ROJEV, PÊVAJO Û PÊWÎSTÎYA SERKEFTİNEK HEVBEŞ

Tevgera rizgarîxwaziya neteweyî ya Kurdistanê di gelek waran de, di reweşeke gelek taybet, dijwar û metirsîyeke mezin de derbas dibe. Îro li seranserê Kurdistanê plan, lîstik û êrîşên piralî û hovane ji aliyê dewletên dagirkerên Kurdistanê û hevalbendên wan ve pêk tên. Di van plan û hevkarîyên dewletên kolonyalîst de rola Îran û Tirkiyeyê xwedî cihekî taybet û piralî ye. Ji bo berlêgirtina êrîşîn weha berfireh û hovane û bidestxistina mafên neteweyî û demokratîk yên gelê Kurd, divê em bikaribin di warê rêxistinî de bersîva pêvajoyê bidin.

Weke tê zanîn pirsa yekitî û hevkarîyan pirsa herî sereke û lezgîn ya tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê ye. Di vî warî de; heta îro hem di nav rêxistinan de û hem jî di nav kadirên siyasî yên serbixwe de gelek xebat û hewldanên ji bo yekitî, hevkarî û tevkarî hatin kirin; hinek gavên kerhatî jî hatin avêtin, tecrûbeyên cihêreng hatin jîyandin. Lê mixabin ev hewldan û xebat heta îro negîhaştin encamek berbiçav. Her hewldanek serneketî rê li ber tewlîhevîyê, lawazbûnê û bêhêvîtîyê geş kir.

Bi awakî giştî îro li Bakurê Kurdistanê du xetên ber bi çav hene:
1) Xeta etegrasyona bi dewleta kolonyalîst ya Turkîyeyê re û kedîkirina miletê Kurd e. Mixabin ev xet li Bakur û Rojavayê Kurdistanê ya herî xurt e û çi bigre hemû kanî, robar û cuhokên neteweyî dorpêç kiriye û rojev di bin kontrola wan de ye. Bi gotinek din bêhn li xeta neteweyî, serbixwe ya Kurdistanîyê çikandine û nahêlin nefesê bistîne.

2) Xeta din jî xeta neteweyî û Kurdistanî ye. Lê mixabin ev xet di warê rêxistinî û piştgiriya di nava gel de gelekî jar û hejar e. Li Bakurê Kurdistanê, partî û rêxistinên di nav vê xeta neteweyî û Kurdistanî de bi serê xwe nikarin mudaxeleya pêvajoyê bikin, rojevê biafirînin û pêşengîya rojevê bikin. Ji alîyakî din, gelek kadirên siyasî û xwedî tecrûbe jî di pratîkê de ji dervî vê pêvajoyê dimînin û nikarin rola xwe bilîzin. Loma, îro ji her demê bêtir pêwîstî bi yekitî û rêxistinîyek neteweyî, demokratîk, girseyî û hevbeş ya Kurdistanî heye. Bi gotinek din divê rêxistînên li ser xeta neteweyî û kurdistanî tevdigerin û kadirên serbixwe yên dildar û dozdarên vê xetê ne, di nav avahîyek hevbeş, berfireh û demokratîk de bighêjin hevdu. Ev yekitî, divê li ser bingehê sentez û rêxistinek hevbeş bê ava kirin. Bêguman em dizanin ku pirsa yekitî û avakirina partiyek an bereyek li ser xetek serbixwe, neteweyî, demokratîk û Kurdistanî ya hevbeş, pirseke piralî û gelekî dijwar e. Lê li gor me pêwîstiya pêvajoyê, vê wezîfeya dîrokî li ser me ferz dike û heta ku em vê wezîfe û pêdiviyê pêk neynin, em dê nikaribin bi awakî pêwîst mudaxeleyî pêvajoyê bikin û pêşengîya xebat û tekoşîna neteweyî, demokratîk û azadiya gelê xwe bikin.

Ji bo xebatek eşkere, neteweyî, demokratîk, girseyî, hevbeş û Kurdistanî ku bikaribe bersîva pêvajoyê bide, divê hemû hêz, partî û kadirên kurdistanî hewldan, pêwendî û xebatên xwe berfirehtir û geştir bikin, hewldan û xebatên xwe di cihokek hevbeş de biherikînin.

3) Bêguman bi qasî çerweya siyasî, metod û awayên xebata ji bo yekitîyek weha gelek girîng e. Divê her rêxistin, partî û kadirên siyasî yên serbixwe, xwe di nav xebatek weha de bibînin; xebat û hewldanên bêne kirin, weke xebatê xwe bibînin. Bi sekin û helwestên xwe di nav wan xebatan de rolê stûnên avakir bipejirînin.

4) Em dixwazin û hêvî dikin ku ev potansiyela rêxistin û partiyên me yên xwediyê xeta neteweyî û kurdistanî ne û kadirên siyasî yên ji dervî rêxistinan in di bin sîwanek eşkere, neteweyî, demokratîk, girseyî û kurdistanî de bighêjin hevdû, da ku bikaribin bêtir bi hev re mudaxeleyî pêvajoyê bikin û ji bo mafên neteweyî û demokratîk rola xwe bilîzin.

Di vê pevajoyê de pewîstî heye ku partîyên siyasî, rêxistin, grûb, derdor û yeko yeko kadirên siyasî yên serbixwe ku bikaribin bên cem hevdu, li ser esasê rastîya welêt û neteweya Kurd, xwedîyê bîr û bawerîyên zelal yên neteweyî û demokratîk, di çarçeweya nirxên hevbeş, bi beşdarîyek fireh, di bin sîwanek neteweyî de, bi hişmendîyek Kurdistanî hemû beşên civatê reng û dengên cûda bi şêweyek girseyî û bi şexsîyet ava bikin. Tenê sîwanek weha dikare bi awakî aktîf mudaxeleyî pêvajoyê bike.

5) Li gor me di warê psikolojîk de pêvajoya yekitîyê, pevajoyeke geleki hesas û nazik e. Awa û metodên vê pêvajoyê, ji armancên lihevkirinê, ji ya nelihevkirina programekê gelekî girîngtir e. Loma jî divê em bi hevdu re metodeki li gor bejn û bala pêvajoyê peyda bikin. Bi taybetî divê em xwe ji bîr û bawerîyên tenggirtin, jidervehiştin xwe li ser hev ferzkirin û nexweşîya ezezîyê dûr bixin. Herweha divê em bîhnek fireh, bi tecrube û zanyarîyên xwendinek kurdistanî, bi aqilek hevbeş û li ser bingeha berjewendîyên neteweyî tevbigerin. Loma jî pirsên weha girîng û heyatî divê di civînên hevbeş û bi beşdarîya kadirên bijarte yên serbixwe ku di warê çerçeweyek weha de nezîkî hev difikirin û dikarin temsîlek berfireh pêk bînin de bê munaqeşe kirin û li ser encamên hevbeş xebat û hewldan bêne organîze kirin. Teva hemû astengî, zehmetî û planên dewletên dagirker pêwîstîya me bi gotûbêjên çareserîyê, bi rê û rêbazên serkeftinê heye. Berfirehkirin û geşkirina êrîşên seranserê Kurdistanê erk û pêwîstîyek balkêş li ser me ferz dike. Ev ferz kirin û erk jî hêzkirin û xurtkirina xeta neteweyî ye.

Cano Amedî 25.05.2022 Amed

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *