REWŞA TEVGERA KURD Û “REALÎZM”

Tevgera Kurd, di vê sedsalê de, li gorî rewşa cîhanê û ya mêtinkaran, li gorî hêza xwe ya rêxistinî û bawerîya xwe ya îdeolojîk bû xwedîyê bername û armancên cuda. Li gorî rewşê, carna otonomî an mandatî, carna jî serxwebûn an mafê çandî bitenê wek armanc da pêşîya xwe. Lê ji bo ku Kurdên dest bi tekoşînê kirin, yekîtîya xwe ya netewî pêk neanîn, bi hêsanî hatin lîstikên dijmin, qels bûn, belav bûn û têk çûn. Hêzên cîhanê yên li ser welatê me xwedî hesab jî, li gorî kara xwe rewşa gelê Kurd xebitandin û dixebitînin. Hertim li me şîretan dikin, lê ji bo kara sîstem û dewletên xwe, bi neyarên me re hevkarî û dostanî dikin. Lê mixabin, tevgera Kurd, tevlî ku bi tekoşîna herî dijwar, li hemberî êrîşên dijmin yên hovane heta dawîn xwîna xwe rijandiye, ji ber qelsî û bêtaqetîyê, bi pirranî hêvîya xwe bi hêzên derve girêdane û li gorî şîretên wan hêzan qîma xwe bi armanc û daxwazên herî bi şûnde anîne. Hinekan doh hêvîya xwe bi Çîn û Sovyetê ve girêdabû, îro jî hinek hêvî dikin kuYekîtîya Ewropa an Emrîka, mafekî ji wan re bidin bidestxistin. Lê ji bo vêna jî, divê Kurd ji çerçova şîretên wan dernekevin û “realîst” bifikirin; “loma divê li çareserîyek ku statukoya Rojhelata navîn xera neke bigerin; divê Kurd dûrî şîdetê û terorîzmê bin”. Yanî Kurd bêdengbin heta ku biqedin! Lewra ji alî din jî, dewletên mêtinkar, heta hebûna Kurdan tahamul nakin, bi nasnama Kurd û ji bo mafê Kurd, destûra rêxistinîyê nadin gelê Kurd, tevlî vêna, polîtîkayên asîmîlasyonê û tunekirinê roj bi roj dijwartir dimeşînin û mîna ku em li tiragedyakê temaşe bikin, gelê Kurd berbe rûxîn û nîjadqedandinê ve dibin!

Li Bakurê Kurdistan, ev 15 sal in rojeva tevgera netewî ya Kurd, ji alî PKK ve hat tayinkirin. Sedem jî, bi îdeolojîyek sosyalîst û bi armanca li ser çar beşê Kurdistanê avakirina dewletek serbixwe ku şerê çekdarî dimeşand. Tevlî dîktatorîya Apo ku PKK di nava xwe de ne demokratîk e, tu carî yekîtîya netewî nexwest û bi rêxistin û partîyên her çar perça re neyartî dike û ket bin kontrola Sûrî, li hundir û li der, di her warî de sîyaset û taktîkên nerast dimeşîne jî, dîsa me dît ku heta dawîn ji gelê Kurd piştgirî û alîkarî girt.

Ji dêbla ku di rohnîya van rastîyan re em rewşê vejenînin, bigehîjin encamek rast û ji nû de xwe reorganîze bikin, hinek rêxistinên me, ji rewşa PKK ya xerab ku ketîyê, ji xwe re pay derdixin û dixwazin têkçûna PKK, wek şaşîya îdeolojîya sosyalîst, rêxistinîya îlegal, ji bo Kurdistanek yekbûyî û serbixwe meşandina şerê çekdarî bidin rêdan. Lê tu ji kîjan endamê van rêxistinan bipirse, berevacî lênerînên xwe yên fermî wê bibê: “Mafê gelê Kurd serxwebûn e û ez yekîtîya çar beşê Kurdistanê û dewletek Kurd dixwazim; lê li gorî rewşa cîhanê û Rojhelatanavîn ya objektîf, ev ne daxwazên realîst in”.

Heger realîstî, ji sîyaseta Ewropa û Emrîka ya emperyalîst re serî tewandin be, li hemberî şideta mîlîtarîzma kolonyalîstan nebawerbûna bi hêza xwe û ya gelê xwe be, wê gavê, pêwîstî bi doza mafê netewa Kurd jî namîne. Rûyê sazûmana Ewropa ya lîberal û demokratîk ya rastî, mêtina kedê, talankirin û şêlandina cîhanê ye. Lewra heta kar û bazara emperyalîstan nekeve xeterê, tu wek netewe maye an mirîye ji wan re ne derd e. Ji xwe yên ji bo kara xwe Kurdistan kirîne çar beş, di her warî de piştgirî û hevalbendîya dewletên herêmê dikin, pere, çek û gazên ku Helepçe’yan didin çêkirin, didin wan, dewletên Ewropa yên lîberal û “demokratîk” bi xwe ne. Ji bo kar û selameta sazûmana xwe, tu qirîterên mirovî nasnakin; demokrasî, mafê mirovan an krîtera Kopenhag’ê, veşartin û maskekirina kiryarên xwe yên mêtin û şêlandinê ne. Ku em bi tekoşînek dijwar, dewletên herêmê yên mêtinkar yên hevalbend û xizmetkarên wan nexin hundir zorê û kara wan nexin xeterê, ew tucar di derbarê me de nabin xwedîyê sîyasetek fermî jî; loma ne rast e ku em xwe û gelê xwe bixapînin û hêvîyên vala çêbikin.

Divê em vejinandina rewşa gelê Kurd bikin û li gorî vê rastîyê bibin xwedîyê sîyasetek realîst: Kurdistan fîîlen dibin dagîrîyê de ye. Di warê aborî û sîyasî ji alî hêzên kolonyal ve tê îdarekirin. Hebûna netewa Kurd tê înkarkirin, çand, ziman, dîrok û rûmetên civakî hatine qedexekirin û sîstematîk tê bişaftin. Gelê Kurd, hertim bi rêya sîyasî, demokratîk û aşitî doza mafê xwe kirîye, lê mêtinkaran bi dijwarî bersîv daye wî; loma gelê Kurd, zorgayî rêxistinîya îlegal, şerê çekdarî û bi dehan serhildanan hatîye hîştin. Lê mêtinkaran, dîsa bi azînên hovane, rûxandin û qirkirinên mezin bersîv daye. Gelo di wan qonaxan de devgera Kurd nizanîbû dîplomasîyê bike, an li hesabê hêzên cîhanê werê dihat?!

Ji alî mafê netewa Kurd, îro çi hatiye guhertin? PKK 15 salan şerê çekdarî meşand, serokê wê radest bû û bi yekalî şer da rawestandin. Ji dêbla ku dewleta mêtinkar, rê li ber çareserîyek sîyasî veke, sîyaseta tunekirina gelê Kurd bi tundî wek berê dimeşîne, bi destê Apo û partîya wî, bêtir hêvî dikin ku wê di vê sîyasetê de bi ser kevin. Hêzên cîhanê jî ji vêna re dengê xwe nakin û bêtir rûmetê dide mêtinkaran, hevkarî û piştgirîya xwe bi wan re xurttir dikin. Rewşa Başûrê Kurdistan jî di xetêrê de ye: pirsgirêk ev 10 salin nîvxeniqî hatîye hîştin. Emrîka û Ewropa li ser pişta vê rewşê, ji xwe re bazaran dikin, lê ji ber hevkarên xwe yên Rojhelatanavîn xwe nadin ber çareserîyekê û bi hevkarî û daxwaza mêtinkarên herêmê jî hêdî hêdî rê li ber rejima Iraqê vedikin. Nakokîya nav Kurdên Başûr û êrîşên PKK yên li ser wan, Perçakî vê sîyaseta gelemperî ye.

Mafê tu rêxistin û tu kesî nîn e ku xwe têxe şûna gelê Kurd, li ser mafên bingehîn yên netewa kurd bazarê bike û di derbarê pêşeroja gelê Kurd biryarên şaş bide. Mîna her netewê, netewa Kurd jî xwedîyê doza mafê xwe yê çarenûsî ye. Kurdistan, dervî vîyan û daxwaza gelê Kurd hatiye parçekirin; loma parastina çareserîyek ku yekîtîya çar parçên Kurdistanê bi xwe re nîn e, înkarkirin û pêlêkirina mafê çarenûsî ye. Ji dervî armanca serxwebûnê, tu armancên din(federasyon, otonomî an hwd.) yekîtîya Kurdistanê bi xwe re nîn e. Lê ev nayê mana xwe ku wê armancên me yên nêz û dûr tunebin. Di hundir çerçovak rast de ku mafê gelê xwe nexe bin şert û qeydên qanûnîtîya tu kesî, divê em hemû rê û pergalên tekoşînê bi kar bînin: Ji huqûqê Yekîtîya Netewan û Yekîtîya Ewropa jî fêdekirin, partî, sazî û çapemenîya legal, aşkere îhlalkirina qanûnên mêtinkaran jî perçakî vê tekoşînê ye.

Mêtinkarên ku mafê rêxistinî û çareserîyek sîyasî ji netewa Kurd re nasnakin, bi polîtîkayên zor û şîdetê, dixwazin netewa Kurd ji holê rakin, di çerçova mafê çarenûsî de, ji gelê Kurd re tu rêyê nahêlin ji xeynî rêxistinîya nepenî(îlegal) ku xwe li hemberî zor û şîdetê bi rêxistin bike. Em netewak 30-40 mîlyon in; êdî rim di tûr hilnayê; divê em durûtî û dudilîyê nekin, xwe û gelê xwe bi armancên vala nexapînin. Tenê bi şerê kevira mabe, gelê Kurd dikane neyar zorgayi çareserîyekê bike. Lê bi navê “sîyaseta realîst”, di çarçova kanûnên mêtinkaran de partîyan vekin û xebatê bikin, hêvîyê bi Yekîtîya Ewropa ve girêbidin û ji herkesî lava bikin, vêna netewa Kurd nagehîne rizgarîyê, bêtir xizmetê ji berjewendîyên emperyalîst û mêtinkaran re dike. Mafê me heye ku em aşkere sîyasetê jî bikin; lê siyaseta bi nasna xwe ku em mafê netewa xwe aşkere bînin ziman û li hemberî tunekirinê gelê xwe vexwendî berxwedan û serhildanê bikin.

Netewa Kurd jî mîna her netewê ji çîn û komikên xwedîyê dîn, mezheb û bawerîyên cuda pêk tê. Normal e ku herkes li gorî berjewendîyên çîna xwe û bawerîya xwe bi rêxistin bibe. Ji bo berjewendîyên netewa Kurd, pêwîst e ku em li hemberî van rêxistinan demokratîk û xwedî tolerans bin. Lê em berjewendîyên gelê Kurd di sosyalîzmê de dibînin. Ji bo em di derbarê rewşa xwe de vejinandinên rast bikin, dost û dijminên xwe bi rastî ji hev derxin û gelê xwe di pêşerojê de bigehînin demokrasî û azadîyek serast, pêwîstîya me ji bawerîya sosyalîzmê heye.

Bawerîya sosyalîzmê, bi vejinandin û hevgirêdana qanûnên xweza û civakê ya bi zaniyarî û dîrokî re gehîştina rastîya fîlozofî ye. Sosyalîzm, bi parastina mafê çîna karker û şoreşa civakî re parastina mafê temamê mirovan ya bi demokrasîyek bêkêmanî sazkirina azadîya civakê ye. Heta ku li cîhanê ji alî sazûmana kapîtalîst/emperyalîst kedxwarî û eciqandin hebe, welatên şûndemayî yên mêtingeh û nîvmêtingeh hebin, wê bawerîya sosyalîzmê jî bi nakokî û şerê navbêna van hêzan re berdewam be. Ji bo ku netewa kurd bi giranî ketkar e û keda wî tê mêtin û ji bo ku welatê me bi destê emperyalîstan û hevalbendîya wan hatîye parçekirin, mêtingehkirin û vê statuya ji alî wan de hîna tê parastin, loma em çareserîya rast di bawerîya sosyalîzmê de dibînin. Lê em sosyalîzmek wek sosyalîzma reel ku mercên sosyalîzmê yên rastî(demokratîk) pêk neanîn, li ser navê sosyalîzmê dîktatorîyek birokratîk ava kirin, berevacî sosyalîzmê ku hem gelê xwe eciqandin û hem jî ji bo parastina desthelatîyên xwe, hevalbendîya gelek dewlêtên nîjadperest, faşîst û mêtinkar kirin, naparêzin. Doh çawa hêvî bi wan dewletên “sosyalîst” girêdan şaş bû, îro jî bi yên emperyalîst girêdan ewqas şaş e.

Ji bo netewa Kurd bigehê armancên xwe, divê hêzên Kurd di warê hevkarî û yekîtîyê de jî zelal bin. Mafê tu hêzî tune ye ku ji bo lênerînên wê cudaye, êrîşî hêzek din bike. Dibe ku di warê bername û stratejîyê de gelek cudahîyên me ji hev hebin û em hevdû bi tundî jî rexne bikin, lê ji bo berjewendîyên netewî, em kî kanibin heta ku bi hev re bimeşin, divê em xwe bi şûnde nedin. Rizgarîya Kurdistan, bi yekîtî û hevkarîya hemû partî, rêxistin, sazîyên demokratîk û netewî, rewşenbîr û sîyasetmedarên Kurd ve girêdayî ye. Platforma Netewî ya Bakurê Kurdistan îro xwedîyê rolek girîng e. Divê hemû rêxistin, rewşenbîr û kesên welatperwer beşdarî vê rêxistinê bibin û wek bereyeke netewî wê bi rêxistin bikin. Ji bo hevkarîya hêzên çar beşên Kurdistanê jî, divê rêxistinek netewî ya birastî ku ne dibin bandûra tu serok û partîyê de bêt avakirin. Em pêwîstî her Kurdekî welatperwer in ku pê re karekî netewî bikin; lê yên mîna Apo û şopgerînên wî, radestî mêtinkaran bibe, pêşvedanên(tezên) wan yên li ser qirkirin û rûxandina gelê Kurd hatîye avakirin biparêze û her Kurdekî vexwendî radestî û xiyanetê bike, pêwîste ku em xayintîya wî û şopgerînê wî ji gelê Kurd re aşkere bikin.

Li Başûrê Kurdistan rewşek defakto heye. Perçakî axa tizgarkirî di bin rêvebirîya hêzên Kurd de ye. Wezîfa hemû tevgera kurd, parastin û xurtkirina vê rewşê ye. Divê tu hêzên Kurd destdirêjiya nava Başûr nekin; heta ku em kanibin, ji yekîtî û hevkarîya wan re bibin alîkar, ji bo pêşdexistin û bihêzkirina desthelatîya wan xebatê bikin. Destdirêjiya PKK ya li wir, divê em mahkûm bikin û xizmata ji dijminê gelê Kurd re bibînin.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *