Referandûma Kurdistanê û Xiyaneta 16ê Cotmehê…

Îbrahîm GUÇLU
(ibrahimguclu21@gmail.com)

Neteweya kurd, di vê qonaxê de li sê beşên Kurdistanê û bi taybetî jî li Rojavayê Kurdistanê di nav êriş, zehmetîyeke mezin da ye.

Di van şertan de, berîya vê du salan Başûrê Kurdistanê piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê ket nav tade û êrîşeke mazin. Bi xiyaneteke mezin re rû be rû bû.

Ez dixwazim ku vê xiyanetê careke din bînim bîra xwe û xwendevanên xwe ku em jê ders derxin.

Wek tê zanîn, piştî gelek danûstandinan derket holê ku dewleta federal ya Iraqê ku heyî, bersîva hewcedarîya kurdistaniyan nade. Loma bes li pêş kurdan rêya referandûmê ma. Biryara referandûma serxwebûna Kurdistanê 7ê Hezîrana 2017an de hat girtin. Lê girtina vê biryarê, gelek zehmet bû Lewra, li Başurê Kurdistanê nekokiyên siyasî û partiyan zêde bûn. Midaxelayên dewletên kolonyalîst û bi taybetî jî bandora Dewleta Îslamî ya Kolonyalîst a Îranê zêdetir bû ku li ser partiyên Kurdistanê giranî çêdikir.

Di destpêkê de, ji derveyî PDKê, hemû partiyên Kurdistanê li dijî referandûma serxwebûna Kurdistanê bûn. Lê dîsa jî Serokê Kurdistanê, bi qerardarî xebata xwe meşand. Di encamê de YNKê qane bû û di derbarê referandûmê de biryar da. Ev biryara YNKê gelek girîng bû û li ser gel û siyaseta giştî tesîreke mezin nîşan da. Lewra YNKê jî îradeya damezrênêr ya Dewleta Federe ya Kurdistanê bû.

Di 7ê Hezîranê biryar hat girtin ku referandûma serxwebûna Kurdistanê çê bibe.

Piştî vê qonaxê jî, ji bona ku Serokê Kurdistanê û Serokatiya Kurdistanê dev ji referandûmê berde û biryara xwe paşve bigrin, hewildaneke xûrt û êrîşker dest pê kir. Lê qerardariya serokatiya Kurdistanê bû sedem ku paşve gav neavêjin.

Ev car jî, ji bona ku pêşiya referandûmê bigrin, dest bi êrişên fiîlî û provakatîv hat kirin. Ev êrişan jî serneketin.

Ev car dewletên mezin Emerîka, Engilîstan û.w.d ketin rojevê û ji bona ku referandûm paşve bê xistin, hewildeneke xûrt diyar kirin. Serokê Kurdistanê û serokatiya Kurdistanê li hemberî daxwazên wan, pêşniyarên xwe yên stratejîk pêşkêş kirin. Lê ev pêşniyaran nehatin pejirandin.

Di 25ê îlona 2017an de bi awayekî gelek demokrat referandûma serxwebûna Kurdistanê pêk hat.
Piştî du rojan jî encama fermî diyar bû ku Kurdistaniyan ji % 93an ji dewleta Kurdistanê re gotine “erê”.

Divê em bi serbilindî diyar bikin ku li Kurdistanê, bi encama referandûmê miletê kurd û tevayî kurdistaniyan şoreşeke sivîl, neteweyî, demokratik a gel pêk anî.

Encama vê şoreşê, li Kurdistanê mîladeke nû dest pê kir. Kurdistaniyan di ser 200 salî re bazdan.

Encama referandûma serxwebûna Kurdistanê diyar kir ku Serokê Kurdistanê û Hikûmeta Kurdistanê û Partiyên Kurdistanê û Tevayî Berpirsiyarên Kurdistanê xebatek baş û hêja û bi plan meşandin. Hemû kurd ji wan re sipasdar û minnettar bûn.

Referandûma Serxwebûna Kurdistanê, yekîtiya kurdistaniyan û miletê kurd pêk anî.

Encama referandûmê derxist holê ku Kurdistan welatekî gelek aram e. Loma jî li Kurdistanê di şertên gelek dijwar da, di dengdanê de hîç bûyerek û pevçûnek pêk nehat.

Encama referandûma serxwebûna Kurdistanê derxist holê ku kurdistanî Dewleta Kurdistanê dixwazin.

Ew dewleta jî divê bibe dewleta hemû kurdistanîyan.

Dewlet, demokrat û federal û parlamenterî be.

DEMA ENCAMA REFERANDÛMA SERXWEBÛNA KURDISTANÊ HAT ÎLAN KIRIN, JÊBERA 4 DEWLETÊN KOLONYALÎST XIRAB BÛ. JI BONA KU VÊ ENCAMÊ BÊWATE BIKIN, KETİN NAV DEK Û DOLABAN…

Encama referandûma serxwebûna Kurdistanê dema îlan bû, ev yeka ji bona kurdan bû sedema kelecanîyek û kêfxweşîyeke mezin. Li hemû beşên Kurdistanê û li hemû welatên dinyayê ku kurd lê dijîn dawet çê bûn, Kurd derketin kolanan govend girtin, stran gotin, lîrandin, cil û bergên xweşik yên kurdî li xwe kirin!

Lewra encama referandûma serxwebûna Kurdistanê, qedere kurdan diguhart. Ji kurd û Kurdistanîyan re referandûmê rê vedikir, ku dewlet ava bikin.

Lê encama referandûma serxwebûna Kurdistanê, ji bona dijminên kurdan û dewletên ku Kurdistan dagir û îlhaq kiribûn, bû derbeyeke mezin. Jêbera wan xirab bû. Loma jî dema encama referanndûma serxwebûna Kurdistanê hat îlan kirin, ji bona ku êrişî Kurdistanê bikin, dest bi planên qirêj kirin.

Lê baş dizanîbûn ku bes bi serê xwe nikarin êrişî Kurdistanê bikin. Divê ji bona xwe hevalbend bibînin. Hezar mixabin, di pêvajoya biryara referandûma serxwebûna Kurdistanê û cî bi cî kirina biryara referandûmê de, kes û grûbên ku xirabî bikin, ne milî ne, bi dewleta Îranê re girêdayî dîyar bibûn.

Hikûmeta merkezî ya “federal” bi lez û bez bi wan re danûstandin kir.

Dewleta Federal ya Iraqê bi dewletên kolonyalîst û dewletên emperyal re îtîfaq kir, alîkarîya xiyenatkarên kurdan jî girt, di despêkê, di 16ê Cotmeha 2017an de êrişî Kerkukê kirin.

Grûba xiyanetkar, ji bona ku ji nav YNKê derketibû, Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî nikarî talîmata şer jî bide. Heger talîmata şer bida, şerê navxwe derdiket.

Loma jî dijminan gelek bi hêsanî Kerkûk û bajerokên hewîrdora Kerkukê dagir kirin.

Fermandarekî payebilind ê Heşdî Şeîbî Mihemed Sebrî, rola YNKê di xiyaneta 16ê Cotmehê de dîyar dike û dibêje ku “em helwêsta YNKê jibîr nakin!”

Fermanderê Heşdî Şeîbi bi vê daxuyanîyê, pêkhatina xiyanetê dîyar dike. Dibêje ku: ‘’Hin pirsgirêk li Kerkûkê derketin û herwaha babeta referandûm û serxwebûna Kurdistanê hat holê, ku ‘’em vê wek dabeşbûna Iraqê dizanin.’’ Fermandarê giştî yê hêzên çekdarên Iraqê yê wê demê Heyder Ebadî bû û ‘’Fermana kontrol kirina Kerkûkê da.’’

‘’Rola Heşdî Şeibî garantî kirina rêyên hatûçûnê, rêgirtina li ziyan geheştina bi hemwelatiyan bû. herwaha biryar jî bû tenê di rewşekî ku eger aliyên serxwebûnxwaz şer bikin em şer û pevçûnê bikin.’’

‘’Ew helwêstê niştimanperwerî yê Iraqîbûnê ye, ew berevanî li her dilopekî xwîna Iraqiyan kirine. Helwesta YNKê ya yekparçeyîya Iraqê bû. berevajî ewên din ku dixwastin ji Iraqê cuda bibin û şer bikin, helwestekî giring bû.’’

Pişt re xwestin ku hemû bajarên kurdan dagîr bikin. Lê di şer û êrîşan de bi ser neketin. Pêşmergeyên qahreman, êrîşa dewletên dagîrker şikand.

Neteweya kurd, wek hemû xiyanetên di dîroka wan de, vê xiyanetê jî bîra nake.

Divê xiyanetkar bên darizandin, ciza kirin.

Amed, 18.10.2018

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *