Hechecîka Mano Khalil hêlîina xwe berda

Bi başdarbuna serokê Swîsra, filmê derhinêrê Kurd Mano Khalil Festîvala Sinema netewî a Swîsrî vedike.

Piştî qedandina karên postproduksîona film û wergerandina wî bo çend zimanên navnetweî, fîlmê „Hechecîk“ ê derhinêrê Kurd Mano Khalil dest ji hêlîna xwe berda û firiya. Festîvala filmên Solothurne (Vekirina festîvle) we bi vî filmî be. Serokê Swîsra berêz Alain Berset bi xwe wê başdar bibe û piştî axavtinek kurt wê li film temaşe bike.
Festîvala Solothurn bo filmên Swîsri wek Mekka filman te binavkirin, ji ber ku ji 51 Sali de, heta roja îro mezintrîn Festivala netewî a Swisri ye. Xelata wê jî 60 hezar frenkê Swisrî ye.  Beri du salan filmè Mano Khalil ( „Meşevan“ ku behrtir 15 xelat kirtibu û li zêdî l00 festivalî cihanî beşdar bibu), ev xelat bedest xistibu.

„Hechecîk“ filmê dawi ê derhinêre Rojavayê Kurdistanê Mano Khalil e. Ev film dikeve beşê drama de, cîroka kecek Swîsriye, ku bi salan bi yeqîn bu, ku bavê wê ê Kurd ji  Kurdistana Başur di şer de dijî rêjîma Seddam Husain weke lehengekî miribu. Lê dawî 28 salan de, pê dihise, ku bavê wê hê jî saxe. Bo wilo berê xwe dide Kurdistan û Iraqê û lê digere.
Film bi teknika heri modern hate kişandin û weke Sinema scope tê ser perda spî.

Rola sereke ji aliye leystikvana Swisrî Manon Pfrunder û leystikvanê Kurd Ismail Zagros ve tê bi kar anîn. Di film de bi dehan leytikvanên Kurd u Swîsra mîne Bengin Ali, Nasir Hasan, Majid M. Weysi, Ramazan Qasim, Cemil Zikri, Rekesh Shahbaz, Lilian Neaf, Christain Samuel Weber û leystekvane kurd a nu Dijîn cemil ji cih digrin.

Dema Film 102 deqe ye, di destopêka sala nu de dest bi gera festîvalan dike û roj 4.2.2016 derbasî hemu sinemyên Swîsra dibe.

Mano Khalil_1Film ji Produksiona şirketa Sînema a Frame Film a Mano Khalil e, bi alîkariya Televisîona Europî ARTE û televisîona Swisrî ye.

Trailer:

https://youtu.be/asLUkpOTGRA

Link:

http://www.solothurnerfilmtage.ch/home/page.aspx?page_id=4019

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *