alîkarîya hevalên wî jî nekin. Eger hat û vî însanî zor da we, wî bigrin û teslîmî qerakola cendirmên tirkan bikin!”

Reşo bi dîtina vê nameyê di cihê xwe de dicemide û bawer nake ku mirovek bikaribe weha kor bibe û çawa bikaribe tiştekî weha bike! Reşo wê nameyê digire û derdikeve, Çeko dibîne û ji wî re dibeje “niha jî ez dixawzim bi we re rûnim”.  Çeko, Soro û D. Hişyar tên cem Reşo û ew ji wan re dibêje:

“Ez ê niha belgeyekê nîşanî we bidim, lê rica min ji we heye ku hûn ê rastîyê ji min re bibêjin. Ez dixwazim bizanibim, bê haya we ji vê belgeyê heye ya na. Eger haya we ji vê belgeyê hebe, ev îxanet e. Wan got, “ev çi belge ye?” Min nameya Dr. Şivan derxist û ji wan re xwend. Lê ji devê yekî jî yek gotinek derneket…”[3]

Li ser vê bûyerê careke din dinya Reşo serûbinî hevdû dibe. Ew dihere cem Eshed Xoşevî, ji wî re weha dibêje:

”Ez dixwazim destûra we bistînim û xatirê xwe ji we bixwazim.Weke hûn dizanin, pêwîstîya Şoreşê êdî bi min nemaye. Ez dixwazim derkevim Ewropayê û xwendina xwe ya nîvco maye temam bikim. Eger rojek ji rojan alîkarîya we bi min çêbibe, ez hergav amademe werim alîkarîya şoreşê bikim. Mam Eshed ji mi re got ku `ez ê tiştekî ji te re bibêjim, lê divê tu rastîyê ji min re bibêjî. Rast bibêje, aya di navbêna te û hevalên te de pirsek derketîye?` Min ji wî re got; na tiştek di navbêna me de derneketîye, bila tiştekî weha neyê ber dilê we…”.[4]

Eshed Xoşevî daxwaza alîkarîya Reşo qebûl dike. Wî dişîne Bexdadê cem berpirsiyarê wî yê siyasî yê berê Seyda Salih Yûsifî. Ew pasporteke Iraqî ji Reşo re derdixîne. Piştî wê, Reşo ji Bexdadê dihê Navpirdanê, li wê derê xatirê xwe dixwaze û di derîyê Xabûrê re teva hevalekî kurdê Sûrîyeyê weke hemwelatîyekî Iraqî derbasî Tirkîyeyê dibe. Reşo û hevalê pê re dihên Stenbolê, şevekê li wê derê dimînin û dû re jî ji ser Bulgarîstanê re derbasî Berlîna Rojava dibin.

  1. Nakokîyên nav KN ya PDK-T û Kongreya awarte

Piştî damezrandina PDK-T ya Dr. Şivan bi demeke kurt, di nav endamên damezrîner de nakokî dest pê dike. Li gor agahdarîyên Osman Aydin dide, di kongreya yekê de, beşdarên civînê li ser program, destûr û awayê xebata rêxistinî rawestîyan, herkesî bîr û bawerîyên xwe pêşkêş kirin. Di van waran de tu pirsgirêk derneket. Lê weha diyar dibe ku piştî vê civînê, ji endamên damezrîner M. Emîn Bozarslan, Yilmaz Çamlibel, Mûsa Anter û Ziya Acar di hinek waran de de dest bi rexna dikin. Giranîya rexneyên wan li ser du xalan derdikeve holê: ”Pirsa yekem ew bû ku wan PDK-T weke partîyek “neteweperest” didîtin. Pirsa din jî di warê şerê çekdarî de bû ku wan di wê rewşê de ji bo şerekî çekdarî şert û merc lihevhatî nedidîtin. Di dema damezrandina PDK-Tyê de, dihate gotin ku pêwîstî bi şerê çekdarîyê heye; lê dûre hate diyar kirin ku divê em şerekî çekdarî bidin…” [5]

Li ser van nakokî û rexneyan, PDK-T di 22.08.1970yî de, li Ankarayê civîna xwe ya dudan ya Komîteya Navendî dicivîne. Ev civîn weke ”kongreya duyem ya awarte” tê qebûl kirin. Ji rapora Dr. Şivan ya pêşkêşî civînê kirîye diyar dibe ku hinek endamên KN beşdarî vê civînê nebûne.

Sekreterê tevayî, Hurmus (nasnavê Seîd Kirmizitoprak yê nav PDK-T ye) li ser navê Polît Buroyê raporek dûr û dirêj bi kurdî pêşkêşî civînê dike. Di vê raporê de gelek xalên girîng û balkêş hene. Loma jî dixwazim çend perçenivîsên vê raporê li jêr binivîsim:

” Berî du heyvan, di roja 27 Hezran 1970 an de, cara yekê bû ku, me di nav xwe de civîneke giring kir û di wê civînê de em li dora program û nizamnameyek navxwe de, em li ser bîrûbaweriyê gihiştin hev û me PDK-T (PARTA DIMOQRATA KURDISTAN LI TIRKIYA) çêkir. Ji wê rojê pêve, her çiqas ku gelek dem derbas nebûye jî, dîsa me pêwîst dit ku, em bi rengekî fevkalade bicivin. Ji sebebên vê civina fevkalade yekeki giring jî ev e ku, em di bin ronahiya danîna mesela miletê KURD bi teorî û agehbûna miletperweriya me ye ku pêşgotin û asasên program û nîzamnamê me yê navxwe de hatibû qebûlkirin…

1- Rêça polîtîka parta me û asasên şiklê aksîyonê me,
2- Stratejîyê aktuelê parta me û tektiqên dirustên milî û şorişgeriyên ku di bin tesîra vê stratejî de tên standin.
3- Di gava pratîk de yanî di nav aksîyon de ew tevgerên giringên ku timûtim bête ber çavên me…
Madda programê Parta me de, (Md-3), armanca me bi vî rengi hatiye danin:

”Birûbawerîya PDK-T ewe ku, heqê miletê Kurd heye ku, bi îradê xwe yê serbest xwedî qedera xwe be. Ji bo gîhandina vê armancê, şertên asasî ewanin ku, hebûna miletê Kurd bi rengekî resmî bête naskirin û heqên dimoqratîk ên miletê Kurd bête standin…”

Lê belê, gerek yek deqîqe em ji bîra xwe mekin ku, berî waxtê rabûn û berxwedana fiili jî dijî hêzên faşîstên perçiqandinan, vê dendikê me tucaran nikare di nav kutleyan de û li ser planê milî de prestîjek dirust û qaîm (çi hindûr û çi jî derva) bistine û ên muhîmtirîn jî di nav kutleyên berfirehtir de bibe xwedî piştevanî… Ji ber ku, ew mixalefetê milî û potansîyonelê şorişgerîyê ku di nav miletê me de serhev bûye, ji alîyê şexsan an gurubên demagog û oportunîst ve – ku ew şexs û guruban, dîyarbû ku bitenê li pey îstifada xwe digerin û ji ber vê yekê jî ji bo miletê me armancên derewîn û reça nedirust nîşan didin- tête îstîsmarkirin û ewê bête îstîsmarkirin.

Halbu ku, kêmtirîn di nav dewreyên hazirbûyin de, PDK-T, ger ji ber çêbûna xwe yê sosyal û ger jî ji ber armancê xwe yê nêzîk, nikare bi eşkera van şexs û gurubên oportunîst û derewîn re tekoşîna navxwe bike. Em sedîsed pê bawer in ku, tekoşîna wek ewana- ku ji bo ne winda kirina îstîfadê xwe yên şexsî, ew şexs an guruban bixwe pêy vî aluzî de digerin- ji bo parta me û armancê me yê polîtîkî çi feyde çênake û serde jî hêzên faşîstên perçiqandinan re îstîfade çêdike û vî dendikê me jî, di nav vî wasatê aluzî de hedî hedî dijminê me yê asasî winda dike, ê paşîyê de jî bêhêz dikeve.

Ger em bibêjin ku, ”lezçûyin” rewşek burjuvayên biçûk e, ew çax firsetên tarîxî û serhevbûyina potansîyalê milî -şorişgerî di waxtî de sehmekin, di nav tevgerên şorişgerên milî de tirsonek û qels û bê qerar bisekinin; em tucaran nikarin asas wezîfê me yê îro an jî wezîfê pêşengîya kutleyan, bigirin ser milê xwe û bîtabîî em nikarin di nav van kutleyan de bihelin…

Her wekî di sonda me de jî tê gotin, divê em hevalên xwe biparêzin, bidilsojî û camêrî rêva biçin, feraxetî û fedakarîya aksîyon di nav xwe de belav bikin, tehluke û rîzîkoyên aksîyon bigirin ser milên xwe. Ew hevalê ku dîsîplîn û fedakarî nasnake, hevalê xwe naparêze, bala xwe nade nîzamnameyê me yê navxwe û programê me, devê xwe nagire, xebata cidî û dizî giring nabîne, ji şuna ku mesele û kêmasîyên hevalên xwe di nav qademeyên karbidestan de bide ber çavan, ûsa meke û vana di nav civînên taybetî û neberpirsîyaran de bi rengekî ziman dirêjî biaxafe û paşîyê jî, bi pozbilindî xwebixwe bilind bike; ew heval, em pê bawer in, di nav waxtek kurt de tê qedandin, dibe wek cerehat û di nav laşê me re tête derexistin. Ser rastî jî, ew hevalê ku bi vî awayî bikeve nav ezîtî (subjektîvîte) û pûçîtî, ew heval di nav wezîfê de tucaran dîsîplîn û întîzam nasnake û xebatek rojbiroj pêşvaçûyî û dijwartir re jî kêr nayê. Em bizanin ku, di nav berpirsiyarekî bilind, fedakarî, dilsojî û hevgirtin de em dikarin yekîtîya xwe biparêzin, û dafikên nav partî an ji dervayên partî di waxtî de pêbihesin û ew dafikan di cî de pûçbikin û xwe ji wan ziman dirêjî û aluzîya şexsî yên xwendekaran re safî bikin.

22 tebax 1970
Bi navê PB ya PDK-T
Sekreterê tivayi
HURMUS

Di kombûna Qomîta Merkezî ya 2.de hat xwendin.”[6]

Di vê civînê de, Dr. Şivan raporekê bi kurdî û tirkî li ser navê Polît Buroya PDK-T pêşkêşî civînê dike û ew ji alîyê piraniya beşdarên civînê de weke nerînên bingehîn yên partîyê tê qebûl kirin. Di rapora bi kurdî de, Dr. Şivan nasnavê ”Hurmus” di rapora bi tirkî de jî nasnavê ”Ferîdûn” bi kar tîne.

Ji vê civînê û ji aghadrîyên van raporan jî diyar dibe ku Dr. Şivan civîna damezrandina PDK-T bi awakî lezgînî çêkirîye. Hinek endamên damezrîner hevûdu nas nakin. Di warê programa siyasî, destûr, partîyek çawa de; herweha di warê awayên xebata siyasî, rêxistinî û metodên têkoşînê de, di nava endamên damezrîner de hevahengî tuneye. Piştî demeke kurt jî li ser van pirsan, di nava endamên damezrîner de nakokî dest pê dikin. Loma jî Dr. Şivan dîsa li Ankarayê, di 22 tebaxa 1970 de civîna Komîteya Navendî ya duyemîn dicivîne û ev civîn weke ”kongreya duyem ya awarte” tê qebûl kirin.

Li gorî aghadarîyên Osman Aydin dide; ji derveyî Çeko, endamên din yên KN beşdarî vê civînê dibin. M. Emîn Bozarslan, Ziya Acar û Yilmaz Çamlibel di warê siyaseta partîyê, awayên têkoşînê û şerê çekdarî de rexneyan tînin. Piştî vê civînê, ew têkilîyên xwe ji PDK-T qut dikin û êdî beşdarî civînên partîyê nabin. Musa Anter demeke din jî di nav partîyê de dimîne, lê dûre ew jî vediqete.[7]

  1. Endametîya Emer Çetin û nakokîyên navbêna Dr. Şivan û Dr. Hişyar

Piştî kongreya awarte, di dawîya meha tebaxa 1970 de Dr. Şivan civîna Komîteya Navendî ya sêyem li Stenbolê dicivîne. Beşdarên civînê li ser hilbijartina çend endamên nû yên Komîteya Navendî radiwestin. Li ser vê yekê Osman Aydin, Emer Çetîn ji bo endametîya KN pêşniyar dike. Dr. Şivan dibêje ku ”ez Emer Çetîn baş nas nakim”. Lê Osman Aydin li ser pêşniyara xwe bi îsrar e û dibêje ku ”gava te Hasan Yikilmiş û Huseyîn Saltuk pêşniyar kir, min jî ew nas nedikir. Lê li ser kefîltîya te me ew weke endamên damezrîner û KN qebûl kir. Ez jî dibim kefîlê Emer Çetin. Li ser vê yekê, ew Emer Çetîn weke endamê KN qebûl dike û wî dawetî vê civînê dike. Emer Çetîn sonda partîyê dixwe û weke endamê Komîteya Navendî beşdarî civînê dibe”.[8]

Di 3ê îlona 1970yî de Dr. Şivan û Çeko ji Tirkîyeyê vedigerin Başûrê Kurdistanê. Vê carê jî nakokîyên navbêna Dr. Şivan û Dr. Hişyar gurr dibin. Ji ber ku ew nakokî li Başûrê Kurdistanê nayên çareser kirin, Soro û Dr. Hişyar di 01.10.1970 de diherin Tirkîyeyê. Di vî warî de Osman Aydin weha dibêje:

”Rojekê ez li Stenbolê bûm, dema îmtihana bû, Soro û Dr. Hişyar hatin mala min ya li Stebolê. Di destpêka çirîya1970 de bû. Wan gotin ”em biçin mala Musa Anter. Mûsa Anter hê jî endamê komîteya Navendî ya partîyê ye. Em her sê çûn Suadîyê mala Mûsa Anter. Hindek rehetsizîyên Dr. Hişyar hebû, gazin ji Dr. Şivan dikir û digot ku `Dr. Şivan li me guhdarî nake, qîmetê nade me` û meselên weha anî holê. Soro jî carna digot `Faîq tu tişta zêde mezin dikî` carcara jî digot `Dr. Şivan hinek caran neheqîyê dike`, dixwast ku bibe balans di navbêna wan de. Meseleyên navbêna wan ne meseleyên siyasî û îdeolojîk bû, bêtir meseleyên şexsî bûn û wan zêde li hevûdu nedikirin. Di 16.10.1970 de, Soro û Dr. Hişyar vedigerin Başûrê Kurdistanê. Piştî demekê jî Dr. Hişyar ji partîyê vediqete û li Başûrê Kurdistanê doktorîya xwe didomîne”.[9]

  1. Hinek agahdarîyên li ser pirsa Kemal Kaçmaz (Jîr)

Li gorî aghadarîyên Osman Aydin dide; di payîza 1970yî de, Mûsa Anter xeberê dide Osman Aydin û dixwaze ew were mala wî. Di wê demê de mala Mûsa Anter li Stenbolê, Sûadîye ye. Osman dihere mala Mûsa Anter û li wê derê Mûsa Anter Kemal Kaçmaz (Jîr) bi wî dide nas kirin û dibêje ku ”ev xorta birazîyê min e. Ez wî dişînim Başûr, miqerê Dr. Şivan. Lê ji bo vê yekê, divê pêşî ew bibe endamê partîyê. Ji bo ku ew merivê min e, ez dixwazim ku ew li ser destê te bibe endamê partîyê.” Li ser vê daxwazê, Osman Kemal Kaçmaz (Jîr) dibe odeya din, bi wî sonda partîyê dide xwendin û wî dike endamê PDK-Tyê. Piştî Jîr dibe endamê partîyê, Musa Anter çûna wî organîze dike û di 8.10.1970yî de Jîr dighêje Zaxoyê û ji wê derê jî dihere miqerê Dr. Şivan, Dişêşê. Piştî bûyera Seîd Elçî, Kemal Kaçmaz (Jîr) û çend kesên din derbasî Tirkîyeyê dibin û gotegotek derdikeve ku Jîr sîxurê MITê ye… [10]

Kemal Kaçmaz bi eslê xwe ji gundê Silîlê ya Nisêbînê ye. Berî ew derbasî Başûrê Kurdistanê bibe, li Stenbolê li Mala Mûsa Anter dimîne. Ew dixwaze here Başûrê Kurdistanê miqerê Dr. Şivan. Ew bi riya Mûsa Anter derbasî Başûr dibe û bi paroleya ku Mûsa anter daye wî dihere miqerê Dişêşê. Kesên li miqer şik û gûmanê ji wî nakin. Dr. Şivan car caran ji bo pêwendîyan wî weke qasid bi kar tîne.

Lutfî Baksî di destpêka hezîrana 1971ê de derbasî başûrê Kurdistanê dibe, dihere miqerê Dişêşê û li wê derê beşdarî nav xebata partîya Dr. Şivan dibe. Li wê derê ew Jîr nas dike, Jîr berî wan hatiye Kampê. Piştî bûyera kuştina Seîd Elçî, Kemal Kaçmaz (Jîr), Ahmed Zekî Okçuoglu (Azad), Lutfî Baksî (Dijwar) yek du kesên din, bi alîkarîya peşmergeyên PDKI û di ser Silopî re derbasî Bakurê Kurdistanê dibin. Bi dû re derket holê ku Kemal Kaçmaz (Jîr) ji Teşkîlata Îstîxbarata Mîllî ya Tirkîyeyê, MITê re dixebite.[11]

Nazmî Balkaş (Soro), di nameyek xwe ya ji bo hevalên xwe M. Elî û Selahaddin re şandîye, weke têbinî ji wan re diyar dike ku ”Jîr bûye polîs. Bi wî eleqeder bibin”.[12]

Di dema Kemal Kaçmaz li mala Mûsa Anter dimîne, du dest nivîsên Mûsa Anter û hinek belgeyên din wenda dibe. Piştî cûntaya 12ê adara 1971ê de weke gelek rewşenbîr û siyasetmedarên kurd, Mûsa Anter jî tê girtin û li Diyarbekirê mahkeme dibe. Dozger ji bo Mûsa Anter dibêje ku ”pêwendîyên te bi Barzanî û şoreşa kurdên Iraqê re heye”. Musa Anter vê îdeayê red dike. Lê dozger dibêje ku di destên wan de belge û şahid hene. Weha diyar dibe ku ew destnivîs û belgeyên Mûsa Anter jî Kemal Kaçmaz teslîmê MITê kirîye. Kemal Kaçmaz derdikeve mahkemeyê û li dîjî Mûsa Anter û çend kesên din îfade dide. Weha diyar dibe ku wî di derheqê hinek civîn û çûna xwe ya Başûr de jî agahdarî daye MITê.

Di wê heyamê de, grûpek ciwanên kurd ku endamên PDKTyê ne li Nisibînê gelekî çalak in û bandoreke wan ya berbiçav li wê derê heye. Mûsa Anter jî ji vê grûpê, çend kesan ji nêzîk ve nas dike û navbêna wan gelekî xweş e. Mûsa Anter, gava di zînda Diyarbekirê de ye, bi rêya nasekî xwe xeberê dide wan kesan ku ”Kemal Kaçmaz zilamê MITê ye û divê haya we ji wî hebe”. Gava ev grûp rojekê dibihîzin ku Kemal Kaçmaz hatîye Nisêbînê, ew bi dû wî dikevin, lê wî zeft nakin. Piştî wê jî Kemal Kaçmaz şopa xwe wenda dike…[13]

Di derheqê pirsa Kemal Kaçmaz (Jîr) de, tiştekî balkêş ew e ku piştî PDK-T tê ava kirin, ew yek ji wan kesên pêşî ye ku çûye miqerê Dişêşê û beşdarî nav xebata partîya Dr. Şivan bûye û di komîteyên girîng û stratejîk yên wê partîyê de cîh girtîye. Emer Çetîn, gava di destpêka gulana 1971ê de dihere miqerê Dişêşê, li ser kesên li wê derê û hinek xebatên PDK-T ya wê demê weha dibêje:

”Li gundê Dişêşê bi Dr. Şivan (Saîd Kirmizitoprak) re ev heval diman:
1- Hikmet Buluttekin –nasnavê wî Çeko- mezûnê Fakulteya Kîmyayê
2- Hasan Yikilmiş –nasnavê wî Brûsk- Muhendisê înşeatê
3- Ziya Avci –nasnavê wî Elîşêr- mezûnê Lîse
4- Kesekî bi nasnavê Jîr ku ez hîn bûm navê wî Kemal e, ew xwarzîyê Mûsa Anter e û wî ew şandîye vê derê. Sisê ya jî çar pêşmergeyên ji kurdên Sûrîyê û pîrejinek ku xwarina me çêdikir û me bi rêz û hurmet weke Eyşê gazî dikirê, hebûn….

Teva ku tarîxa damezrandina Komîteya Leşkerî tam nayê bîra min, bi texmîna min hezîrana 1971 bû. (Ji ber ku KDP dest danî ser arşîva Partîyê, di vî warî de belge tuneye.)

Komîteya Leşkerî ji van kesan pêk hatibû:

  • Şivan
  • Soro
  • Kurdo
  • Çeko
  • Brûsk

Hemû endamên Komîteya Leşkerî berpirsiyarên payebilind bûn…

Endamên Komîteya Navendî heftê carekê dicivîya, pirsên di rojevê de û bûyerên çêdibûn dinirxandin û li gor van nirxandina diketin nav tevgerê. Biryareke gelek girîng ya di encamê van civîna de hate girtin jî ew bû ku endamên Komîteya Navendî yên li miqer komîteyên propoganda û rêxistinê ava bikin û ev komîte xebatên xwe yên Başûrê Kurdistanê geş bikin… Pêşî me herêm kir du beş. Herêma yekem gund û nehîyeyên Şirnex, Ûlûdere û Beytuşebabê; hêrêma duyem jî ji Çûkûrova, Yuksekova û Şemzînan pêk dihat.

Berpirsiyarê herêma yekem ya propoganda û rêxistinê Çeko (Hîkmet Buluttekîn) bû. Endamên din yên grûbê ji Muhterem Bîçîmlî, Mahmud Okutucu, Welat û Jîr pêk dihat…”[14]

Şakir Epozdemir jî gava behsa hevdîtina xwe, Feqî Husên û Dr. Şivan û gotûbêjên di nav wî wan yên li Tatwanê dike, ew jî têbiniyeke balkêş li ser Kemal Kaçmaz (Jîr) dinivîse:

Ez û Feqî û Doqtor şevek heya serê sibê ketne minaqeşê, me tiştek bi serê hev nexist. Di netîcê da tewsiyeyek Doqtor hebû; digo: “bila Seîd Elçî bê Başûr li Meqerê rûnê û ji me ra mezinayî bike. Ew kekê me ye, emê bikevine binê emrê wî; lê ne mimkin e ku em partiya xwe bifeşilînin û bikevin partiya wî. Lewra Partiya we wextê xuliqîye, yanê ji diya xwe bûye, mirî xuliqîye. Ev partî hê di zikê diya xwe da mirîye. Ne mimkin e ku em vê partiyê ji nû va vejînin. Di dervê vê da hûn hatin girtin, hûn deşîfre bûn, xebata bi we ra tehlîke ye. MIT we gişa nasdike. Îddiaya Mela Hemdî -Mela Hemdî di herêmê da berpirsyarê îstihbarata Mela Mistefa yê taybatî bû- ew e, ku tiliya MIT-ê di nava we da heye.”

Dr. Şivan me mirand, me xista MIT û deşifre bûyina me bû qisûreke mezin. Ev îddia tamam pûç bûn, min ew şev jî van îddiayan pûçkir, lê gava çavê gur li xwarina berxikê bî, çi ji destê berxikê tê. Partî ne ku mirî zabû. Wextê ev Partî za, li ber serê wê partiyê, bijîjkên ji Doqtor mitehesistir hebûn. Ev partî eserê Fehmî Bilal, Faîq Bûcak, Kemal Badillî, Seîd Elçî, Emer Turhan û ew ên ku em niha hê saxin. Belê malesef em hê di hepsa Antalyayê da, Dr. Şivan vê partiyê fetisand, me jî jiber ku xebata partî 3 salan rawestand, me dest ji tenzîma partî kişand û tabanê xwe teslîmê Şivan kir. Dr. Şivan bila pirsa “JÎR” (Bernavkê Kemal Kaçmaz e. Katibê Şivan ê meqerê bû) ji Mela Hemdî bikira. Jîr, yê nêzîkê nêzîk bû li ba Şivan”[15].

Emer Çetîn gava behsa arşîva PDK-T ya li miqerê Dişêşê dike, dîsa mesela Jîr derdikeve holê:

”Li ser arşîva partîyê jî Omer Çetîn dibêje; em li Bamernê bûn, lê kitêbxaneya me li Dişêşê bû. Heval aciz dibûn û gotin em dixwazin kitêban bixwînin. Min çû ji Esed Xoşevî îzin stend, wî kitêbek xwe da em bi hev re çûn dişêşê. Dişêş dûr bû, nêzî 8-10 set bi peyatî rê bû. Li wê min li arşîva partîyê nêhirî, lê arşîv ne li ciyê xwe bû; tunebû nizanim kî birûbû. Di arşîvê de nifûs cizdanîyên hevalan û lîsteya endaman hebûn. Dawîyê min bihîst Jîr (Kemal Kaçmaz) ajanê MÎTê derketîye. Ew jî li kampê bû û merivê Mûsa Anter bû, bi wasiteya wî hatibû kampê.”[16]

Ji rojnivîsên Soro diyar dibe ku piştî Kemal Kaçmaz (Jîr) vedigere Tirkîye`yê, di cejna qurabanê ya 1972an de carek din derbasî Başûrê Kurdistanê dibe û dihê Bamernê. Hefteyekê li wê derê dimîne û dûre vedigere Tirkîye`yê.”[17]

  1. Hevdîtina Osman Aydin û Seîd Elçî

Li gorî aghdarîyên Osman Aydin dide; ”li hinek deran hatîye nivîsandin ku Dr. Şivan endamê PDKT ya Seîd Elçî ye, lê ev aghadarî ne rast e. Dr. Şivan tu carî nebûye endamê Partîya rahmetîyê Seîd Elçî. Dr. Şivan meyla wî hebû ku em hinek welatparêzên di nav PDKT de bigrin nav xwe û bi hev re xebatê bikin. Haya Dr. Şivan ji me bêtir jê hebû ku di partîya Seîd Elçî de dubendî heye û hinek kes siyaseta xwe dimeşînin. Li gor wî, ew li dijî Seîd Elçî bûn.

Rojekê Dr. Şivan hat Xarpêtê û beşdarî civîna me ya Xarpêtê bû. Piştî civînê Doktor ji min re got ku `têkilîya te bi Seîd Elçî re baş e. Tu dikarî bi wî re bipeyivî, meyla wî fêm bikî ku bê mumkun e ew bi me re bixebite; ya jî partîya wan xwe belav bike û hinek kesên wan were nav partîya me. Ev ne weke teklîf û pêşniyarekê bû; ev bêtir ji bo ku em bikaribin niyet û nebza wî fêm bikin.

Têkilîya min û Seîd Elçî gelek baş bû. Heta rahmetîyê Seîd Elçî tekîf ji min re dianî û digot ” Osman were bikeve nav partîya me, emê te bikin endamê Komîteya Merkezî”. Min ji wî re got ”Na abê, hûn alîyê rastê ne, em çep in”. Ji wê bêtir dihate gotin ku MIT di nav vê partîyê de cih girtîye. Ji ber vê yekê, gava Seîd Elçî ev teklîf dikir, min qebûl nedikir.

Piştî wê daxwaza Doktor, ez di Adara 1971ê de çûm Stenbolê. Li wê derê min û Seîd Elçî me hevdû dît. Piştî sohbeta me, qeneetek bi min re çê bû ku di nav partîya wî de qilîkek heye û Seîd Elçî ji vê rewşê gelekî nerehet e. Lê herweha qeneet bi min re çêbû ku ew naxwaze weke endamekî were bikive nav partîya Doktor û belkî dixwest ku weke berpirsiyarekî bê qebûl kirin. Piştî wê hevdîtînê, me li hev kir ku em di meha gulanê de dîsa hevdû bibînin. Min hat Dr. Şivan dît û qeneetê xwe weke du xalan ji wî re got: Yek,  li gorî qeneeta min, di nav partîya wî de qilîkek heye û ev qilîk li dijî wî ye. Ew ji vê rewşê rehetsiz e. Ya duda, ez ne bawer im ku ew weke endamekî bikeve nav partîya we. Qeneta min ew e ku çavên wî li cihekî bilind e. Doktor got ku `bila bê, bibe serokê me yê manewî, qet problem nîne.`

Di wê demê de ez hatim Xarpêtê. Xebata partîyê ya herêma Herekolê di bin berpirsîyarî û kontrola Doktor de bû. Doktor di 19ê gulana 1971ê de, ji herema Herekolê endamek şandibû cem min. Ew meriv pêşî bi parolaya partîyê dihere cem hevalekî ku doktor jê re gotîye. Parola partîyê ji wî re dibêje û dûre ew heval wî anî cem min. Em çûn parkekê, me çay xwest û mêrik li wêderê mektûbek derxist da min. Wî nameyek ji Doktor anîbû. Gava wî ew name da min, got ku Doktor gotîye: `divê ev name bigehêje destê Seîd Elçî`. Ji xwe civana min û rahmetîyê Sêîd jî piştî wê bi rojekê bû. Di hevdîtina pêşî de, me li hevdû kiribû, em dê di vî wextî de hevdû li Stenbolê bibînin. Piştî ew meriv ji wê derê çû, polîsan li wêderê ez girtim. Nameya Doktor jî di bêrîka min de bû. Min got ya ev mêrika polîs bû û parolaya partîya me dizane, ya jî polîs ew taqîb kirîye. Ez girtim birim şûbeya siyasî. Tabî ez gelekî tedîrgîn bûm. Ez nizanim bê çi di namêyê de hatîye nivîsandin. Berî li ser min bigere, min ji polîs re got ku ez bi navê ketime û dixwazim herim toaletê. Polîs destûr da, ez çûm toaletê, min ew name li wir çiran û avêt toaletê.

Kêsa min tunebû ku ez wê nameyê bixwînim, di dereca pêşî de min xwest ku ew li ser min neyê girtin. Loma jî hema min bi lez ew name çirand û avêt toaletê. Piştî ez ji toaletê hatim, polîs li ser min gerîya, çi tiştên di bêrîkên min de hebûn derxisti û danîn ser masê.

Li nezaretxanê min dît ku gelek kesên din jî hatine girtin. Ew kesên çepgir bûn. Hinek ji wan kurd û hinek jî çepên tirkan bûn. Min ew nas dikirin, lê ew ne endamên partîya me bûn. Dûre min fam kir ku girtina min ne ji ber sedemê partîyê û wî zilamî bû. Di wê demê de Mahîr Çayan û hevalên xwe di 17 Gulana 1971ê de konsulosê Îsraîl Ephrahîm Elrom revandibûn. Ev perçakî operasyona giştî ya li ser kesên çepgiran bû. Meger sedemê binçavkirina min ew bû. Em birin Diyarbekirê, li wê derê em 22 rojan man, tiştek li me îspat nekirin û em berdan… Di wê demê de, polîs li Sêîd Elçî digere. Ew jî xwe dide alî û derdikeve Sûrîyeyê”.[18]

Çend xalên herî girîng yên ku heta niha ez li ser rawestiyam û derdikevin holê bi kurtayî ev in:

1) Dr. Şivan girêdayî ”peyman û lihevkirina ji bo avakirina projeya Başûrê Kurdistanê ya ji bo avakirina partiyek nû, hevbeş, nûjen û girseyî” ya di navbêna wî, Seîd Elçî û KAKê de nemaye. Grûpa Başûrê Kurdistanê biryar dide ku divê Dr. Şivan, Soro û Çeko derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, li wê derê hevalên Seîd Elçî bibînin da ku ew jî bikaribin Seîd Elçî îqna bikin ku ew jî beşdarî nav amadekarîya damezrandina ”partîya hevbeş” bibin. Lê Dr. Şivan li gorî vê biryarê tev nagere; hevalên Seîd Elçî nabîne û bi însiyatîfa xwe, li Ankarayê PDK-T ava dike.

2) Dr. Şivan di xebata xwe ya di nav PDKT ya di bin serokatîya Seîd Elçî de, endamê Komîteya Navendî û qasidê Seîd Elçî Feqe Husên bi kar tîne û gelek komîteyên PDKT bi rêya wî bi partîya xwe ve girê dide û gelek endamên PDKT beşdarî nav PDK-Tyê dike. Dr. Şivan, di giranîyê de, partîya xwe, di nav partîya Seîd Elçî de ava dike. Bê guman, ev terz û awayê siyasî û rêxistinî û helwesta Dr. Şivan dibe sebebên gûrrbûna nakokî û berberîyên nav herdu partîyan.

3) Dr. Şivan, di dema amadekarîya partîya xwe de, westîye hem PDKT û hem jî KAK perçe bike û ji holê rake. Teva ji destpêkê de Reşo û Ronî di nav grûpa pêşî ya Başûrê Kurdistanê de ne, niyeta xwe ya ji bo bi serê xwe avakirina partîya xwe ji wan vedişêre. Dr. Şivan ne tenê Reşo, herweha ji derveyî Çeko perpirsyarên din yên KAKê jî naxîne nav partîya xwe. Gava ez bi hûrgilî li pêvajoya vê projeyê û terza Dr. Şivan ya siyasî û rêxistînî dinerim; ez dighêjim vê bawerîyê ku Dr. Şivan xwestîye li Bakurê Kurdistanê tenê partîya wî hebe.

4) Dr. Şivan ji bo avakirina partîyeke di bin serokatî û kontrola xwe de, bê ku hazirîyeke têr û pêwîst bike, li Ankarayê bi lez û bez PDK-T ava dike. Di nava gelek kesên endamên damezrîner û Komîteya Navendî de hemfikrî û hevahengî tuneye. Ji xwe weke ku min li jor behs kirbû; piştî demeke kin nakokî di nav wan de dest pê dike; pêşî M. Emîn Bozarslan, Ziya Acar û Yilmaz Çamlibel û dûre jî Mûsa Anter ji partîya wî vediqetin. Piştî demekê jî nakokîyên nav Dr. Şivan û Dr. Hişyar gûrr dibin û Dr. Şiyar ji PDK-Tyê vediqete.

5) Weke ku di gelek rêxistin û partîyên kurdan de dihê dîtin, Dr. Şivan jî li gorî destûra partîya xwe tevnegerîyaye. Teva ku hinek kiryar li dîjî destûra partîya wî bi xwe be jî wî tiştên ku li gorî xwe rast dîtiye kirîye. Di vî warî de, yek ji nimûneyên herî balkêş rewşa Feqî Husên e. Weke me li jor jî diyar kiribû ku Feqî Husên endamê Komîteya Navendî ya PDKT yê. Lê Dr. Şivan wî dike endamê partîya xwe û di bin berpirsiyarîya wî de dest datîne ser hinek komîteyên PDKT û gelek endamên PDKT jî dixîne nav partîya xwe. Ev li dîjî destûra partîya wî ango PDK-Tyê bi xwe ye.

Li gorî aghdarîyên Osman Aydin dide, pirsa endametîya Feqî Husên, di nav wan de dibe mijarê rexne û gotûbêjan. Osan Aydin dibêje ku ”gava em pê hisîyan ku Doktor bi serê xwe Feqî Husên kirîye endamê PDK-T, me ev yeka rexne kir û me got ku ev li dijî desûra me ye. Ji ber ku li gor destûra me; ´gava yekî endamê partîyek din ba û ji parîya xwe veqetîya ba, bê biryara Komîteya Merkezî nikarîbû biba endamê PDK-T´. Rewşa Feqî Husên hê xerabtir bû. Ji ber ku ew hem endamê PDKT bû û hem jî Doktor ew kiribû endamê PDK-T. Ev ne destûrî û ne jî etîk bû.”[19]

6) Bi awakî yekalî devjêberdana ”lihevhatina projeya Başûrê Kurdistanê”; avakirina partîyeke çi bigre bi eynî navê PDKT ku tenê ”Li” lê hatibû zêde kirin û piranîya endamên PDKT nizanîbûn ku ew partîyek cihê ye; awayê bixwevegirêdana Feqî Husên û bikaranîna wî ya di nav PDKT û destdanîna ser komîte û endamên PDKTyê, sersebebê esasî yê dubendîya nav PDKT û PDK-T ye û herweha yek ji sedemên esasî yê wê bûyera trajîk û malkambaxî ya tevgera Bakurê Kurdistanê, ango bûyera herdu Seîdan e…


[1] Ji hevdîtina taybetî ya bi Reşo Zîlan re, Stockholm, 2012-12-02

[2] Osmanê Elî Çavûş, endam û berpirsê Komîteya Şirnaxê ya PDKT bû. Grûpa pêşî bi riya wî derbasî Başûrê Kurdistanê bûbû. Weha diyar dibe ku Dr. şivan pêwendîyên taybetî bi wî re danîye, lê ev li ser çi esasî û radeyê de ye, em nizanin. Osmanê Elî çavîş di kongreya 1977an ya PDKT weke endamê Komîteya Navendî hate hilbijartin!

[3]  Ji hevdîtina taybetî ya bi Reşo Zîlan re, Stockholm, 2012-12-02

[4] Ji hevdîtina taybetî ya bi Reşo Zîlan re, Stockholm, 2012-12-02

[5] Ji aghadrîyên taybetî yên Osman Aydin, bi telefonê, 25-05-2020.

[6] Şerwan Buyukkaya, bnd, r.85-102

[7] Ji aghadrîyên taybetî yên Osman Aydin, bi telefonê, 25-05-2020

[8] Ji aghadrîyên taybetî yên Osman Aydin, bi telefonê, 25-05-2020.

[9] Ji aghadrîyên taybetî yên Osman Aydin, bi telefonê, 01-06-2020. Rojnivîsên Soro, Şerwan Buyukkaya, bnd,r.80.

[10] Ji aghadrîyên taybetî yên Osman Aydin, bi telefonê, 01-06-2020

[11] Ji aghadarîyên taybetî yên Lutfî Baksî, bi telefonê, 22-06-2020

[12] Selahattin Ali Arik, Dr. Şivan, tişrîn 2015, Stenbol: weşanên weqfa Îsmaîl Beşîkçî, r.730.

[13] Mûsa Anter aghdarîya di derheqê Kemal kaçmaz ji Elîyê Omerî û Felemez Akad ku du berpirsyarên wê grûpa Nisêbînê bûn re dişîne: Ji ahdarîyên taybetî yên S. Anter, Elî Akdoganê Omerî û Felemez Akad yên bi telefonê, 18-06-2020.

[14] Ramon Kahraman, bnd, r.168.

[15] Şakir Epozdemir, Kovara War, Havîn.Payiz 1998, hejmar 5-6, r.16

[16] Faris medenî Marsîl, bnd, r.250.

[17] Şerwan Buykkaya, bnd, r.83

[18] Ji aghadrîyên taybetî yên Osman Aydin, bi telefonê, 01-06-2020

[19] Ji aghadrîyên taybetî yên Osman Aydin, bi telefonê, 25-05-2020

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *