Hevaltî…

Mehmed Dehsiwar

Hevaltî… Hevaltîya ji dil û can ku mirov di her rewş û awayên jîyanê de, di rojên xeternak û ronahî de xwe bide ber barên hevdu, ken û girîna hevdu parve bike û li hevdu xwedî derkeve. Bê minet, bê şert û merc. Ez wisa dizanim dayê. Ger ne wisa be, bi ya min ew ne havaltî ye. Hin kes dikarin van şartên hevaltîya bêminet giran bibînin, lê ji min re ya rast ew e. Ger ne wisa be, ez hevaltîya kesî nakim û naxwazim yek bi min re jî hevaltîyê bike.

Ez dibînim dema ku piştî du gotinan yan jî du kiryarên li gorî yekî an jî herdu alîyan ne di cî de pêk tê, hevaltî jî bi dawî tê. Yan jî dema piştî demekê ku mirov hevalekî/ê xwe ji nû ve bibîne, ew germayî û dostanîya berê nemaye. Helbet dikare sarbûnek ketibe navberê, lê mirov çawa hevalê/a xwe ya/yê berê ku bi salan fîdakarî kiribû ji bîr bike!

Mîn dît ku hevalên min, ku min dikarîbû jîyana xwe ji wan re fîda bikira, dema piştî salan ez dîtim, bi çavên pirsîyar û bi xof li min nihêrîn û nêzîkî min nebûn! Ez li wan şaş û heyirî nemam, ji ber ku ew ditirsîyan. Ya rastî dîyar bû ku ew di eslê xwe de ne havalên min bûn. Ger ew hevalên min bûna dayê, wan dê berê xwe ji min neda alî. Qet nebe, wan xwe ji min dûr nedikirin.

Helbet ez dizanim dayê, ez pir baş dizanim ku her kes mîna hevdu ne hevalên rast û pêbawer in. Lê dîsa jî divê mirov ne ewqas tirsonek be û rûmeta xwe ji bo hin tiştên piçûk neşikêne. Min dît ku di hundir de hin hevalan ji bo cixareyekê yan jî çayekê dikaribûn hevalên xwe bifrotana. Hin hevalan serî didan û sir nedidan, lê hinên din ji bo ku çend dar an jî jop li wan nekeve, çawa zûbizû navên hevalên xwe dan. Ji ber tiştên wisa piçûk, gelek dost û hevalên hêja hatin kuştin û gelek ji wan jî seqet bûn, bi saxîtî ketin gorê.

Ev tiştên wisa pir li zora min hatin û hê jî tên dayê. Te digot ”kurê min wisa neke, ev kar giran e û bi xeter e” lê min guh neda te. Te digot ”lawê min, tu bikevî xeterê, dostên te bi ser te ve nayên!”, min te ne bihîst. Ne ku ez poşman bûme, na. Îro be, ez ê dîsa wisa bikim û xwe nadim paş. Lê ez ê vê carê bi xwe hevalên xwe bineqînim. Hevalên ku heval bin, hevalên ku di tengasîyê de pişta xwe nedin mirov, mirov bi tenê nahêlin û neçin. Bila kêm bin, lê bila hevalên roja teng bin.

Îro çaxê ku ez li dawîya xwe dinêrim, dibînim ku gelek tiştên ku hatin kirin, divîya nebûna. Gelek merivên ku me heval dihesibandin, hinek ji wan ne dijmin bin jî, dost derneketin. Nanê hinekan li ser çoka wan bû û dema karê wan bi dawî hat, ew jî wenda bûn. Hinan jî di cîyên nepenî de, qaşo xwe mîna hevalan veşartibûn lê dema rewş guherî, yekser alî guhertin û mîna ku ew gotinên giran ne ji devê wan derketibûn, bûn dijberê dozê. Jîyan dayê, ne bi tenê xwarin û vexwarin an jî kinc û bergên rind û bedew e, ne ger û rêwîtîyên xweş û biha ye, qet û qet ne xan û xanîyên xweş û bi îhtîşam e jî. Her wiha ne mal, milk û pere ye dayê. Jîyan dayê, liv û tevgera bi rûmet e, hezkirina ji dil û rasteqîn e; fîdakarî ye, hişmendî ye, têgihîştin e. Jîyan, dan û stendinên bi xîret û mêzîna dadwerîyê ye. Ew hem zanîn e hem jî têgihîştin e, hem xweşbînî hem jî fîdakarî ye.

Jîyan wisa ye dayê; ew ê rojekê eşkere bibe bê kê hevalê rasteqîn û dostê roja teng e, lê ev carinan dikare dereng dîyar bibe. Rastîya xwezayî pirê caran dereng be jî derdikeve. Îcar tu dê niha bêjî piştî ku ez bimirim derkeve çi ye, dernekeve çi ye! Dibe ku ew jî rast be, lê heke mirov bikaribe jê fêr bibe, hingê dikare dîsa heman tişt neyên serê kesên din û nivşên nû. Çi be û çawa jî be, ev nêrîn û bawerîya min e û divê ez di vê babetê de xwedî ramanên ronahî bim. Ramanên bi rûmet û hêvîdar…

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *