TEVGERA MÎRÊ BOTAN EMÎR BEDIRXAN BEG

Berî ku em behsa tevgera Bedirxan bikin, baştir e ku bi kurtî em behsa sebebê vê tevgerê yên dîrokî jî bikin.

 

Ji ber rewşa xwe ya xwezayî, Kurdistan bûye bingeha civakîtî û şaristanîyê. Loma li cîhanê mirovahî, di warê aborî, sîyasî, çand û huner pêşî li vê erdê pêşde dikeve. Bi pêşveçûna serwetên jîyanewî, mulkîyet, sinif, koledarî, bajar, dewlet û împaratorîyên pêşî jî li vir geş dibe.

Kurd jî bi navê Gûtî, Kasît, Kardok, Mîtanî, Med û gelek navên din, li ser vê axê jîyana xwe ya civakî berdewam kirine, dewlet û împaratorî ava kirine.

Ji ber rewşa Mezopotamya ya aborî, jeopolîtîk û stratejîk, li cîhanê kîjan hêza barbar, dagîrker û êrîşkar derket holê, berêberê çavê xwe bera vê herê mê dan, dagîr û talan kirin. Hêzên Faris, Yewnan, Roma, Erebên Îslamî, Moxol û Tirkan di seranserê dîrokê de, di bin navên cuda de Kurdistanê dagîr dikin an dikin qada şerên navbeyna xwe, her carê jî Kurdistanê wêran û talan dikin. Piştî her êrîş û talanê gelê Kurd ji nû de xwe dide hev, bi cîh dibe û dikeve tevger û tevdîrek xweparastin, azadî û serxwebûnê.

Ji bo ku Kurd bi piranî di nav xwe de yekîtîyek bi hêz saz nakin û nabin xwedîyê ordîyên bi hêz, ji bo ku bi temamî ji erda xwe dernekevin û qir nebin, xwe bi hêzên cuda ve girê didin, xizmeta wan dikin û wan xwedî dikin. Loma gelê Kurd hertim ji alî hêzên cuda ve wek hêzek aborî û leşkerî hatiye bikaranîn.

Di dema qelsbûn û dawîhatina Împaratorîya Îslamê, zêdetirî 15 Mîrîtîyên Kurdan wek dewlet xwe bi rêxistin dikin. Piranîya wan mîrîtîyan ji alî dewleta Safewî ji holê tên rakirin û li şûna wan walîyên Farisan tên tayinkirin, bi sîstem ji gelê Kurd xûkîtî, bac û leşker tê xwestin. Loma mîrekên Kurdan li hember dewleta safewî, di hundir tevger û serhildanê de ne.

Di vê demê de dewleta Osmanî, dixwest Rojhelatanavîn têxe bin nîrê xwe. Yawiz Selîmê Osmanî, bi rêya Şêx Îdrîsê Betlîsî, di 1514 an de bi mîrekên Kurdan re li hemberî Şah Îsmaîlê Safewî dikeve hevkarîyê û peymanek xwedmuxtarîyetê qebûl dike. Hetanî sala 1639 an ku Kurdistan ji alî Osmanî û Safewîyan tê parkirin, Kurdistan di navbêna herdu hêzan de bi berdewamî dibe qada şer. Kurdistan talan dibe, her der tê şewitandin û xerakirin. Lê piştî peymana herdû hêzan, herdû Împaratorî jî, her yek dixwaze Mîrekên Kurdistanê yên azad û nîv azad ji holê rakin, bi rêya walîyan, gelê Kurd bi navenda dewletê ve girê bide, di warê aborî, sîyasî û leşkerî, sîstematîk gelê Kurd bikar bîne û bieciqîne. Loma axa, beg, şêx û mîrekên Kurdan serwerîya herdû hêzan jî qebûl nakin, biberdewamî serî hildidin û diberxwe didin. Lê herdû dewlet jî sîyasetek, bi rêya dîn, mezheb, berjewendîyên eşîrî, Kurdan ji hev parçe dike, wan bera hev dide û wan îdare dike. Loma hetanî serhildana Bedirxan, gelê Kurd, bêhejmar dikeve hundir serhildan û berxwedanan.

Bedirxan Beg li Cizîra Botan tê dinyayê. Bedirxan, kurê Mîrê Botan ji eşîra Ezîzan bû. Her çiqas ev mîrîtî di sedsalên 17 û 18 an qels bû jî, lê di 1821 ê de ku ev mîrîtî ket destê Bedirxan Beg, dîsa xurt û geş bû.

Piştî têkçûna Mîr Mihemedê Rewandûzî û ji alî Osmanîyan ve îdamkirina wî, Bedirxan beg ket hundir hazirîya leşkerî û tevgera serxwebûnê.

Bedirxan Beg, li Cizîrê, ji bo berhimandina barût û çekan du febrîqan vedike. Li gola Wanê dest bi çêkirina keştîyan dike. Ji bo di warê leşkerî de bibin pispor û zaniyarîya modern hîn bibin, gelek xortan dişîne Ewropa. Bedirxan qîmet dide peywendîyên Ermenî û Asûrîyên Kurdistanê, gelek Ermenî tevlî ordîya wî dibin û hinek jî dibin berdevkên wî.

Kesên ku di bin desthelatîya Bedirxan Beg de, can û malên wan diparêze, destûr nade şêlandin, rêbirrî û zordestîyê. Ji bo erd li gundîya bê belavkirin û bi kesên xizan û hejar re alîkarî bêt kirin qanûnan derdixe. Bi şertê ku xerabîyê nekin, axa xwe ji her Kurdî re vedike.

Piştî ku Bedirxan beg, di sala 1835 an de rewşa xwe ya leşkerî, sîyasî û aborîya civakî bi hêz dike, hêdî hêdî wek dewletek serbixwe xwe bi rêxistin dike. Nema bac û leşkeran ji dewleta Osmanî re dişîne. Li ser navê Mîrîtîya xwe pere derdixe. Cizîrê, paytextê mîrîtîya xwe îlan dike û ala Kurdistan li ba dike. Bedirxan, di 1839 an de bi mîrekên Kurdistanê re ket hundir “hevkarîya pîroz”. Ji herêma Wanê Mahmût Xan, ji herêma Hekarî Nûrillah û Fettah Beg, ji serokên Hîzanê Xalit Beg, ji Mûşê Şerîf Beg, ji Qers û Acarê Husên Begê Kor, Mîrê herêma Erdelan, Şêx Mihemedê Mûsilî û Şêx Yûsifê Zaxoyî wek alimên mezin beşdarî vê hevkarîya pîroz bûn. Dest bi tamîr û xurtkirina kela û bircan kirin. Mîrekên Kurdistanê yên hevkar, ji bo parastina vê dewletê, bi hev re sond xwarin.

Di vê demajoyê de dewleta Osmanî, bi Ewropîyan re peywendîyên xwe yên aborî û sîyasî geş dikir. Loma Siltanê Osmanî Evdilmecît di 03. 11. 1839 an de Fermana Tanzîmatê îlan dike û bi vê fermanê, garantîya parastina mafê filehan jî dide dewletên Ewropa. Lê armanca dewleta Osmanî, ji bo ku otorîta xwe ya navendî li Kurdistanê bi cîh bike û desthelatîya Bedirxan ji holê rake, alîkarîya Ewropa bistîne. Loma di sala 1843 an de, bi hevkarîya mîsyonerên Emrîkî, Berpirsiyarên Dîplomatîk yên Brîtanî û dewleta Osmanî ku li herêma Hekarî Asûrî fît kirin û li hemberî desthelatîya Bedirxan xistin tevgerê û serhildanê; kirin sebeb ku bi alîkarîya Brîtanya, bi daxwaza nûnerên Fransî û Rûsî jî, Osmanî êrîşî Bedirxan bikin.

Dewleta Osmanî, berî ku êrîş bike, bi dîyarîyên giranbuha qasid şandin cem Bedirxan, da ku serî ji wan re bitewîne û daxwazên wan pêk bîne. Lê Bedirxan daxwaza wan qebûl nekir. Loma ordîya Osmanî di havîna 1847 an de, li hemberî 17 hezar leşkerên Bedirxan, ji 30 hezar leşker, 15 hezar milîs û 40 topan pêkhatî êrîşî hêzên Bedirxan kirin; lê di êrîşa pêşî de Osmanî têk çûn û bi şûnde vekşiyan.

Piştî vî şerî Bedirxan, gava herî girîng avêt û serxwebûn îlan kir. Sînorê desthelatîya Bedirxan, gehîşt sînorê Wanê, Sablaxê(Mehabat), Rewandûz û Mûsilê. Piştre Wêranşar, Sorek, Amed, Şino, Sêrt, Sîncar, Aşna û Urmîyê jî tevlî sînorê xwe kir.

Bi hêzek ji cara pêşî bêtir û xurttir, ordîya Osmanî, li nêzî Urmîyê êrîşî hêzên Bedirxan kir. Hîn di navbeyna herdû ordîyan de şer berdewam dikir, Bedirxan bihîst ku navenda Cizîrê ketîye bin dagîrîya Osmanîyan.

Gava Bedirxan Beg hereketî Urmîyê kir, li hemberî êrîşên ordîya Osmanî ku ji pişt de were, hêzek leşkerî di bin serwerîya birazîyê xwe Yezdan Îzedîn Şêr de, wek tedbîr li herêma Botan hîştibû. Lê Osmanî bi Yezdan Şêr re dikevin peywendîyê, bi gef, soz û wadên mezin wî dixapînin; loma Yezdan Şêr bi apê xwe Bedirxan re xayintîyê dike, tevlî hemû hêza xwe beşdarî hêza Osmanî dibe.

Piştî  ku Bedirxan Beg van bûyeran dibihîze, beşek hêza xwe li Urmîyê di qada şer de dihêle û bi beşekê jî vedigere herêma Botan, bajarê Cizîrê ji bin dagîrîya Osmanîyan rizgar dike û dîsa vedigere Urmîyê. Dinêre ku hêza wî ya li Urmîyê ji hev belav bûye; loma leşkerên xwe dide hev û vedigere Botan.

Ji ber xayintîya Yezdan Şêr, ordîya Bedirxan qels bûbû. Ordîya osmanî, bi hêzên teze û bi dijwarî êrîşî hêzên Bedirxan dike. Bedirxan li hemberî hêzên Osmanî xwe ranagire, loma dev ji Cizîrê berdide û vedikşe kela Erûxê. Lê hêza Osmanî dora kelê dipêçe. Ji bo ku Bedirxan parastina kelê nebaş dibîne, bi hêza xwe êrîşî hêza Osmanî dike. Piştî ku leşkerên Bedirxan ji alî Osmanîyan di şûran re tên derbas kirin, Bedirxan û du kurên xwe di 20’ê Tîrmeha 1847 an de xwe didin dest û tên dîlkirin. Osmanîyan, Bedirxan û malbata wî şandin Stembolê û ji wir jî wî nefî Grîtê, bajarê Kandîye dike. Lê piştî têkçûna Bedirxan jî hinek mîrên hevkarê Bedirxan di berxwe didin; Nûrillah Beg vê berxwedanê heta 1849 an berdewam dike.

Di dema serhildanê û piştî wê, wek her êrîşa li ser gelê Kurd, ordîya Osmanî, Kurdistan seranser wêran û talan dikin, Kurdên ku di serhildanê de cîh girtin, gelek ji wan kuştin, hin avêtin zîndanan, hin jî nefî derên dûr kirin, dest danîn ser mal û milk, pez û dewarên wan.

Bedirxan Beg, di dema Siltan Ebdulezîz de vedigere Stembolê, li wir 7 salan dimîne, piştre diçe Şamê, du salan li wir dimîne, di sala 1869 an de diçe ser heqiya xwe, li goristana taxa Ruknedîn tê veşartin.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *