HAWAR (12.09.1932- 15.08.1943)

Kovara HAWARê, ji alîyê Celadet Alî Bedir- Xan (1897 Stenbol- 15.7.1951 Şam) ve li Şamê di navbera salên 1932-1943yan da bi tevayî 57 jimare hatîye derxistin. Jimareya pêşîn di 15yê gulana 1932an da çap bûye û jimareya dawîyê ya 57an jî di 15yê tebaxa 1943an da hatîye weşandin. Lê emrê kovarê yê rastîn, ne 11 sal e, belkî kêmtirî 5 salî bûye. Ji ber ku di navbera çapkirina hin jimareyan da rawestandineke dirêj heye. Wek mîsal; jimare 1- 15.5.1932: jimare 23- 25.7.1933: jimare 24- 1. 4. 1934: jimare 26- 18.8. 1935: jimare 27- 15.4.1941: jimare 57- 15.8.1943 derçûne.
Kovar, bi Kurdî û Fransî derçûye. Beşê Fransî di navbera 2-4 rûpelan da bûye. Di jimareyên 1-23yan da alfabeyên Kurdî-Latinî û Erebî-Farisî hatine bikaranîn. Piştî jimareya 23an, tenê alfaba Kurdî-Latinî hatîye bikaranîn. Her jimareyek bi gelemperî derdora bîst rûpelî bûye û bi Kurdîyeka xwerû derçûye. Kovara HAWARê Jibo zimanê Kurdî şopeka nû vekirîye. Eger tabîr di cîyê xwe da be Hawar, jibo zimanê Kurdî adeta bûye dibistanek.
Hawar, kovara ziman û çanda Kurdî bûye. Li Almanyayê di 1976an da ji alîyê gorbihiştê Hemreş Reşo ve jimareyên 24-57an ên Hawarê hatine komkirin û ji nû ve çapkirin. Gorbihiştê Mihemed Bekir jî jimareyên Hawarê yên 1-9an ji alfabeya Erebî-Farisî wergerandîye Latînî û li Stockholmê di 1987an da ji nû ve çapkirîye. Ji ber ku emrê M. Bekir têr nekir û bernama ku dabû pêşîya xwe ku jimareyên 1-23yan di sê cildan da (Cild 1: 1-9; Cild 2: 10-16; Cild 3: 17-23) ji nû ve çap bike, mixabin tevav nebû. Lê mala Firat Cewerî avabe ku hemî jimareyên Hawarê (1-57) di du cildan da (Cild 1: 1- 23, 1932-1933; Cild 2: 24-57, 1934-1943 berhev kir û di 1998an da li Swedê ji nû ve weşand. (HAWAR, Weşanên Nûdem Swed 1998)
HAWARê qîmeteka gelek mezin daye zimanê KUrdî û loma di jimareya pêşîn da weha gotîye:
”Herwekî nas e, fikr û hîs di dora zimên da digehînin hev û her ziman fikr û hîsên xwe û awayê gotina xwe bi xwe ra hildigre û ew pê ra diguhêzin û pey zimanên xwe dikevin. Bi vî awayî digel zimên fikr û hîsên bîyanîyan jî tên dikevin nav me, di dil û hişê me da cî digrin, û rû û gonê me yên manewî diguhêrînin, diheşifînin.” (Dr. Kamiran Bedir-Xan, Hawar, j.1, r.5)
Dîsa C. Bedir-Xan li ser girîngîya zimên weha dibêje:
”Miletên bindest heyîna xwe ji serdestên xwe bi du tiştan, bi qeweta du çekan diparêzin. Ol yek,. Ziman dudo. Lê heke ola miletê serdest û bindest yek bibe, hingî çek yek bi tenê ye û bend tenê ziman e.” (C. Alî Bedir-Xan, Hawar, j. 20, r. 1)
Bi kurtayî ez dikarim cewhera zimanê Kurdî û hedef û amanca Hawarê bi çend hevokên hêja yên Celadet Alî Bedir-Xan bidim rêzkirin ku ew li jêr in û weha ne:
”Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e. /Xawe nasîn ji me ra rêya felat û xweşîyê vedike. /Her kesê ku xwe nas dike; dikare xwe bide naskirin./ Hawara me berî her tiştî heyîna zimanê me dê bide nas kirin. /Lewma ku ziman şerta heyînê ya pêşîn e.” (Celadet Alî Bedir-Xan, Hawar, h. 1, 1932)
Jibo nifşên (neslên) nû ku pê nizanin, ez dixwazim çend gotin di heqê Celadet Alî Bedir-Xan da bêjim. Celedet Beg û birayê wî Kamiran Alî Bedir-Xan demek bi siyasetê ra jî mijul bûne û jibo hewildanên avakirina Kurdistaneka serbixwe ketine nav hewildanan. Lê wek encam li ortê ye, hewildanên Kurdan ên ku wek Koçgirî, Şêx Seîd û Agirî tên naskirin; hemî jî bi awayên hovîtîyê hatin pelçiqandin, bi dehhezaran Kurd hatin kuştin, bi sedan pêşewayên Kurd li ber darên sêpîyan bûn cangorîyên (şehîd) Kurdistanê, bi dehhezaran cîhil (sirgun) bûn. Bi awayeke dî Kurdistan serubinu bû. Siyaseta Kurdî bi tevayî şikestineke mezin xwar. Celadet bi xwe jî yek ji wan berpirsîyar û damezroxê rêxistina XOYBÛNê bû. Piştî wan şikestinan Celadet destên xwe ji karên siyasî şûşt û biryar da ku êdî li ser ziman û kultûra Kurdî bixebite û wek despêk, bi derxistina Kovara HAWARê ket nav qonaxeke jîyana xwe ya nû û birayê wî Kamiran jî bi heman helwestî ket nav jîyana çand û zimên. Loma Celadet Beg di jimareya 17an ya kovara xwe da weha li cuwanên Kurd xîtab dike:
”Xorto! Amanca te rizgarî ye. Rizgarîya welat û miletekî ye. Navê amanca te Kurd e, Kurdanî ye, Kurdistan e. Amanca te li ber te sekinîye. Di şiklê mirovekî da ye. Tu lê dinihêrî, ecêbmayî dimînî. Herê tu dibînî, dest, ling, mil, pol, parsû, parhan, her tiştên wî hene. Lingê wî yê rastê berepêş, yê çepê berepaş diçît. Laş di cîyê xwe da ye. Xwe ne dide pêş, ne jî paş. JI ber ku ji alîkî ve pêş ve, ji alîyê din paş ve tête kişandin. Tu zanî çima xorto? Lewma ku her du ling ne yek in. Navbera wan da yekîtî nîne. Divêt, tu bixebitî van her du lingan bi alîkî ve bilivînî.”
”Xorto! Bi ser kela me da girtine. Ji der ve dijmin dirêjî me kirîye. Ji her mêlê êrîş. Di hundurê kelê da şerekî din, bê eman û ji yê pêşîn mezin û dijwartir heye. Şerê me bi hevûdû ra. Di mal da jî dijmin.
Herê xorto! Birîna me ya mezin û xedar dexs (hesûdî) e, berberî ye, jana dexsê ye. Em sîngjar in. Ji derve serma li me dixe. Li hundir em bi janê dikevin…”
”Xorto! Holê bixebite: An bi xwe çêke, an arîkarîya ewan bike ku çê dikin, ava dikin.. Di dunyayê da tutişt nîne ku tekûz bêt. Di her tiştî da, nemaze di karên nû despêkirî da, pirrîcar, kêmanî hene. Heke te kêmanî dîtin, hema dirêjî wan meke. Lê bixebite ku tu bikevî nav wan, arîkarîya ye. Huner di rastkirina stûna xwêl da ye.”
Di bin rêveberî û mamostatîya Celadet Alî Bedir-Xan da şexsîyetên wek Dr. Nûreddîn Zaza, Cegerxwîn, Osman Sebrî, Hesen Hişyar, Qedrî Can û gelek kesên dî hatin perwerdekirin û bûn xwedîyê îcazetê û her yek ji wan rûpelên Hawarê xemilandin û ji çand û edebîyata Kurdî ra xizîneyeke giranbuha çêkirin. Eger îro nivîsîna kurdî bi tîpên latînî bûye xwedîyê duzenek; ev bi xêra mamostayên hêja Celadet Alî Bedir-Xan û Kamiran Bedir-Xan û hemî nivîskarên Ekola Hawarê çêbûye ku bi çend gotin û hevokan nemikun e ku li vir mirov bikaribe wê bide xuyakirin. Loma em hemî kurd deyndarê wan mamosta û qadroyên Ekola Hawarê ne ku divê em timî wan bi qedreke mezin bibîrbînin û serê xwe li ber wan bitewînin.

Leave a Reply

Your email address will not be published.