PSK û PAKê ji bo hilbijartinên herêmî teklîfa tifaqê li HAKPARê kirin

PSK û PAKê ji bo hilbijartinên herêmî yên    ku di 31ê Adara 2019an de li dar bikeve, teklîfa tifaqê li HAKPARê kirin.

PAK û PSKyê  ji bo bi namzedên serbixwe yên welatperwer û demokrat beşdarîhilbijrtinênherêmî yên 31ê Adara 2019an bibin, xebatek dest pê kirin. Bi vê armancê PSK û PAKê diroja11.11.2018an de li Amedê bi şîaraDi hilbijartinên herêmî de alternatifekeneteweyî û demokratik”  Komxebatek li dar xistin.

PAK û PSK nuha ji bo bi namzedên serbixwe beşdarî hilbijartinan bibin, di nav xebata pêkanîna platformên herêmî yên  berfireh ku ji partîyên sîyasî, dezgehên sivîl şexsîyetênwelatperwer pêk hatî de ne.

Bi armanca pêk anîna tifaqeke berfireh, PAK û PSK  bi nameyekê teklîfa tifaqa hilbijartinêli HAKPARê kirin.

Nameye ku li ser navê Mesud Tek-Serokê Giştî PSKyê (Partîya Sosyalîst a Kurdistanê) û Mustafa ÖzçelikSerokê Giştî PAKê (PartîyaAzadîya Kurdistanê) ji Serokatîya HAKPARêre hatîye şandin ev e:

‘’Ji bo Serokatîya Giştî ya HAK-PARê

Rêzdar Serokê Giştî,

Wek zanîn, di 31ê Adara sala 2019an da li Kurdistane û li Tirkiyeyêhilbijartinên herêmîtêne li darxistin. Ji ber rewşa hestyar a ku millet û welatê me tê da derbas dibe, girîngîyahilbijartinên herêmî yên 31ê adarê hîn zêdetir dibe. Rêberîyênherêmî  herweha jibo ceribandinaîdarekirina xwe bi xwe firsendeke baş e.

Ji bo ku em bikaribin ji firsendê li gorî berjewendîyên gelê xwe feydêwerbigirin, wekePSK û PAKê me biryar daye ku bi namzedên serbixwe beşdarîhilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2019an bibin. Li ser vê biryarê jî, me weke gava ewil, di roja 11.11.2018an de liAmedê, Komxebatek bi şîaraDi hilbijartinên herêmî de alternatifekeneteweyî û demokratik” li dar xist.

Me vê biryara xwe ya namzedên serbixwe, di Komxebatê de bi hemû sîyasetvan, rewşenbîr, nivîskar û karsazên beşdar yên ku me wan vexwendibû re par ve kir.

Piranîyabeşdarên Komxebatê, piştgirî dan pêşniyarîya me ya ku em bi namzedênserbixwe yên welatperwer û demokrat beşdarîhilbijartinên herêmî bibin. Herwehapiranîyabeşdaranpêşniyar kirin da ku  li ser sîyasetanamzedên serbixwe, platformekehilbijartinê ya berfireh bê ava kirin.

Rêzdar Serokê Giştî,

Weke PAK û PSKyê, em dixwazin li gel hemû partî, dezgehênsivîl û kesayetên ku disîyasetanamzedên serbixwe yên welatperwer û demokrat de weke me difikirin re, platformên herêmî damezrînin û bi hev re xebatekêbimeşinin.

Bi mebestê, em dixwazin xebata namzedên serbixwe yên ji bo hilbijartinên 31ê Adara 2019an li gel HAK-PARê bi hev re bimeşînin, em dixwazin HAK-PAR jî di vê xebatê de li gel me be.

Bi hêvîyaserkeftinê

Mesud Tek-Serokê Giştî PSKyê (Partîya Sosyalîst a Kurdistanê)

Mustafa ÖzçelikSerokê Giştî PAKê (PartîyaAzadîya Kurdistanê)’’

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *