Qado ŞÊRÎN: Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî

Roja 26.02.2023 li bajarê Arnhem yê Hollanda, li Komeleya Koç-Kak, nivîskarê Kurd yê hêja Qado ŞÊRÎN pirtûka xwe ya bi navê “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî”, da naskirin û îmze kir.

Nivîskar, di pirtûkê de, di derbarê huner û helwesta Mihemed Şêxo de pêşgotinek têr û tije û watedar nivîsîye. Piştre bi kinayî behsa jiyana Mihemed Şêxo kiriye. Cîh daye gelek belge, hevpeyvîn û nivîsên di derbarê Mihemed Şêxo ku di kovar û rojnameyan de derketine. Di sala 1995an de wek destpêka vê pirtûkê çapa I. amade kiriye. Lê hin kêmanî û şaşiyên di çapa yekê de, di vê çapa dudoyan de ku di sala 2022 ya de hatiye amadekirin, lê hatiye zêdekirin û rastkirin. Pirtûk ji 360 rûpelî pêkhatîye.

Nivîskar Qado Şêrîn, bi alikarîya dîya û vîdeo daxuyanî û gotarek dûvdirêj amade kiribû. Bi kurtasî behsa jîyana hunermendê mezin û hêja kir. Piştre li ser lêkolîn, belege û rexneyên di cîh de û ne di cîh de hatine kirin, gotarek dûvdirêj pêşkêş kir.

Qado Şêrîn, dema çapa yekê diweşîne, beramberî gelek bertek, rexne û dijmînên tund yên ku piştî jîyana Mihemed Şêxo hin sitran û awazên wî ji xwe re kirine mal yan jî nivîskarê lêkolîner ku bê îradeya xwe şaşiyek kiribe. Ji xwe ew dibê: ‘‘ez ji rexne û eşkerekirina rastiyê re bi her awayî amade me! Lê gef, carisî û sixêv ne zimanê ku hunermend, rewşenbîr û nivîskar li dij hev bi karbînin! Min her daxuyanî, li gor lêkolîn û belgeyan kiriye; kî van pêşvedanên min ne rast dibîne, di nava pîvanên medenî de, dikare di her pilatformê de min rexne bike û bi min re munaqeşe bike! Armanca min, hunermendekî ewqas bi rûmet û mezin ku ji çand û hunera gelê Kurd re xizmetek ewqas giranbuha kiriye, divê keda wî wenda nebe û pêşkêşî neteweya Kurd bibe! Ya girîng jî çênabe ku mafê wî bê xesipkirin!‘‘

Ev pirtûka ji alî nivîskar û hunermendê hêja Qado ŞÊRÎN hatiye amadekirin, li gorî min jî gelek hêja ye ku li ber destê her Kurdekî hebe. Ji dêbla ku her Kurdekî ku ji bo vê xebata nivîskar, jê re sipas bike û wî teşwîqî van şêwe xebatan bike, lê pê re şer bike, ev neheqiyek li çand, huner û edebîyata gelê Kurd e. Gava em muzîk û awaza Mihemed Şêxo ya xurt û şêrîn li aliyekî deynin, wateya gotinên helbestan bi serê xwe cîhanek raman û hestan e!

Qado Şêrîn, ked û xebatek giranbuha xerc kiriye. Ez wek Kurdekî wî pîroz dikim û jê re sipas dikim. Bi hêvîya berdewamiya lêkolîn û xebatên bi vî rengî pêşkêşî me bike.

Nivîskarê birêz Qado Şêrîn, gotara xwe bi vê hevoka watedar û hestgîr temam kir: ‘‘Mihemed Şêxo mezin bû û mezin jiya, piştî wefat kir, mezintir bû.‘‘

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *