Salvegera bidarvekirina Şêx Ebdulselam Barzanî

Îro 14ê Kanûna 2018, 104mîn salvegera bidarvekirina Şêx Ebdulselam Barzanî ji aliyê Dewleta Osmanî ye.

Roja 14ê meha 12 a 1914an, bi biryara Dewleta Osmanî, Şêx Ebdulselam Barzanî li bajarê Mûsilê hate bidarvekirin.

Şêx Ebdulselam Barzanî piştî 7 salan ji domandina şoreşê li devera Barzan, li ser bidestxistina mafên niştimanî û neteweyî yên gelê Kurd hat îdamkirin.

Rojnamevan û dîroknivîsê Fransî yê Navdar Krîs Koçêra dibêje: “Şêx Ebdulselam Barzanî xwediyê yekemîn manîfestoya tevgera rizgarîxwaz a niştimanî ya Kurd e.”

Şêx Ebdulselam, sala 1907an ji bo cara yekemîn, êl û eşîrên Kurd li Duhokê li ser çend daxwazên ji bo gelê Kurd li hev civandin û daxwaz ji sultanê dewleta Osmanî re şandin, lê dewleta Osmanî ev yek wek hewldan ji bo cudabûnê şirove kir û êrîşî devera Barzan kir.

Şêx Ebdulselam Barzanî, çendîn reform û çaksaziyên sereke pêk anîye, weke parastina daristanan, qedexekirina nêçîra teyr û tebayên herêma Berzan, qedexekirina mehrkirina keçên di temenê zaroktiyê de, qedexekirina lihevhatina dijminatîya xwînê bi jinan, qedexekirina qelen, li hember zewicandina jinan, dabînkirina azadiya olî û merasîmên olî ji bo bawermendên ola Mesîhî û  Cihûyan.

Şêx Ebdulselam Barzanî

Îro salvegera bidarvekirina Şêx Ebdilselam Barzanî ye

14-12-1914an, bi biryara Dewleta Osmanî, Şêx Ebdilselam Barzanî li Mûsilê hate darvekirin

1907an ji bo cara yekemîn, êl û eşîrên Kurd li Duhokê li ser çend daxwazên bo gelê Kurd lihev civandin.

Salvegera bidarvekirina Şêx Ebdulselam Barzanî

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *