Qonaxên zarûkatî û kamilbûnê ku li ser geşbûna şexsîyetê dikin

Siddik BOZARSLAN

Însên, hebûneke civakî ye. Însên, ji çêbûnê (zayînê) heta mirinê, her timî di nav têkilîyên hawirdorên xwe da ye; loma di serî da dê û bav, xwişk û bira, paşê ew ber bi hevser (mêr û jin) û xisim, mamoste û kar, tv, radyo, çapemenî û wd. ve bi gelek kesan ve di nav têkilîyan da ye. Ev jî jibo însên çi heyînî (pozitif) û çi neyînî (negatif) bi xwe ra tecrubeyan bi dest dixe. Yanî hemî tecrube tesîrên mezin li ser însên dikin.

Însanek ku heta hatibe temenê kamilbûnê, ji tecrube û tesîrên hawirdorê cudatir nikare şikil bigre û ew hebûneke serbixwe nîne. Yanî ew bi kirinên xwe, bi dîtinên  xwe, eynikeka demên buhurînê ye. Bi awayeka dî ew, timî bi xwe ra û bi jîyana xwe ra di nav têkoşînek da ye. Ew  gelşên (şolên) wê ku paşê kifş kirîye, di eslê xwe da şolên ku berê nehatine çareserkirin (safîkirin) ango neyînî mane, bixwe ne.

Zarûkek ku nû ji dayîk bûye, muhtacê hezkirin û xwedîkirinê ye. Ew nasîna xwe ya ewil jibo dinyayê (cîhanê) bi awayeke kêfxweş divê derbas bike ku hê di mehên ewilîn ên jîyanê da tê da tirs û ji însên nefretkirin çênebe. Zarûkek ku digirî, pêdivîya wî/wê bi mezinek heye ku derdê wê/wî fam bike, çiçik (memik-şîr) bide pê, wê/wî bixe xew, paqij bike û germ bigre / ji sermayê biparêze.

Mezinên ku herî nêzîkê zarûkê ne, dê û bav in. Ew jibo zarûkek kevirên pireyek in ku jibo gafavêtina ewil a jîyanê tînin şûnê. Pêdivîya zarûkek, qasê xwarin û vexwarinê, heta ji wan jî zêdetir muhtacê hezkirinê ye. Zarûk dixwaze were hembêzkirin, maçîkirin, hîsên daxwazkirî were standin û dema wan hemîyan bigire, ew xwe di nav huzurê da hîs dike. Ew hîsên ku ”ez têm hezkirin- ez têm xwestin, ez ne tenê me û wd.”, tê da bixwe dîjî. Ew, heta dema dibistanê, dê û bav ji xwe ra wek du hêzên herî bi qewet, ji her tiştî ra muqtedir dibîne û hewcedarîya wan jibo hezkirinê, xwedîkirinê, rênîşandanê û wd. hîs dike û loma di wê demê da zêdetir girêdayê wan dimîne.

Zarûkên ku bi hezkirinê, xweşbînîyê mezin bûne; di pêşedema xwe da ew bi xwe xweşbînî û hezkirinê nîşan dane. Zarûkên ku bi kêmayîya wan şertan mezin bûne, em berewajê wê di wan da dibînin. Zarûkên ku hîs dikin ku ew nayên hezkirin û qebûlkirin; ew kesên dî bi hêsayî hez nakin û di eslê xwe da ji xwe jî hez nakin. Xwebiçûkdîtin, hîsên sûcdarîyê di hewildanên wan da wek reaksiyon (acizbûn) xwe nîşan didin. Numûneyeke herî balkêş jibo van tipan ev e:

Bêinisiyatifî, bêdengî, di nav qalikeke teng da xwedîtin, hîskirina sûcdarîyê, bêbawerîtî, tirs, reva ji însanan, bi çu kesek ra têkilîyên nêzîk nikarin daynin. Lê hin zarûk van hîsên xwe rasterast bi awayeke pasif nîşan nadin. Berewajê wê, ew bi êrîşkarîyeke tundrew (dijwar) dixwazin li ser (li jor) bimînin, jibo derve xwe wek donkişot nîşan didin.

Ev zarûkên ku xwe wek ”tune” (hiç) hîs dikin; dema mezin (kamil) dibin, pirî caran wek rîya çareserîyê kesên dervayê xwe sûcdar dibînin, wan biçûk dibînin û her weha hîsên xwe yên sûcdarîyê tetmin dikin. Rîya çareserîyê jibo tetminkirina hîsên xwe yên mezinatîyê, dixwazin kesên dî pipelixînin/bipelçiqînin, wan biçûk û sûcdar bibînin. Di esasê xwe da ev, maskeyeke sexte ye ku tirsê, jixwebêbawerîyê, şupheyê û tetmînkirina hîsên xwe nikarin bidin derve.

Hemî demên zarûkatîyê – dema balixbûnê- dema kamilbûnê, derenceyên silimêk in ku şikil dane şexsîyetên me. Eger di derenceyeke silimê da geşbûna me ya azad hatibe astengkirin, di têkilîyên me da tecrubeyên neyînî mohra xwe lêxistibe; ev tê wê manayê ku di wê derenceyê da li geşbûna şexsîyetê derbeyeke neyînî hatîye lêxistin. Îmkan tune  ku şopên wê darbeyê di derenceyên geşbûnê da neyê dîtin û jîyandin. Heta ku bi alîkarîya me û hawirdorê ve were nirxandin û ji wan hîsan were dûrxistin. Ev jî berewajê çêbûyînên neyînî,  bi girêdayê têkilî û tecrubeyên heyînî çêdibe.

Li gora lêkolînên ku di welatên cuda da hatine çêkirin, di zarûkên gruba 4-5 salî da zanîn û têgihîştina dê, bav, mamoste û polês (li Kurdistanê divê cendirme an esker jî lê bê zêdekirin) di serî da wek çar nûnerên otoriter hatine dîtin û qebûlkirin. Li vir nuqteya balkêş ew e ku li dervayê sînorê malê- ku li hundûrê malê dê û bav e- wek mamoste û polês û esker- nûnerên dewletê ji alîyê zarûkên wê grubê ve tên zanîn; ev tê wê manayê ku hêz û qewet û otoriteya dê û bav bi sînorkirî ye û ne zêde ye û ev jî di temenên zu da hatîye têgîhîştin. Ev dibe pîvan jibo zarûkan ku di wê temenê da dikevin nav siyasiya civatî. Ev dîtina ku berîya despêka dibistanê di zarûkan da çêdibe; bi despêkirina dibistanê ve geş dibe, pêşta diçe, xurt dibe û dikeve pîleya zanyarîyê.

Dîsa li gora lêkolînên ku di welatên cuda da hatine kirin, zarûkên ku di sefên (sinifên) sisêyan-pêncan ên dibistanê da dixwînin; zanîn û hewildanên di derbarê hilbijartinên giştî, partiyên siyasi, serokên partiyên siyasi, ray (deng) dayîn, xwendina nûçeyan, rojname, radyo, televizyon û wd. da di çarçoveyeka fireh da geş û xurt dibe. Bi tabîreka dî ew zarûkên ku di 4-5 salîya xwe da otoriteyên wek dê, bav, mamoste û polês- esker naskiribûn û têgîhîştibûn; di temenên 11-13 salî da geşbûna wan a soyut (ne liber çav) jibo têgîhîştin û zanînê despêdike û dîtinên siyasi şikil distîne. Sînorê 13 salî, li dijî tesîrstandinê, qonaxeka herî vekirî û xesas nîşan dide. Qonaxa temenê 15 salî jî, jibo têgîhîştin û şikilstandina zarûkan merhaleya dawîyê ye.   (Türker Alkan, Siyasal Bilinç ve Toplumsal Değişim, Gündoğan Y. 1989 Ankara )

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *