Çend Numûne Jibo Nejadperestîya li Cîhanê 

  1. Firotina Reşikên Kole û Nejadperestîya li ser wan

Wek anekdotek ez dixwazim ji raya giştî ra bidim xuyakirin ku ez çend rêzenivîsarên xwe wek dîyarî jibo keç û xortên kurd û hemî cangorîyên Kurdistanê û bi taybetî di şeva 28/29yê hezîrana 1925an da Şêx Seîd û 47 hevalên xwe li ber darên sêpikê bûne cangorîyên welatê me, pêşkêş dikim. Bi vê nivîsara pêşîn ez dixwazim digel xort û keçên me derkevin gereke dirêj. Ez wek birayê wan ê mezin dixwazim di vê gerê da hin haydarîyan bidim wan, hin resman nîşanî wan bidim da ku ew jibo pêşerojê bibin wek tecrûbe ku ew jê kelkê / fêdeyê bigrin. Serketin jibo wan cuwanên xoşevîst ku pêşeroja miletê me di destên wan da ye!..

Li cîhanê fikir û ramanên nejadperestîyê wek çekekî îdeolojik ji alîyê kargêrîyên civatan ve li cîyên cuda û di wextên cuda da hatine bikaranîn. Ji ber ku nejadperestî di dîroka mirovatîyê da mijareke gelek girîng e, di derbarê wê da gelek binavkirinên- an tespîtên- cuda hatine kirin. Lê li vir ez pêwist dibînim û qîma xwe pê tînim ku tespîta UNESCO li ser nejadperestîyê raxim pêşberî we hêjayan. Tespîta UNESCO ev e:

“… nejadperestî, bawerî û hewildanên dijî civatî ye ku cudaxwazîya têkilîyên navbera gruban li ser bingehê biyolojik nikare wek rastî were nîşandan.”  (Alaeddin Şenel, end)

Berîya ku ez dest bi nivîsîna vê xalê (nejadperestîyê) bikim, divê ez behsa çavkanîyek, yanî behsa kitêbek bikim ku min ew wek esas girt jibo haydarîyên vê lêkolînê. Ez behsa kitêba Alaeddin Şenel dikim ku navê wê “Irk ve Irkçılık Düşüncesi” (Fikrê Nejadî û Nejadperestîyê) ye ku ji alîyê “Bilim ve Sanat Yayınları”yê, li Stanbolê di tebaxa 1984an da hatîye çapkirin. Ev kitêb, 176 rûpel e û digel hin kêmasîyan be jî, kitêbeka baş e. Lê jibo nivîskarê wê, divê ez nîşan bikim ku dema kesek wê bixwîne, dê texmîn bike ku A. Şenel ne li Tirkîyê, lê li hîvê dijî. Ji ber ku ew behsa nejadperestîya ku bi gelek bûyerên cuda û di wextên cuda da li Tirkîyê qewimîne, bahs nake. Bêguman ev jî qîmeta vê lêkolînê biçûk dixe, kêm dike. Mirov texmîn dike ku A. Şenel ji tirsê newêribûye behsa Tirkîyê bike. Ev jî qerekterên berbiçav jibo nivîskar, akademiker an lêkolînerên tirk seqetîyek e û kêmasîyeke gelek mezin e. Piştî vê haydarîyê em dikarin dest bi mijara xwe bikin û wê pêşkêşî we bikin.

Keştîya (gemî) yekî ingilîz bi navê John Hawkins, ku di dîrokê da wek keştîya yekemîn ya koleyan tê qebûlkirin; di 1562an da gihaye ava Amerikayê. Ew keştî tije kole bûye û jibo firotinê çûye Amerikayê. Lê wek dîrok nîşanê me dide; bazirganîya koleyan, piştî sala 1630yî zêde bûye ku wê demê plantasyona (cîyê komkirina tiştên jibo sinaîyê) pincarê şekirî xurt bûye. Ev seferên bazirganîyê bi rîya okyanusê qederê mehek dirêj ajotîye. Her gemî wek masîyên ku bavêjî serhev, tije kole dikirin û bi zencîr dest û pîyên wan girêdidan û di rê da jî tenê şorbe didan wan. Wan rebenan jî di vî meha rêçûnê da destavên xwe (guh û mîz) dikirin ser xwe û hemî diketin nav bîhna genî. Loma van gemîyan dema bi sedmîlan (1000 km) dûrê Amerikayê bûne jî, bêhna wan a genî belav bûye. Ji wan deman virve di nav sipîyan da jibo reşikan, ”bîhngenî” hatîye gotin.

Koletî û firotina wan, xwedêgiravî di 1863yan da ji ortê rabû. Bi tabîreka dî dirêjîya vê pêvajoyê 300 sal e. Ev nayê wê maneyê ku di pratika siyasetmedaran da, di fikir û ramanên civatê da wek fikir reşik, wek însanên sipî nehatibûn qebûlkirin û rûmet nedabûn wan. Balkêş e ku wek aktorekî siyasi Abraham Lincoln (1809-1865)  ku li dinyayê wek qehremanekî azadîyê û demokrasiyê tê naskirin; fikrên wî yên rastîn ên derbarê nejadperestîyê û azadkirina koleyan da nayên zanîn. Vê rewşê di nameyeka wî da ku di 1858an da nivîsîye jî tê famkirin ku tam fikrên nejadperestî û faşistîyê ne. A. Lincoln di nameyê da weha nivîsîye:

”Ez bawer dikim ku dê îmkan neyê dayîn da ku sipî û reşik di nav wekhevîya siyasî û civatî da digel hev bijîn, ji ber ku di navbera wan da ferqîyeta fizikî heye.”

Dema qanûna qedexekirina koletîyê çêbû; li Bakurê Amerikayê sinaî pêşta diçû û ev rewş jî bi xwe ra hewcedarîya ”keda azad pêşberî kargêrîyan dikir. Li hemberê wê rewşa bakur, li Başurê Amerikayê jî li dijî azadbûna reşikan ”qanûnên reş” di jîyanê da bûn ku ew nedihişt reşik ji koletîyê rizgar bibin. Di 1867an da dema bakur jibo başur mecbûrîyetê anî; başurîyan wek nerazîbûn (acizî-reaksiyon) 5000 reşik kuştin. Rêxistina Ku Klux Klan, di 1867an da li hemberê reşikan dest bi hewildanên ”lînçkirin”ê kirin. Demeke dirêj ev politika ”lînç”kirinê hatîye domandin û di wê pêvajoyê da jimareyên kuştîyên reşik û sipî wek statistik ne dîyar in. Eger rast be, di navbera 1906-1915an da 650 reşik û 61 sipî hatine kuştin ku ev statistik tê wê maneyê ku jimareya kuştîyên reşik, 10 qatê sipîyan bûye.

Divê em binê nuqteyek çixêz bikin ku ereban, ji despêka avakirina musulmantîyê virve heta îro Îslamê wek malê xwe bikaranîne û li gora wê jî dezgah û avayîyên xwe çêkirine. Dema spanyolîyan bi rîya okyanûsê koleyên reşik dibirin Amerikayê; erebên musulman jî wek ku biçin nêçîra heywanan, li pey reşikan diketin, wan digirtin û difrotin şirîkên xwe yên Ewrupî yên xiristîyan. Yanî, li gora ku dîrokê nivîsîye, fikir û ramanên nejadperestîyê û karanîna wê; ne li gora nejad û reng û ziman û dîn bûye. Di vî derbarî da musulman jî, xiristîyan jî bi têra xwe bi sabiqe ne û bi têra xwe gemarî û qirêj in.

Siddik Bozarslan

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir