Qetlîama Dersîmê û Îdama Serokê Kurdistanê Seyîd Riza

Îbrahîm GUÇLU

Di destpêka sedsala 20an de beşek berpirsiyarên kurdan xwe wusa qane kirin ku dema Atatirk û hevalên wan yên Îttîhad Terakkiyê desthilatdarî ji Osmaniya werbigrin, dê rewşa kurdan û Kurdistanê baştir bibe. Ozerkbûna Kurdistanê dê firehtir bibe. Li Kurdistanê neteweya kurd dê zêdetir xwediyê maf be û desthilatdar û serwer be.

Atatirk û hevalên wî ji bona ku şerê xwe yê desthilatdarî veşêrin, ji Tirkan û kurdan re gotin ku “welat ketiyê bin destê kafiran û gawûran, Ol a Îslamî jî ji dest diçe.”.

Kurdan û Tirkan jî bi vê derewê bawer kirin, piştgiriya Atatirk û hevalên wî kirin.

Tiştekî gelek aşkere hebû ku Atatirk û hevalên wî eleqeya wan bi misilmantiyê re tune bûn. Ji bona vê jî piştî ku bûn desthilatdar, siyaseta wan ya stratejîk li dijî tevaya Tirkên ne burokratên sıvîl û leşker; li dijî misılmanan û kurdan bûn.

Li Rûsyayê bolşewîkan encama darbeyeke leşkerî desthilatdarî di Oktobra 1917an de ji Çar girtibûn. Li Rûsyayê dîktatoriya xwe îlan kiribûn. Li dijî kapîtalîzmê û emperyalîzmê jî di nav şer de bûn. Atatirk û hevalên wî ji bona ku piştgiriya Yekîtiya Sovyetan bigrin, gotin ku “em li dijî emperyalîzmê nî.”.

Lenîn jî di derbarê Atatirk û hevalên wî de pesindar bû. Nivîsand ku “li Rojhilatê (li Şerqê) li dijî emperyalîzmê şerê yekemîn yê milî şerê Atatirk û hevalên wî ne.”

Atatirk bi siyaseta xwe bi dualî serkeftî bû. Ji aliyekî de dostanî û piştgiriya Îngîltereyê û Ewrûpayê wergirt. Li aliyê din, xwe li dijî emperyalîzmê  nîşan da, piştgiriya Yekîtiya Sovyetan wergirt. Lê hîn di nav şerê desthilatdarî de bû, hevalên Yekîtiya Sovyetan û berpirsiyarên Partiya Komûnîst ya Tirkiyeyê Mistefa Sûphî û hevalên wî di behra reş de bi destê Topal Osman dan kûştin.

Atatirk û hevalên wî (yanî burakrasiya sivîl û leşker) piştî ku desthilatdarî ji Osmaniyan girtin, demekî dirêj derbas nebû dîktatoriyek ava kirin. Di vê dîktatoriyê de li dijî piraniya gelê Tirk yên îslam û li dijî nereweya kurd siyaseteke qirêj û xeter û stratejik ya tunekirinê meşandin.

Rejîma Dîktatorî ya Atatirk,  gelek aşkere diyar kir ku Kurdistan tune ye. Kurdistan axa wan e. Loma jî dagir kir. Tunebûna kurdan wek îdeolojiyeke fermî ya dewletê pejirand. Tirkbûna kurdan wek sistem û îdeolojî pêşve ajotin. Ew otonomiya Kurdistanê ya teng ya dema Împaratoriya Osmanî jî, ji holê rakirin. Hemû mafên milî yên neteweya kurd xesip kirin. Ew kesên ku ji neteweya kurd, Kurdistanê, hêjayiyên neteweya kurd qal kirin, siza kirin û kûştin. Gelek aşkere tunekirina kurdan û jenosîdeke xurt meşandin.  

Li dijî Dewlet û Dîktatoriya Atatırk, ji bona kurdan xebat û têkoşîna milî ferz bibû. Loma jî di sala 1919an de kurdan li Koçgiriyê ji bona serxwebûna Kuırdistanê ketin nav têkoşîneke neteweyî. Dewleta Atatirk ew serhildanan, bi qetlîamê temirand. Pişt re jî Serhildan û Têkoşîna neteweyî ya sala  1925an û Serhildana Agriyê û têkoşînên din yên neteweyî bi qetlîaman temirandin. Serokên wan tevgeran kûştin û îdam kirin. Kurd, ji Kurdistanê dûr xistin. Xwestin ku demaografiya Kurdistanê biguherin û Kurdistanê bikin Tirk.

QETLÎAMA DERSÎMÊ

Dersîm  di nav aramî de jiyana xwe didomand. Xwediyê jiyana otonom û taybet bû.

Dersîmê bi awayekî bêdeng, jiyan û sîstem û dîktatoriya Kemalîstan nepejirand. Ew sîstema qebûl nekir.

Wê demê Dewleta Atatirk biryar da ku Dersîmê terbiye bike û teslîm bigre. Loma ji bona dest bi hereketeke leşkerî ya xurt bike, amadekarî kir. Rapor amade kirin. Ajan/sixûrên xwe şandin Dersîmê.

Piştî amadekariyek mezin, li Dersîmê tevger û hereketa leşkerî ya dewletê dest pê kir. Raste rast dest bi qetlîamê kirin. Li Dersîmê jin û mêr, kal û pîr, ciwan û zarok bi metodekî barbarî û hovîtî kuştin.

Ji bona ku vê qetlîama xwe jî rewa û meşrû nîşan bide, diyar kir ku li Dersîmê serhildan û îsyanek li hemberî Dewleta Atatirk heye.

Gelek aşkere bû ku li Dersîmê serhildanek û îsyanek tune bû. Dewleta Atatirk ji bona ku Dersîmê teslîm bigre, bike cîwarê Dewleta Atatirk ya resen, dest bi tevger û hereketa leşkerî kiribû.

Hemû belge û helwesta serok Seyîd Riza û hevalên wî jî, vê rastiyê nîşan didin. Eger niyeta Seyîd Riza û hevalên wî serhildan û îsyan bibûya, wê demê ji bona ku pirsê çareser bikin nediçûn Erzîncanê û dîl nedahat girtin.

Lewra helwesta wî ya dervekirinê jî diyar dike ku ew kurdekî û serokekî çiqas eqit û bê tirs e. Heger serhildan hebûya, wî wê demê li çiyayên Dersîmê mirin û şehîdbûn dida ber çav, li dijî Dewleta Atatirk serhildana xwe didomand. Di çiyayên Dersîmê de jî Dewleta Tirk ya wê demê, nedikarî ku wî teslîm bigre.

Di şertên teknolojî de Dewleta Tirk 50 sal e ku li Dersîmê nikare zora çend îsyankara bibe. 

Ji bona ku Dewleta Atatirk li Dersîmê qetlîam bike raporên dewletê bi xwe hene.

Di van salên dawî de serokwezîrê Dewleta Tirk R.T. Erdogan jî diyar kir ku li Dersîmê serhildanek tune bû, lê dîsa jî dewleta wê demê li Dersîmê qetlîam çê kir.

Beşek dîrokzanê dewletê dibêjin ku di qetlîama Dersîmê de biryar û rola Ataturk, an jî ya Îsmed Înonu tune ye.

Ev nêrîna dereweke mezin e û ji aliyê bûyer û belgeyan de jî derewîn derdikeve.

Keça Atatirk ya menewî, Dersîm bi teyyareyê bombabaran kir.

Înonu, bi xwe li Dersîmê kontrola (mûrakabeya)  tevgera qetlîamê dike.

Di navbeyna Înonu û Ataturk de, di mesela kurdan de, cûdabûnek tune bû.. Nekokiyên wan li ser pirsên din bû.

Dîktatoriya Atatirk, ji bona ku li Dersîmê jî serhildanekê provake bike, gelek planên xirab çêkirin. Ew jî diyar bûne û derketine holê.

Min van nêrînan, di gelek telewîzyonên Tirk de anîn ser zimên, bi gelek kesan re niqaşê min bûye. Gelek kesan jî piştgiriya nêrînên min kirine.

ÎDAMA SEYÎD RIZA

Serokê Neteweya Kurd Seyîd Riza, di 5 Îlona 1937an de dema ku ji bona aşitiyê diçû Erzîncanê, ew û 37 hevalên xwe dîl hatin girtin. Salên wî hat mezin kirin, ew di 15.11.1937an de li Elazîzê li Qada Bazara Genim hat derve kirin. Hemen rojê kurên wî yê delal jî salên wî jî hat mezin kirin, berî wî hat derve kirin.

Wek Serok Seyîd Riza gotiye, ji vê yekê mezintir zilûm, hovîtî, barbarî nabe.

Divê tevayî kurd tu demekê serokê neteweyî Seyîd Riza û hevalên wî yên şêhîd bîra nekin. Her dem bi rêz bibîrbînın. Ji ceribandinên wan ders derxin.

 

EW KESÊN PIŞTGIRÊN NÊRÎNÊN KEMALÎSTAN E, JI KURDAN RE ÎXANET DIKIN

Dewletê li Kurdistanê xirabiyên mezin kir, qetlîam û komkujî pêk anî, lê ev bi gelek hêsanî veşart. Bûyer manîpule kirin. Piştî demekê ji bona xwe dîrokzan çêkirin. Dîrokzanên dewletê rastî teorîze kirin. Ji bona xirabiyên dewletê, ji bona komkujî û qetlîamên li Kurdistanê îdeolojiyeke fermî ava kirin.

Di perwerdeyê de jî ev îdeolojiya fermî û dîrokzanyariya fermî û dewletê, teoriyê ne li ser rastiyê ava bibûn xistin serê her xwendevanekî. Beşek jî ji wan kurd bûn.

Demeke dirêj piraniya wan kurdan bawerî bi nazarî û teoriyên fermî yên Dewleta Kemalîst anîn.

Beşek kurd jî ji tirsan re nikarî li dijî van teoriyên dewletê û îdeolojiya fermî derkevin.

Hîç şik tune ye ku beşek kurd jî, ji bona berjewendiya xwe ya burokratîk û akademîk û aborî û wekî din, ev nêrîn û teoriyên dewletê û îdeolojiya fermî parastin. Heta îro jî parastina wan dom dike.

Piştî salên 1965-69an û bı taybetî jî piştî sala 1974an, ew derewên Dewleta Kemalîst û teoriya wan a fermî û îdolojiya wan ji aliyê kurdperwer û rewşenbîrên kurd, rêxistin û siyasetmedarên Kurdistanê ve hatin teşhîr kirin. Rastiyên dîrokî derketin derve. Lê dîsa jî dewletê û hevalbendên wan dev ji vê teorî û îdeolojiya xwe ye fermî ber neda.

Min jî ev teoriyên  Dewleta Kemalîst ya Kolonyalîst di gelek bernameyên telewîzyonên tirkan de rexne kir, derewîn derxistin.

Diyarbekîr, 18. 11. 2022

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *