Li Stenbolê di dêrekî de êrîşeke çekdarî pêkhat: Kesek hat kuştin

 Li navçeya Sariyer a Stenbolê di dêra Santa Maria ya Îtalî ya Katolîk de, di dema merasîma yekşemê de êrîşeke çekdarî pêkhat. Wezîrê Navxwe Elî Yerlikaya jî ragehand, kesê bi navê C.T ji aliyê 2 kesên bi maske ve hat kuştin û ji bo girtina êrîşkaran xebat destpê kirin û operasyon berdewam dikin.

Li navçeya Sariyer a Stenbolê di dêra Santa Maria di dema merasîma olî ya roja yekşemê de êrîşeke çekdarî pêkhat û 2 kesên rûyê wan bi maske, kesê bi navê C.T dan ber guleyan û C.T li cîhê bûyerê jiyana xwe ji dest da.

Hat ragehandin ji bo girtina êrîşkaran xebat destpêkirin û operasyon berdewam dike.

Derbarê bûyerê de Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Elî Yerlîkaya ragehand: ‘’Li taxa Buyukdere ya navçeya Sariyer a Stenbolê di dema merasîma olî ya roja yekşemê de li Dêra Santa Maria kesê bi navê C.T ku beşdarî merasîmê bibû, ji aliyê du kesên rûyê wan maskekirî ve rastî êrîşa çekdarî hatiye û mixabin jiyana xwe ji dest daye. Derbarê bûyerê de bi awayekî berfireh lêkolîn destpê kiriye û ji bo girtina êrîşkaran xebat destpê kiriye. Em vê êrîşê bi tundî şermezar dikin.’’

Dêra Santa Maria

Dêra Santa Maria ya ku êrîş lê pêkhatî xwedî dîrokekî kevnare. Wek Dêra Dayîka Meryem a Jidayîkbûnê jî tê naskirin an jî wek Dêra Santa Maria ya Îtalî ya Latîn a Katolîk tê naskirin. Bi Îtalî jî navê wê Convento Nativita della B.V. Maria di Buyukdere ye. Li navçeya Sariyer û li taxa Buyukdere ye. Take dêre ku li asteng an jî zîniya Stenbolê ya Dêra Katolîk a Latîn e. Sala 1864ê dest bi çêkirina wê hatiye kirin û sala 1866ê hatiye vekirin.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *