Dibe ku 50 hezar kes ji neçarî ji Amedê koç bikin

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, pirsgirêka hewandinê ya 28 hezar malbatan heye û ji ber avahiyên ku di erdhehê de zerer dîtine jî derdora 50 hezar kes rûbirûyî metirsiya koçê ne.

Platforma  Hevgirtin û Parastina Bajêr a parêzgeha Amedê îro bi helkefta salvegera erdhejên 6ê Sibata 2023yan li salona konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Amedê panelek saz kir.

Platforma  Hevgirtin û Parastina Bajêr a parêzgeha Amedê bal kişand ser zerer û ziyanên erdhejê û pirsgirêkên ku li wê parêzgehê piştî erdhejê çêbûne.

Di panelê de nûnerên hejmareke zêde ya rêxistinên civaka sivîl ên Amedê beşdar bûn.

Do rûniştina duyema a panelê de bi sernavê “zererên ku di erdhejên 6ê  dibata 2023an de gihiştine avahiyan, tedbîrên ku bên wergirtin û bajarbûna  bihêz” hat kirin û ji odeya Endezyaran a Amedê Murat Demîr û Odeya Endezyarên Jeolojiyê Dr. Şefîk Îmamoglu axivîn.

Murat Demîr got, “ Dema em li Amedê li avahiyên ku zerer dîtine dinêrin, biryarên siyasî dibin sedema ji mirina me. Li seranserê Amedê 28 hezar malbat pirsgirêka xwe hewandinê heye.”

Şefîk Îmamoglu jî bal kişand ser erdhejên borî û got ku ji bo erdhejan wergirtina tedbîrên pêşwext gelekî girîng in.  

Di panelê de rûniştineke taybet a derbarê koça piştî erdhejê de jî hat saz kirin.

Di wê rûniştinê de jî Hevserokê Komaleya Lêkolîn û Şopandina Koçê ya Mezoptamyayê (GOÇDER) Serdar Bayram axivî û bal kişand ser koça piştî erdhejê ya ji Amedê.

Serdar Bayram ragihand ku pirsgirêkên ku piştî erdhejê li Amedê çêbûne hîn jî berdewan dikin û got:

“Li Amedê avahiyên ku zererên giran û navendî dîtine hatin hilweşandin. Tê plankirin ku 9 hezar avahî bên hilweşandin.

Ev yek dibe sedem ku bi awayekî navendî  50 hezar kes carek din koç bikin. Ev dibe pêla 4emîn a koçê li vê derê û berdewam rewşeke koçê heye.”

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *