Erdhej û dewleta tirkan!

Șeyhmus ÖZZENGİN

Erdhej û dewleta tirkan!

Erdhej, karesatek xwezayî bû hat serê 10 bajar, navçe, gun û gundokên kurdan. Li Bakûrê Kurdistanê, herêma ku erdhej lê qewimî, herêma nêzî erdnîgarîya ku bi herêmên tirkan re sînordar e. Kurdî û kurdayetî di van herêman de zînde bû. Dewleta tirkan, wek ku vê erdhejê fersendek da dewletê, li dij kurdan bikar anî. Bi vê fersendê pîlanên xwe xist dewrê.

Dewleta tirkan, sê rojan alîkarî neda herêmên kurdan û hişt ku mirin û maxdûrî li van deveran zêde bibe. Hişt ku rûniştîyên herêmê zû bi zû herêmê terk bikin û herin navçeyên ku tirk lê dijîn. Dewleta tirkan ev derfet girt ku bajar, navçe, gund û gundokên herêmê çol bibin. Ev bi pîlan bingeh ji guhertina demografîya herêmê re anî. Îro hejmarek mezin, herêm terk kirîye.

Dewleta tirkan, bi zanistî, hejmara qûrbanîyan veşart û bi hejmarek hindik, xwest ku ser karesatên erdhejê û bandora erdhejê bigire. Nêzî 12 milîyon însan di van herêman de rûniştîner bûn. Ji vê hejmarê niha 4 milîyon însan nemane. Hejmarek mezin cangorî bûn û termên wan jî nehatin dîtin. Yên mayî jî herêm terk kirin.

Miletê Kurd, di serma zivistanê de, bi rojan li ser avahîyên hilweşandî, bi dilekî birîndar, li benda mirîyên xwe man. Mixabin, ev avahîyên hilweşandî ji wan cangorîyan re bûn mezel. Niha jî ew termên di bin avahîyan de mane, bêhn didin û ev jî dibe sebeba nexweşîyan û ji bêhnê mirov nikarin rehet li cesedên xwe jî bigerin. Miletê me, bê ku mirîyên xwe veşêrin herêmê terk dikin, ev karesatek derûnî jî wê bi xwe re bîne. Divê ev kirinên vê dewleta barbar derkevin ronahîyê!

Bi hezaran zarok bêxwedî man. Piranîyên wan, navê wan, nasnameya wan jî ne dîyare. Em pir baş dizanin bê wê dewlet van zarokên Kurd, çawa û bi çi metodan asîmîle bike, bike nîjadperestên tirkan û li henber kurdan bikar bîne. Di jenosîda Dersimê de ev karesat anî serê zarokên Dersimê yên wenda. Îro jî ev malxerabî li benda van zarokên kurdan ku li herêmên erdhejê bêkes, li dû erdhejê mane.

Meriv û malbatên Kurd ku daxwaz kirine wan zarokan bigirin bin hîmaya xwe, dewleta tirkan, daxwaza wan red dike. Bi distê dewlyetê qefle bi qefle, ev zarok radestî tarîqat û malbatên tirk yên nijadperest tên kirin. Her çiqa ku malbatên kurdan daxwaza van zarokan jî kiribe; di bersîvê de eşkere kir ku; “kontejan tije bûye, zarok li berdestê me nemane.”(!)

Ew nîşadperestên tirk, ku wan zarokên kurdan bigirin cem xwe, em dizanin bê wê çi bîne serê wan zarokan. Wê di bin metirsî û zilmek xerab de, mejûyê wan zarokan bêt şuştun û wek nîjadperestên tirkan bên mezinkirin. Wê ev jî bibe sebebê trawmayên derûnî. Ev sûcekî nemirovî ye. Jenosîda zarokên miletekî ye.

Divê ji hêla mafgerî de Komînyonek berfireh ji hiqûqnasên Kurd bêt damezirandin. Ev Komîsyon, di warê guhertina demografîya herêmê de û ji bona zarokên bêkes ku çi bi serê wan de hatîye bişopîne. Lêkolînan li herêmê bike, agahîyên rast û pîlanên dewletê eşkere bike.

Divê komîsyonek ji parêzer û hiqûqnasên Kurd bêt avakirin. Ev komîsyon, serî li UNİCEF, cemîyeta NY û parlementoyên Yekitîya Ewrûpa û Emerîka bixîne û rewşa herêmê, guhertina demografîya herêmê, rewşa wan zarokên kurdan, bi dosyayên liberdest re bîne rojevê.

Ji bona ku hîn pirtir zilim li van zarokên Kurd yên ku li herêma erdhejê yetîm û sêwî mane neyê, divê pêşî li vê jenosîda zarokên Kurd yên herêma erdhejê bêt girtin.

Divê pêşî li guhertina demografîya herêmê bêt girtin ku derfeta karesatên hîn mezintir nekeve destê dewleta tirkan.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *