Sebeba êrîşa Îran û Tirkî, tunekirina desketên Kurda ye!

Xidir ÛSO

Dewleta Îran, bi rêya Qasim Silêmanî, bi taybet li Kurdistanê û dewletên Musluman gelek karên terorîstî bi rêxistin dikir. Lê piştî çûna Qasim Silêmanî, nema kare rûyê xwe yê terorîstî veşêre û rasterast qetlê dike û bi taybetî xwîna Kurdan dirijîne.

Îran di 15.01.2024 de deh muşekên Balîstîk avêt paytextê Kurdistanê Hewlêr. Hêncet jî got: “me baregahên Mosad li Hewlêr bombebaran kir; me heyfa xwe ji Îsraîl (Kurdan) hilanî!” Lê ya rastî her kes zane ku tu baregahên Îsraîl yan Mosadê li Hewlêr tune ne; ew mala ku bombe kir, mala karsazekî Kurd bû, tê de karsaz û zaroka wî û karsazekî mêvanê wî yê Îsawî ji Iraqê qetil kir!

Ji roja ku Kurdistan wek herêmek xweser ya Federal avabûye, ji bo dewleta Faris û ya Tirk bûye kelemekî hebûn û tunebûna van dewletan.

Ev herdu dewlet jî hebûna xwe li ser tunekirina gelê Kurd ava kirine. Ziman, çand û dîroka gelê Kurd înkar û qedexe kirine. Tiştê ji wan re bi kêr, dibişêvin û didewşirînin û yê din jî difetisînin û ditemirînin.

Kurdên Başûr, bi taybet Berzanîyan û PDK, ji bo rizgarkirina welat û azadîya gelê Kurdistan, tekoşînek duvdirêj, şer û berxwedanek dijwar meşandin. Bi êrişkirina Amerîka li dij rejîma Saddam, hêz û miletê Kurd jî vê êrîşa wek derfetek serhildanê bi karanî û desthilata xwe li herêma Kurdistanê ava kir.

Di demek Faris û Tirk, bi dagîrkirin, qirkirin, koçberkirinan îşkence û zîndanan civata Kûrd ji desthilanîn de xistibû û digotin: “me hebûn û berxwedana miletê Kurd qedandiye!” li Başûrê Kurdistan bi serwerî û hebûnek 5 mîlyonî Kurd derket pêşberî wan. Ev jî bû sebebê herimandina xewnên wan. Van her du dewletan, destên xwe dan hev û her yek bi temamê hêz û maharetên mêtinkarîya xwe, êrîşî Rêvebirîya Herêma Kurdistan kirin. Ji bo serwerîya herêma Kurdistan ji meydanê rebe çi ji destê wan hat texsîr nekirin.

Ji bo hilweşandina îdareya Herêma Kurdistan, sê çekên xurt di dest wan de heye: yek jê bi handana nîjadperestîya beşek Erebên desthilat, hêza dewlet û hukumetên Iraq`ê li dijî herêma Kurdistan bi karbîne; dudo, di bin navê Îslamê de birêxistinkirina hêzên terorîst û bi van hêzan tunekirina Rêvebirîya Federal ya Kurdistan. Sisê jî bi çi rêyê dibe bila bibe, bera hevdana Kurdan xwe bi xwe.

Ji ber Amerîka, îran û Turkîye nikarîbûn rasterê biçin Kurdistanê dagîr bikin û rêvebirîya Kurd ji holê rakin; bi rêya rêvebirî û hukumetên Iraqê yên nîjadperest, mûçeyên karmendên herêma Kurdistanê birrîn û di gelek waran de ambargo danîn ser rêvebirîya Kurdistanê. Hêvî dikirin ku xelkê Kurd birçî bibe, dê bi rêya fîtkirina sîxur û hevalbendên wan, li dij hukumeta xwe serî hilde û desthilata Kurdistan hilweşîne! Lê tişta wan guman dikir, pêk nehat.

Rêxistinek mîna xwe barbar û terorîst ya bi navê Dewleta Îslamî Iraq û Şam (DEAŞ) avakirin, bi çek û sîleh kirin û bera pêxîla Kurdan dan. Bi piştgirîya Amerîka û hêza hevpeyman, hêza pêşmerge ya Kurdistan, zora DEAŞ bir. Piştre dewleta Îran û nîjadperestên Ereb, wek nîv resmî Haşdî Şabî bi rêxistin kirin û Herêma Kurdistanê di bin êrîş û gefa wan de hîştin. Ew ne bes e, vê carê li dijî herêma Kurdistan, hêzên bi navê Kurd tevdigerin, lê li dijî dewletbûna Kurd in; li dijî herêma Kurdistanê, PDK û Barzanîyan e, xistin tevgerê. 

Îran, ji serî de bi rêya xayinên di bin kontrola Qasim Silêmanî de, heta niha nehîştîye ku li Başûrê Kurdistan yek îdare û rêvebirî pêkwere. Loma Serokê Îranê, di salvegera kuştina Qasim Silêmanî de got: “Qasim Silêmanî nehîştîye Îsraîla dudoya (dewleta Kurd) ava bibe!”

Îro bi hênceta şerê qaşo bi PKK re, ordîya Tirk li herêma Başûrê Kurdistanê li dor sed qereqolî ava kiriye û herêma Kurdistanê di bin gefa leşkerî de pêçaye. Dewleta Tirk, şanoyek zehf eşkere dixe dewrê û wek henekê xwe bi hişê me û yê hemû cîhanê bike! Wek ew û PKK  şer dikin, lê gundê Kurdistanê dide valakirin û li şûna wan qereqolan datîne. Hinek jî xwe li ber bayê vê şanoyê ewqas berdidin; divên: “Berzanî û Hukumeta herêma Kurdistanê, ji bo ku hevkarên Tirkan e, loma destûr didin dewleta Tirk ku erda wan dagîr bike(!)” Lê her kes dizane ku dewleta Iraq muhatabê dewleta Tirk e. Hêzek Berzanî ya Ezmanî û bejayî tune ye ku bi dewleta Tirk re şer bike. Her weha nikare bi dewleta Îran jî re şer bike.

Li Rojava jî ordîya Tirk bi hênceta şerê bi PKK re , Efrîn û Serê kanîyê dagîr kiriye. Tevlî ku PKK li van dera li dij dewleta Tirk tu çalakîyan rênade jî  dewleta Tirk, her roj deverên Rojava yên sîvîl û hemî pêdivîyên jîyanê bombebaran dike. Weke zimanê xwe xwaribin, tu kes ji van êrîşên Tirkî re dengê xwe nake! Armanca dewleta Tirk, nehêle Kurd bibe xwedî tu destketin û jê re pê were, xeyala xwe ya Mîsak-I Mîllî bîne cîh, ji Efrînê heta Mûsilê dagîr bike.

Ji bo tunekirina hebûna Kurdan û Herêma Kurdistanê, dewletên Îran, Turkiye, nîjadperestên Ereb û taşeronên wan bi hevre êrîş dikin. Kurdên dervî peyayên dagîrkeran, divê yekîtîya xwe xurttir bikin û bi hêzên cîhanî yên demokratîk li dijî van terorîstên hov derkevin. 18.012024

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *