Rêjîma Îranê ji destpêka sala 2025 ve heta niha zêdetir ji 1922 girtî bidar vekirine

Pêka amara “HRANA”yê, ji destpêka sala 2025 ve heta 20ê Kanûna Pêşîn(20 December) rêjîma Îranê zêdetir ji hezar û 922 kes lî girtîgehên xwe de bidarvekirin ku bi pêka sala 2024, %106 zêde bûye û 10 kes jî li ber çavên xelkê hatine bgidarvekirin.

Pêka vê amarê zêdetir ji hezar û 681 kes anku %78 ji wan bidarvekirinan mêr, zêdetir ji 59 kes anku %3 jin û %10 jî zayenda wan nehatiye zanîn, li girtîgehên rêjîmê de hatine bidarvekirin û herwisa 2 bidarvekirî jî zarok bûne.

Tevî ku hêj 10 roj bo dawiya sala nû ya zayînî maye rêjeya bidarvekirinan bi awayekî lezgîn zêdetir dibin û li li wan çend rojên dawî yên heftiya derbasbyî, bi 10an girtyiyên din hatine bidarvekirin ku li vê amarê de nehatiye.

Rêjîma Îranê bidarvekirinan û sepandina sizayê bidarvekirinê wek alaveke tepeserkirinê li hember xelkê Îranê bi taybet gelên “Kurd û Belûç” de bikar tîne. (KM)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *