Îskan TOLUN
Gelî zarok / ciwanên delal û hêja, em wek weşanxane bi nivîskarê xwe ve, sersala we û malbata we, bi dil û can pîroz dikin!..
Xwendevanên delal û hêja, ji xwe hûn zanin ku romana dîrokî, ya bi navê Para Şêr derketîye. Niha li hemî pirtûkxane û li ser platformên înternetê ye:
“Em hêvî dikin ku hê ne qedîya be, hûn bi dest bixin û di rojên xweş de, bi kêf û coş bixwînin!..” Ji xwe me berê jî, bi îlanekê, dabû naskirin. Ne pêwîste ku em dîsa, wesf û peznê naveroka wê bidin. Lê em, karin rihet bêjin:
“Xwendin a vê romana Para Şêr pir xweşe, wek ku mirov destanekê bi kêf bixwîne. Ji ber ku bi helbestan hatîye hûnandin; mîna ku meriv romana Homeros, ew a bi navûdeng, İlyada bixwîne; ji xwe berê, bi coş diherike û xwendevanên xwe, bi ken, zikopişto dike!..
Nivîskar birêz İskan Tolun bi wî zimanê xweyî şairî nivîsîye û li gorî romanê gelek helbestên xweyî hê nû, pir hêja, têde bi kar anîye. Roman her çi qas xeyalî be jî, felsefîye, dîrokîye û pir dewlemend e.”
Niha serê salê ye. De keremkin, em bi hev re, qetek ji beşa serê salê bixwînin:
Ahmo bi kêf û coşeke xweş, ket hundirû:
“Yabo ha wa qirdik hat, hêla mal ê, mal a me!..” Çelo û
bavê xwe bi kêf û coş rabûn ser pîya. Di vê navbeynêde
qirdik û tevlî berbûrîyên xwe, ketne hundirû, haho!..
Hezar henek bi penç pera.
Hima wêga, li ber derî, dest bi henek û pêkenokên xwe
kirin. Teqe reqa wan bû û Ahmo û Çelo bi ken, zikopişto
ketin, xalê Sado jî…
Bûkê got:
“Serê salê, binê salê.
Xwedê bihêle hûr û girê vê malê!..”
Zava, rîyên xwe hejandin û got:
“Serê salê, binê salê.
Rovî ket nava dalê.
Apê Sado ji tirsa revîya.
Lê mixabin érd şil bû.
Şimitî ket binê çalê.”
Berbûrîyekî got:
“Hey maşellah Hey!..
Ébakên Ahmo û Çelo hê nû ne.
Du lawikên delal û henû ne.
Bi kena, zikopişto bû ne.
Apê Sado, ê ji me re, bastêq û helîlê bîne.”
Bûkê got:
“Ahmo û Çelo wek du cewrê Şêr a ne.
Bastêq û helîl nagre kûrya dirane.
Ez baş zanim, Apê Sado, ê di ser de, mewîja jî bîne.
Ji xwe kewar ne dûre, ha wa li dera hane.”
Berbûrîyekî din got:
“Apê Sado, Bûka me pir çileke.
Tu li kusûra wê mêze neke.
Lê temînîya min li te.
Tu car timayîyê neke.
Wî dilê xweyî paqij fireke.
De rabe, derê kewarê veke.
Di nav de çi hebe bîne, taxsîr neke.
Û vî tûrikê me tijeke.
Ji xwe dinya çerx û felek e.” Tiqe tiqa xalê Sado bû. Ji
kena lal bûbû. Ji xwe, Ahmo û Çelo bi zikê xwe girtibûn,
ji kena zikopişto ketibûn. Ji bilî peyvan, bi piranî jî, bi
wan pêkenokan dikenîyan. Kenê wan di sawyekê de bû,
wek ku bindeqa bişkênin: “Tiq! Tiq! Tiq!” dikenîyan.
Di dawîyêde, xalê Sado çû ji kewarê du çenk mewîj derxistin û anî xiste tûrikê wan.
Zava got:
“Wey, mala minê…
Apê Sado çû ber kewarê.
Û kewar mîna émbarê.
Bi piçek mewîj me di xewre bir.
Û berê me da mal ê.
Waaax, bûkê rebenê, jarê!..”
Berbûrîyekî din, hat pêş û got:
“Mewîjê Apê Sado jimartîne.
Yeko yeko jî par bive, dor nayê min.
Ma qey, ez yê jinbavê me?
Çima para min tê de nîne?”
Bûkê got:
“Serê salê, binê salê.
De haydê bimînin di nav xêr û xweşîyê de.
Em ê wêca vegerin, herin mal ê.” Û derketin, çûn. Xalê Sado û her du kurê xwe zikopişto ketibûn.
“Tu kurmacîya xwe ji bîra nekî, eger baş nizanî, divê zêdekî…” (CEGERXWÎN)
Û niha jî, bi kurtasî, pirtûk a din:


