Parastina rûmetên Kurdistan û em..

Her carê ku hinek xêrnexwaz êrîşî cenabî serok Barzanî an jî destkeftiyên Kurdistana azad dikin. Neheqiyan dikin, haqaretan dikin. Û em jî li hemberî wan qeşmer û qeşmerîyan xwe aciz dikin. Li tora Înternetê de bi niviskî parastina Kurd, Kurdistan û cenabê serokê herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî dikin.

Ji ber ku em ji ax, welat, serok û ji destkeftiyên azadiya welatê xwe hez dikin. Ji ber ku dilê me diêşe.

Kesên ku dijminên Kurd û Kurdistanê nebin êrîşî wan rûmetên me nakin.

Niha jî dîsa yek ji parlementerên HDP haqaret li cenabî serokê herêma Kurdistanê kirîye.

Em dîsa pê aciz bûn. Dîsa dilê me êşîya û em hêrs bûn. Lê belê ew kesê ku haqaret kirîye bi eslê xwe ve ne kurd e.

Kesên ku bêrûmet û ser de jî ne kurd bin, muhatab girtina wan jî rûmeta mirov kêm dike. Ji ber vê jî yên ku wî ji partîya xwe kirine namzet, yên ku dengê xwe danê û yên ku heta niha di nava partîya xwe de cih didinê, esil ew in ku li hemberî Kurdan, serokê Kurdan û destkeftiyên Kurdan bê rûmetiyên mezin dikin. Esil ew, bi wan kiryar û bê dengîya xwe him rûmetên xwe û him jî rûmetên Kurdewariyê kêm dikin.

Ew şaşitî û xeletîyên ku tu car nayên ji bîrkirin. Bawer bikin kesekî bi “eslê xwe Kurd” qaşo nivîskar e jî, berîya salekê heman tişt li hemberî serokê herêma Kurdistanê nivîsandibû. Nîqaşekî min û wî li ser tora ”facebook”ê çêbû û min wî ji hevaltiya xwe avêt.

Heger mirov Kurd be û dijminatîya Kurdistan û rûmetên Kurdî bike, ew neyarê gelê xwe û şûrê destê dijminên Kurdistanê ye.

Yên ku ji bo berjewendîyên xwe, xwe bavêjin himbêza dijminan, ew kesên bêşexsîyet û xayinên erzan in..

Ez wanê ku bûne kûrmê darê şermizar dikim!

Li vê dera, gazindekî min li hember PDK û serokatîya herêma Kurdistanê heye: Weke ku min li jor nivîsand, her carê ku êrîşek li hemberî rûmetên Kurdan tê kirin, em aciz dibin û diê me diêşe. Lê belê piştî demekê, yên ku êrîş kirine, weke ku tu tiştek neqewimîye. Dan û stendinek li gel wan xûrt dimeşe!

Serokê herêmê dibêje: ”em her car ji hev û din ra nameyan dinivîsin”, serokê hikumetê dibêje: ”bila nizanimkî were serbest berdan!” Serokê asayîşê dibê: ”ew birayên me ne!” Ango yên ku xerîb dimînin û belasebeb xwe aciz dikin dîsan em dimînin(!)

Ma ne cenabê serokê herêma Kurdistanê birêz Mesud Barzanî piştî hilbijartinan partiya HDP ji bo serkeftinê pîroz kiribû.

Piştî hilbijartinê jinek ji HDP ku bi eslê xwe ne Kurd e got: Rojava dewletê naxwaze, dewleta Tirk dixwaze wir dagîr bike, lê Başûr dixwaze dewleta Kurd ava bike, bila Tirkî biçe başûrê Kurdistanê dagir bike!”

Niha jî dîsan ji nava HDP yekî din radibe û haqaretan li hemberî serokê herêma Kurdistanê dike. Û dîsa dilê me diêşe!

Divê serokatîya Başûr hinek têkiliyên xwe di ber çavan re derbas bike.

Yên ku ji salên 1980`an heta niha vê mîratê li serê Kurdan xûrt kirin, xwîn dan wan beşek ji wan têkilî û siyasetên xelet yên Başûr nebûn gelo!?.

Hêvîdar im ku êdî hin gavên pêvîst were avêtin û hinek guherandinên pêvîst ji teref PDK ve were kirin. Yana ne tenê Partî, hikumeta herêm û serokatî, her weha doza Kurd û Kurdistanê jî zirarên mezin dibîne. Kurdên dilsoz ji dozê sar dibin û bê hêvî bûn dikeve nava Kurdên serxwebûnxwaz!..

Çeto Omerî

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *