Di nav çar beşên welat de bê guman pir rêxistin, şoreşger û welatparêz bi milyonan hene! Min di dawî de hewce dît ku divê derbarê de ez baweriya xwe ji gele xwe re pêşkêş bikim!
Welatparêziya xwe bêtir min ji Rojavayê Kurdistanê girtiye! Dema ez di navenda Komela Xwendevanên Kurdistanê LiDervayî welat de bûm, wê demê partî û rêxistinên Kurd lidervayî welat tûne bûn! Wê deme Komela XwendekarênKurd, ji berku partî û rêxistinên Kurdan li dervayî welat liqênxwe venekirî bûn! Karê partiyan û endamên wan di navKomela Xwendekaran de wek endamên komele kar dikirin. Ez naxwazim navê berpirsiyarê hin partiyên Kurd bidim! Lê wêdemê endam û berpirsiyarên partiyan yên komiteyên navendîjî din av komela xwendekaran de wek endam bûn! Wana jîwek endam bi çalakî jî kar dikirin!.. Min di nav karûbaran de dît ku xwendekarên rojava ji yên aliyên Kurdistanê dînwelatperwer û şoreşger bûn! Hestên welatperweriyê li gor pir ciyên welat pêşda çûyî bû! Ji wan mirovan hinekan jî bi navê“Partiya Kurdan Ya Marksîst û Leninisf” bi napenî kar dikirin. Gelek endamên Komela Xwendevanên Kurd li bajarê Pragê dinavenda Komela Xwendevanên Cîhanê Yên Sosyalist de jîendam bûn. Serok û endametiya navendî de jî wana wekendam Kurdan kar dikirin!.. Di wan salan de xwendekarênKurd yên li dervayî welat gelek çalak bûn!..
Mijara min ya vê gotarê ew bû, ku welatparezî û şoreşgeriyamirovên Kurd yên li Rojavayê welat dijîn, ew ji ku têye? Ezdawî de têgîhîştim ku dema Fransiz li Suriyê bûn, di navbeynêsalên 1920-1946 an de ji bo Rojava û Kurdên li wê dijîndi nav ronakbirên Kurd de di aliyê çand û dîrokaKurdistanê de xwe nasîn û bi xwe hatina Kurdewatiyê di wê demê de pêşda çûye!.. Di wan salan de zilm û zordariya li ser Kurdên Bakurê welat dibûn, pir Kurdênronakbîr jî derbasî Rojavayê welat bûyî bûn! Taybetî jiBakur malbeta Bedirxaniyan li Suriyê di hinek zirûfênserbest de wê demê dikarine ku weku FransizanElîfbeya Latîni çawa kar tanîne Bedirxaniyan jî bi tîpênLatînî rojname, Kovara Hawar, Kovara Ronahî derxistineû di nav gelê Kurd de bilav kirine! Ew dagirkeriyaFransizan di aliyê çandî û geleriya Kurdan de hin derfetdayî bûn Kurdan. Gelek Kurd bûyî bûn leşkerêFransizan!.. Di wan salan de pir Kurd bi tîpên Latînî hînîFransizî û Îngîlîzkî jî bûyîne! Bi tîpên Latînî zimanê Kurdîhînkirin hên jî hêsantir bûye!..
Dema Fransizan li Suriyê di pirsgireka netewî de li ser Kurdan bandorek netewiya Ereban hindik bûye, an jî qet ne bûye!..Leşkerên Fransizan li Çiyayê Kurmênc heya Qamîşlokê bêtirbi Kurdan re xebitîne! Berpirsiyarên rêvaberiya sînor yênasayîşê piraniya wan jî Kurd bûne! Ji wan kesan yek malbetêdixwazim mînak bidim! Berpirsîyarê navçeya Antakya, Çiyayê Kurmênc, Kilîs û Dîlokê (Anteb) Qoco Axa bûye! Diserboriyên Nurî Dersimî de, ew li ser Qoco Axa jî agahiyandirêj dide! Lawê Qoco Ağa yê bi navê rahmetî Dr. QocoElbistan, ew di doza 49 kesên Kurd ku li Kurdistana Bakur digirtîgeh û dadgehan da doza Kurd bi mêranî parastine! Brayêxwe Parêzer Sitki Elbîstan û brayê wan têkoşerê navûdeng îroli Elmanyê dijît Memet Elbistan û malbeta wan di demaFransizan de li wê navçeyê bi karûbarên xwe hatine nasîn!..
Ez bi xwe ne xelkê Rojava me! Lê ez li rojava hemî gerîme û dinasim! Mamosteyên min yên hêja wek Têkoşerê nemirOsman Sebrî û helbestvanê sosyalist û welatparêz Seyda Cigerxwîn ji wana min gelek gotinên û serboriyên wan yêwelatparêz û şoreşgerî guhdarî kirine!.. Li dervayî welat jîmin pir Kurdên Rojava û welatparêz naskirin. Demên borî de endamên Xoybûnê yên hêja piraniya wan jî, ji bakur bersordestiyê revîne Rojava! Osman Sebrî ji eşîra Mirdesiyan ya li nevçeya Samsur û Kolikê ye! Seyda Cigerxwîn ji gundêHesarê navçeya Mêrdînê ji dayîka xwe bûyê.
Di 5 ê cotmeha sala 1927 an de, li Libnanê ew lêhengên bi rûmet, Xoybûn bi beşdarbûna Celadet Ali Bedirxan, Kamiran Ali Bedirxan, Memdûh Selîm, Îhsan Nûrî Paşa, Mehdî Seîd(birayê Şêx Seîd), Bozan Şahît Beg, Haco Axa, HemzeEfendî, Nûrî Dêrsimî û çendek kesên dîn dicivin û karê xweyê ji bo azadiya Kurdistanê li nav Kurdên Rojava dimeşînin! Rojavayê welat bi ronakbîrên xwe her dem heya raja îro bi nav û deng e!..
Gelo çawa dibe ku ew ciyê mêrxwas û lêhengên Kurdênewqas zana û têgîhîştî, mîrovên li ber destên wan mezin bûyî, îro ewna baweriya xwe mirovekî Tirkan di nav Kurdan de weksiyasetmedar pêşanî kirin, baweriya xwe piraniya KurdênRojava çawa bi wî anîne?!.. Min ew pirsa giran têkoşerê nemirOsman Sebrî jî pirsî. Min jê re got:“Dibêjin Apo Osman Sebrî jî bûyê alîgirê Apoçiyan!..“
Bersiva wî wûsa bû:“Ez ne Apoçî me! Ez ji avakarên PartiyaDemoqrat Li Suriyê me! Lê ez di jiyana xwe de dibînim ku bêçek, em Kurd nikarin azad bibin! Ez doza wê dikim!..“ Osman Sebrî her çiqas ji malbeta axayên Mirdesiyan bû, lê ewmîrovekî wek Seyda Cigerxwîn pêşverû û sosyalist bû! Seyda Cigerxwîn xwe Marksist û Lenînîst jî dibînî!.. Wî digot: „Riya me riya Lenin e! Du bendî tê de nîn e!..“
Ew sala em têda li dervayî welat di xwepêşandinan de bi duruşmên (silogan) „Yeke, yeke! Kurdistan yek e! Rojava Rojhilat e! Kurdistan Yek Welat e!..“ Bi van duruşman Kurdanbawer dikir ku Rojava hêdî azad dibe!.. Di aliyê dîn de yênKurdistana Bakûr dixwazin diyarî nijadperestên Tirk bikin, medît ku wana rola xwe li Rojava jî bi mirovên xwe bi rêvabirine!.. Bi telefonan û bi nûçeyên, Kurdan di nav xwe de dabeş dikin, me dît ku Rojavayê ber bi azadiyê diçe, ew dîsaxistine bin bandora Ereb û Tirkan!..
Derfetên azadiyê bi hêsanî dest gelên bindest nakevin! Rojavayê nîv sedsale ku li hêviya azadiyê ye! Ewa ku bi darêzorê mafên xwe bi dest xwe xistin, çawa dibe ku îro ewna, jiwê destketiyê, jê sûd wernegirin!.. Kî dizane ku heya derfetekwûsa carek dîn bi destkeve çiqas salên dîn yê biborin?!. Heya wê demê, Kurd li Rojava asîmîle bûn, wê demê wateyaazadiyê ji bo Kurdan jî namîne û bêwate ye!..
Xemgînî ne baş e! Berxwedan jiyan e! Hîn mercên azad bûnaRojava winda nebûne! Bes bi aqilê siyaseta Kurdên Bakur yênku bi navê siyasetek qirêj bi nijadperestên Tirk ve kar dikin ewnikanin ku Kurdên Rojava azad bikin!..
Kurdino! Bawariya xwe yên li dijî nav û hebûna Kurdan dibinnînin! Ew dixwazin Kurdan ji holê rakin! Gelê me yêRojava!.. Îro dem hatiye, yek bin, bi yek dengî azadiya xwexwedî derkevin! Mafên we yên ku we bi dest xistin wana jidestên xwe bernedin!..
20 ê Gulanê 2026
Abuzer Bali Han

