
Ji gellek welatên cuda, ji hemû beşên Kurdistanê Partîyên sîyasî, komele û sazîyên sivîl, akademisyen, ronakbîr, nivîskar û çalakvanên doza netewî beşdar bûbûn. Hejmara beşdaran ji 200 kesî zêdetir bû. Li ser navê partîyan û kesayetan 20 kesî mafê axaftinê girt û bi sînorkirina 5 deqqan nêrînên xwe anîn zimên. Ji bo tayînkirina wexta axaftinê dem kêm bû. Gellek kesan mafê axaftinê xwestin, lê ji ber demê mafê axaftinê negirtin.
Mijar li ser dîyaloga nav mala Kurdî bû. Em hemû dizanin amûra pratîkî ya diyalogê ziman e. Gava ziman çêkir be, derîyê dîyalogê vedibe. Diyaloga di navbera alîyên Kurdî de bi gelemperî li ser hîmên îdeolojîk dimeşe û ew jî bi xwe re sarbûnek, ruhekî biyanî û dûrxistinê bi hêz dike. Astengî û bertekan derdixe holê, derîyê dîyalogê asê dike. Ev jî bandorek xirab li ser rêvebirina siyaseta kurdî û aktorên Kurd dike. Ev faktorên hanê bandoreke neyînî li diyaloga nav-kurdan dike!
Konferans bi axaftina nûnerên partîyên sîyasî yên hemû beşan û li ser navê federasyon/qonfederasîyona Qefqasya meşîya.
Di derdora 20 kesî mafê axaftinê girtin û nêrînên xwe anîn zimên. Ji ber ku cara yekem bû konferansek bi vî rengî, têvî hemû kêmasîyên xwe serkeftî bû. Pêşnîyarên cuda, nêrînên cuda, rexne û şîroveyên cuda dewlemendîya konferansê bû. Em hêvî dikin hewldanên bi vî rengî wê dom bike û ji bo yekrêzî û dîyaloga navbera alîyên Kurdî, dîyaloga di navbera alîyên diaspora de wê hişmendîya netewî xurt bike û xîzmeta sîyaseta netewî bike.
Ez li ser navê hemû hevalên xwe spasîya komîteya amadekar û Birêz Hêjarê Şamîl dikim ku organîzasyonek ewha amade kiribûn. Ji bajarê Amedê Silav û rêz…
