Lokman Polat
Romana romannivîser, weşanger û siyasetmedarê kurd Mehmet Gul di nav weşanên ¨Nas¨ de li Stenbolê derketiye. Roman 249 rûpel e. Berga wê reş û spî ye. Di berga paş de nivîskar Ahmed Can Akyol derbarê romanê de kurtenirxandinek kiriye. Mizanpaja romanê nebaş hatiye kirin. Stîla nivîsa herfan gir e, diyare ji bo ku bi hêsanî were xwendin. Hinek roman bi stîla herî hur nivîsîne ji bo xwendinê dive berçavika mirov hebe.
Weşanên ¨Nas¨ weşanxaneya Mehmet Gul e, ango xwediyê weşanxaneyê ew bi xwe ye. Mehmet Gul ji Dêrsimê ye. Ji ber xebata xwe ya siyasî û rêxistinî di dema desthilatdariya cunta faşîst diktator Kenan Evren de hatiye girtin û bi salan di hepis û zindanê de razaye. Piştî ku ew ji hepisxaneyê derketiye, vala nesekiniye kar û xebata xwe a siyasî û rêxistinî domandiye û dest bi weşangeriyê kiriye.
Di xebata weşangeriyê de kovarek bi navê ¨Serketin¨ weşandiyee. Paşê di weşandina rojnameya ¨Roj¨ û ¨Nûroj¨ de cih girtiye. Di kovara ¨Serketin¨ û di van herdu rojnameyan de gelek gotarên wî ên siyasî hatine weşandinê. Niha car caran di televizyona dijîtal ¨Çarpel Tv.¨ de bernameyên siyasî çêdike û pêşkêş dike. Ew kar û xebata xwe ya weşangeriyê li ser nave weşanên ¨Nas¨ didomîne. Çend pirtûkên min ên kurdî jî di nav weşanên ¨Nas¨ de hatine weşandinê. Lêbelê giraniya wê weşandina pirtûkên tirkî ye. Ji xwe romana wî a bi nave ¨Zilamê ku bi baranê hat¨ jî bi tirkî ye.
Dema min romana Mehmet Gul a bi navê ¨Zilamê ku bi baranê hat¨ xwend, şoreşgeriya salên beriya 1980yî û xebata rêxistinî a wê demê hate bîra min. Ji xwe roman behsa wan tiştan a wê demê dike. Nivîskar bi devê lehenga romanê a jin ku nave wê Emîne ye wan tiştan qal dike.
Emîne bi nexweşiya penceşêrê/qanserê ketiye. Ji hêla psîkolojîk ve jî derûniya wê nebaş e. Hevalekî wê ê rêxistinî ku navî Alî ye li ber çavên wê hatiye kuştin û ev kuştin derûniya wê xirab kiriye. Di rêxistina wê de bi nave Hatîce jinek din heye, derûniya wê jî nebaş e. Wê sê mêr kiriye û berdaye. Diyar dibe ku Hatîce û Emîne ji hevûdu hez nakin. Ji xwe dibêjin jin ji jinan hez nake, diyare jinên şoreşger jî ji hevûdu hez nakin.
Emîne û Hatice li Almanyayê bûne penaber. Diyare ku herdu jî penaberên siyasî ne. Lê nediyare ku ji kîjan partî yan rêxistinê ne. Li gor qalkirina semînera ku Emîne ji hevalên xwe re pêşkêş dike û mijara wê ¨Pirsa Netewî¨ ye, mirov fêm dike ku rêxistin rêxistineke kurdan e. Di semînerê de behsa Ho Şî Mînh û Amîlcar Cabral, şerê rizgariya netewî a Gîne Bîsaû û Vîetnamê tê kirin. Beriya salên heştêyî de tenê partî û rêxistinên kurdan ên çep/ku ji xwe hemû jî çep bûn, lê hinek Sovyetî, hinek Maocî, hinek Enwer Xocecî bû/ behsa wan tiştan dikir in.
Emîne dixwaze vegere welat û here serlêdana cihê ku Alî li ber çavên wê hatibû kuştin. Wê xistiye heşê xwe çi dibe bila bibe, dive ew vegere û here ew der ango here cihê ku Alî li wir hatiye kuştin.
Lê Alî çima hatiye kuştin? Kî ew kuştiye? Bûyera kuştina wî wek meraq di hişê xwendevan de bi cih dibe û ev meraq xwendevan dikşîne nav rûpelên romanê û domandina xwendinê didomîne.
Di romanê de kesayetiyek bi nave Hakan heye, dîtin û ramanên wî, mentalîteya wî çep e, çepekî klasîk e. Axaftina ku bi Emîneyê re dike hem pir dirêj e û hem jî dîtinên wî dîtinên şaş e, dîtinên ku qet li civaka kurd naqunce ye. Ji xwe çepitiya klasîk ji civakê qutkirî ye, ew dîtinên ku ji civakê re ters in diparêzin.
Lehengên romanê yên ku di romanê de ne mirovên siyasî ne, lê armanc û hêviyên wan ên siyasî di şert û zurûfên penaberiyê de bi koçberiyê re di nav pêvajoyekê de derbas dibin. Ev rewşek dramatik û trajediyeke ku hatiye serê bi hezaran kurdan.
Penaberî bûye rastiya kurdên siyasî. Penaberî ya girseyî û bi piranî di 12’ê Îlonê de ket jiyana kurdên siyasî û bi rêxistinî. Yên ku nikarîbûn li welêt bijîn neçar man ku welatê xwe biterikînin.
Hinek çûn ji bo ku dîsa vegerin, lêbelê piraniya wan venegeriya. Gelek di sirgûniyê de nexweş ketin û mirin, çûn ser heqiya xwe, gorîstanên gelek kurdên rewşenbîr û siyasetmedar li welatên ewropayê ne. Yek ji mijarên ku Emîne derbarê wê de kûr bifikire ev e. Ji xwe hevalê wê Hakan bi devê xwe dibêje ku êdî ew naxwaze vegere welat. Ango li sirgûnê bimîne û li wir bimre.
Di nav tevahiya endamên partî û rêxistinên kurdan de her ku mesafeya di navbera sedem û armancê de dirêjî çê bû, pirsgirêkên rêxistinî û ferdî derketin holê. Gelek kadroyên siyasî ên partî û rêxistinan dev ji partî û rêxistinên xwe berdan û bûn serbixwe. Hinekan giranî da ser kar û xebata çandî û edebî û ji xebatên siyasî û rêxistinî dûr ketin. Ev jî bû realîteya kurdên siyasî yên li sirgûnê.
Di romanê de mijara şer û pevçûn û nakokiyên di nav rêxistinan de jî tê rave kirin. Lehenga romanê Emîne di van pevçûnan de mêrê xwe û birayê xwe winda dike. Di romanên kurdî de û di romanên tirkî ên ku nivîskarên wan kurd in de ev nakokî û çîrokên kesên di nav şerên partî û rêxistinan de mirine bi tevahî nehatine vegotin. Ev mijarek girîng e ku di romana Mehmet Gul de balkişandiye ser vê mijarê.
Şerê navxweyî ku kurd jê re şerê birakujiyê dibêjin, şer û pevçûnên di nav partî û rêxistinên kurdan de yên dema berê, ji hevûdu kuştin têgihiştineke ku têkoşîna siyasî ya li hemberê hevûdu weke şerê çekdarî dihesibîne, di şûna têkoşîna îdeolojîk û siyasî de şerê çekdarî li hemberê hevûdu bikaranîn şaş e. Ev cure şer di esasê xwe de dixwaze têkoşîna netewî têk bibe, “nakokiya navxweyî” bi şerê çekdarî bi ji hevûdu kuştinê hel kirin zirara herî mezin daye û dide doza netewa kurd.
Di romanê de kesayetiyeka bi navê Hatice heye. Herweke ku problemên wê yên derûnî/psîkolojîk heye tê xuyakirin jî bi min kesa herî bieqil Hatice/ Xetîce ye. Dema ku Emîne dixwaze vegere welatê xwe Xetîce hema dîn dibe; Ew aciz dibe çima kesê ku bi rastî nexweş e dixwaze vegere bajarê xwe. Ew tiştek têgihîştî pêşniyar dike, ew dibêje, dermankirina hest û ruhê xwe pêk bînin, tedawî bibin û paşê hûn ê biçin. Di romanê de bieqilekî din jî Hakan e. Ew gelek xeta û kêmaniyên Alî tîne zimên. Aliyê ku Emîne wî çarçar mirovekî bêqisûr dibîne.
Bi gotina kin û kurmancî, mirov dikare ji bo vê romana Mehmet Gul a bi navê ¨Mirovê ku bi baranê hat¨ re bibêje “romana siyasî” ye. Ev romaneke ku; xwendevan, ango her kesê ku bi siyasetê û xebata rêxistinî re mijûl bûye, bi siyasetê re eleqedar bûye û ji bo doza netewî û demokratîk, ji bo azadiya gel û rizgariya welat bedel daye, ew dê xwe yan jî hinek hêlên xwe tê de bibîne,
Çîroka romanê neqediyaye, nîvco maye, ango roman hêj didome. Di berdewama wê de dê diyar bibe ka Emîne vedigere yan na? Heger ew vegere welat dê çi bibîne, çi bê serê wê? Serpêhatiya vegera wê û serboriyên wê di welêt de dê di berdewama vê romanê de bê rave kirin.