Senatorên Komarparêz bangî Biden kir: Niha bi tundî li Îranê bidin

Karvedanên li hemberî êrişa dijî hêzên Amerîkayê ya li Urdinê zêde dibin ku 3 leşker hatin kuştin û 25 leşker jî birîndar bûn.

Hin komarparêzên Amerîkayê bangî Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar û Serokê Amerîkayê Joe Biden kir  ku êrişî Îranê bike.

Senatorê Komarparêz Lindsey Graham ji Biden xwest ku êrişeke leşkerî li dijî Îranê bide destpêkirin.

“Niha li Îranê bidin”

Graham li ser hesabê xwe yê Xê got, “Niha li Îranê bidin. Bi tundî lê bidin.”

Lindsey Graham ji malbatên leşkerên di êrişê de jiyana xwe ji dest daye re sersaxî xwest û got:

“Dema ku Îdareya Biden dibêje nekin, Îran dike. Gotinên Îdareya Biden li Îranê tên paşguhkirin.

Polîtîkayên pêşîlêgirtinê yên li dijî Îranê bi ser neketin. Li herêmê zêdetirî 100 caran êrişî hêzên Amerîkayê hatiye kirin.”

Graham got ku wî bangî rêvebiriya Biden kir ku “armancên sereke yên li nav Îranê bixe”.

Senatorê Komarparêz herwiha got ku ew di wê baweriyê de ye êrişên rejîma Îranê dê li hemberî leşkerên Amerîkayê berdewam bin heta ku Îran bi binesaziyan û personelan bedelê nede.

Rexneyên tund li Wezîrê Parastinê kir: Bi ser neket

Graham derbarê Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin jî got.

“Hewldanên Austin ên ji bo pêşîgirtina li êrişên li dijî hêzên me yên li herêmê, bi ser neketin. Eger niha polîtîkayên xwe neguherînin, leşkerên Amerîkî dê li herêmê zêdetir bedela wê yekê bidin.”

Li aliyê din Senatorê Komarparêz Tom Cotton jî rexne li Joe Biden girt ku di çend meh û salên borî de bersiva xwe li hember Îranê û hevalbendên wê lawaz kiriye.

“Biden Îranê bihêz dike”

“Joe Biden bi salan e bi qebûlkirina êrişên li ser leşkerên me Îranê xurt dike. Biden bi milyaran dolar bertîl dide Ayetullahan.”

Tom Cotton herwiha diyar kir ku ew bi mehan li benda êrişeke bi vî rengî bû û wiha domand:

“Yekane bersiva van êrişan divê bersiveke leşkerî ya wêranker be him li dijî hêzên terorîst ên Îranê yên li Rojhilata Navîn û him li nav Îranê. Ji kêmtir nîşan dide ku Joe Biden ne hêjaye bibe fermandarê giştî yê hêzên çekdar.”

Serokê Encûmena Nûneran a Amerîkayê Mike Johnson ku ew jî komarparêz e li ser hesabê xwe Xê nerazîbûn nîşan da:

“Divê Amerîka peyameke pir zelal ji cîhanê re bişîne ku êrişkirina leşkerên me nayê qebûlkirin.

Êrişa li dijî baregeha Amerîkayê

Li Urdinê, li nêzîkî sînorê Sûriyeyê, bi dronan êrişî baregeheke Amerîkayê hat kirin û di encamê de 3 leşkerên Amerîkayê canê xwe ji dest da.

Herwiha di encama wê êrişê de 25 leşker jî birînda bûn.

Serokê Amerîkayê Joe Biden soza tolhildanê da.

Herwiha hikûmeta Urdinê jî ragihan ragihand ku êrişa dijî leşkerên Amerîkayê li axa Sûriyeyê pêk hat.

Rûdaw

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *