Ji bo perwerdehiya zarokan pirtûka bi Kurdî, Tirkî û Îngîlîzî derket

Pirtûka ku bi sê zimanan (Kurmancî,Tirkî, Îngîlîzî) ji aliyê mamoste Alekan Nyland ve bi awayekî pedagojik hatiye amadekirin, ji Weşanxaneya Sîtavê der çû.

Alfabeya Kurdî ji bo perwerdeya pêşdibistanê hatiye amadekirin. Pirtûk, alfabe, navê roj, hefte û mehan, hejmar, demsal û gelek tiştên din bi zarokan dide fêmkirin.

Pirtûka ku bi hersê zimanê n Kurmancî, Tirkî û Îngîlîzî bi awayekî pedagojik hatiye amadekirin, ji bo perwerdehiya zarokan pêşketî û bikêrhatî ye.

Yek ji taybetymendiyên pirtûkê ew e ku dihêlê zarokên Kurd bi hêsanî alfabeya Kurdî fêr bibin.

Mamoste Alekan Nyland ku li bajarê Stavanger ê Norwêcê dijî û li zanîngeha heman bajarî li ser pêşxistina zarokan û pedagojiyê xwendina xwe dike, ev pirtûk amade kiriye.

Pirtûk yekem car bi piştgiriya Wezareta Perwerdeya Norwecê li wî welatî bi herdu zimanên Norwecî û Kurdî hate nivîsandin.

Mamoste Alekan Nyland ku niha li Zanîngeha Stavanger li ser pêşxistina zaokan û pedagiriya xwendina xwe dike, da zanîn ew pirtûk dihêle ku zarokên Kurd bi hêsanî alfabeya Kurdî fêr bibin û got: “Kurdên li vir dijîn jî eleqeyek mezin nîşanî pirtûkê didin. Pirtûk hem bi Kurdî hem jî bi Norwêcî hate nivîsandin. Me destpêkê 500 pirtûk çap kirin, lê me dît ku eleqeyek gelek mezin heye, me niha dest bi amadekariyên çapa duyemkirin.”

https://www.rudaw.net/kurmanci/culture/24032021

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *