Xiyaneta Cotmehê û Şerê Pirdê / Heta Kîngê zilûma PKKê dê dom bike?

1

Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Meha Îlonê jî, ji bona kurdan meheke dagirtîye. Neteweya kurd, di meha îlonê de jî  bûyerên dîrokî yên xweş û nexweş jîyaye.    

Di dîroka kurdan de meha îlonê bi Şoreşa Neteweyî ya îlonê (1961) tê xemilandin. Kurdan, li Başûrê Kurdistanê encama “Şoreşa Neteweyî ya Îlonê” serkeftineke dîrokî pêk anîn. Encama têkoşîna Serokê Neteweyî Mele Mistefa Barzanî û PDKê, Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Rejîma Baasê mecbûr bû ku bi kurdan re peymanê çêbike. Li Kurdistanê Otonomî qebûl bike. Kurdistanî li welatê xwe desthilatdar û serwer bin.

Hîç şik tune ye ku di dîroka neteweya kurd de Referandûma Serxwebûna Kurdistanê (25 Îlon a 2017) û encama referandûmê gelek hêja û dîrokî bû. Di encama referandûmê de biryara Dewleta Kurdistanê hat dayin.

Hezar mixabin piştî referandûmê Kurdistanî bi xiyaneteke mezin ve rûbirû bûn. Piştî xiyaneta Kerkukê dijminên Kurdan xwestin ku Sîstema Federe ya Kurdistanê têk bibin, lê li Pirdê şikest xwarin. Ew rojeke gelek xweş bû.

XIYANETA 16-Ê COTMEHÊ…

Li Başûrê Kurdistanê, li hemû beşên Kurdistanê, di nav kurdên dinyayê de 25 Îlona 2017an rojeke gelek xweş bû. Referandûma serxwebûna Kurdistanê bi aramî gihêştibû encamê. Kurdistanîyan ji %93an deng dabûn Kurdistana Serbixwe. Ji Dewleta Kurdistanê re “erê” gotibûn. Ew dewleta, wek berîya referandûmê hatibû diyar kirin, dê bibûya dewleteke federal. Ew encama referandûmê û bi naveroka xwe, ji bona gelên Rojhelata Navîn mînakeke xweş û modeleke dîrokî bû.

Loma jî hemû kurd gelek kêfxeş bûn. Lê dijminên kurdan ji encama referandûmê gelek eciz bûn. Berîya roja referandûmê jî dijminên herêmî, 4 dewletên kolonyalîst, dewletên berjewendîperest yên dinyayê û bi taybetî jî Emerîkayê, kurdên hevalbendên van dewletan û li dijî dewleta Kurdistanê, ji bona ku encama referandûmê neyê li darxistin û Dewleta Kurdistanê îlan nebe, ketin nav planên qirêj û tifaqên dijminantîya mezin.

Ew, 21 rojan piştî referandûmê, ji bona xiyanetê tevgerîyan û êrîşî Kurdistanê kirin. Wan di destpêkê de jî xwestin xelekek qels ya di bin desthilatdarîya YNKê de  biqetînin. Loma jî êrîşî Kerkûkê kirin.

Malîkî gelek aşkere diyar kir ku got “heger baskekî YNKê ji me re nabûya alîkar, me cesaret nedikir ku em êrîşî Kerkukê bikin.” Ew beşa YNKê jî, ji beşekî GORAN û PKKê piştgirî girt. Ew plana xiyanetê, ji aliyê Qasim Silêmanî yê qetilê kurdan yê Îranî ve hat amade kirin.

Gelek aşkere bû ku Kerkuk bi destê xiyanetê, ji alîyê Dewleta Iraqê û Iranê ve (Haşdî Şabî û PKK), bi piştgiriya Emerîka û dewletên Ewrûpayê hat îşgal kirin.

Hezar mixabin, ew kesên xiyanet kirin, dadgeh nebûn û siza nebûn. Wan kesan sînorê xirabîya xwe fireh kirin. Ew di kongreya YNKê ya dawî de, bûn berpirsiyar û serokên YNKê.

Encama siyaseta populîst û pragmatîk, ji bona ku YNKê di hikûmetê de endam e, ev sal xiyaneta wan bi nav jî nebû. Bi awayekî paçewane rewabûna xiyaneta Kerkukê hat rojevê. Hezar heyf ji bona Kurdistanîyan!

ŞERÊ PİRDÊ PÊŞÎ Lİ RÛXANDINA SÎSTEMA FEDERE YA KURDISTANÊ GIRT…

Lê armanca qirêj ya dijminên kurdan firehtir û xetertir bû. Wan xwestin ku piştî îşgala Kerkukê, êrîşî Hewlerê jî bikin, sîstem û dewleta federe ya Kurdistanê, bi tevayî ji holê rakin. Loma jî hêzên dewleta federal ya Iraqê û Haşdî Şabî, vekirî bi alîkarîya Dewleta Tirk û Îranê, bi çekên Emerîkayê, êrîşî Hewlêrê kirin.

Berîya vê êrîşê, balyozê Emerîkayê, bi awayekî bê edebî û dijminî ji Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî re telefon kir, got ku “sibê dê ji îro baştir nebe!”.

Wê demê Serokê Kurdistanê, emir da serleşker û pêşmergeyên Kurdistanê ku heta mirinê şer bikin. Yek çivikekî jî sax nehêlin.

Li Pirdê Şer çê bû. Ji pêşmergeyan re, serokwezîrê Kurdistanê yê vê merheleyê Mesrûr Barzanî serokatî dikir. Dijmin di şer de şikandin. Çek û debabeyên (tanqên) Emerîka xira kirin  û dîl girtin. Dijmin mecbûr bû ku paşve vegere.

Wê demê, Serok Mesûd barzanî, ji Balyozê Emerîkayê re telêfon dike, dibêje ku “îro ji duho baştir e.”

Pêşmergeyên qehreman û desthilatdarîya Kurdistanê di Şerê Pirdê de serkeftî bûn. Dewleta Federe ya Kurdistanê, li ser pêya hîştin.

Şerê Pirdê, pêşîya rûxnadina Dewleta Federe Kurdistanê girt. Sipas ji wan re. Ew dê dilê me de her bijîn!

HETA KÎNGÊ DESTWERDAN Û ZİLÛMA PKKÊ DÊ LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DOM BİKE?

PKK,  ji sala 1990an vir ve, wek li hemû Kurdistanê, çewa ku xeterî û tehlûkeke mezin e; li Başurê Kurdistanê jî xeterîyek û tehlûkeke mezin e. Bi dehan salan e ku di derbarê vê xeterî û tehlûkeyê de, ez û gelek kurdperwer û nivîskarên Kurdistanê nêrînên xwe tînin ser zimên.

Hezar mixabin, li Başûrê Kurdistanê, bi taybetî jî desthilatdarîya Kurdistanê, pêşîya vê xeterîyê negirt. Di encamê de PKKê, şerê  PDKê û YNKê kir û bi hezaran pêşmerge hatin şehîd kirin.

Lê xeterî mezintir bû. PKKê, li Başûrê Kurdistanê, bi her awayî destwerdan domand û firehtir kir. Gund îşgal kir. Ji gundîyan xerac û bac girt. Dest danî ser hilberîn û berhemên gundîyan. Karên terrorîstî kir. Zarokên kurdan revand û malbat agahdar nekir. Di encamê de, zarokên kurdan da kûştin û an jî bi xwe kûşt.

Şengal bi piştgirîya Hikûmeta Navendî ya Iraqê, bi Haşdî Şabî ve îşgal kir. Zarokên Kurdên êzîdî, bi zorê girt bin çekan, li ser navê dewletên kolonyalîst û yên din yên herêmê û dewletên emperyal di şerê wekaletê de da kûştin. Şengal tazî kir.

Loma jî li gelek bajarên Kurdistanê, gel xwepêşandan li dar xistin, ji Hikûmeta Kurdistanê daxwaz kirin ku vê pirsê çareser bike. Hezar mixabin Hikûmetê nikarî vê pirsê çareser bike.

PKKê, di demek nêzik de, dîsa berpirsiyarekî asayîşê kûşt. Kurdekî Êzîdî kûşt.

Bes Hikûmeta Kurdistanê û Hikûmeta Federal ya Iraqê, di derbarê Şengalê de peyman çêkirin ku PKKê û Haşdî Şabî û rêxistinên din yên dagîrker û terorîst ji Şengalê derxin, hîn encamek nehatîye girtin.

PKKê destwerdan û karên xwe yên xeter didomîne.

Di van rojên dawî de, li ser tevgera PKKê ya li sînorê parêzgeha Silêmanîyê, hişyarî hate dayîn û berpirsekî îdarî yê wî sînorî jî radigehîne ku derbarê wê tevgerê de çend alîyek agahdar kirine.

Li gor zanyarîyan, PKK li çiyayên bakurê parêzgeha Silêmanîyê, di nav tevgereke berçav de ye û ji ber wê jî heta astekî xelkê deverê bêzar bûye. Herî dawîyê jî karê PKKê yê hember xelkê deverê revandina Mihemed Ewdila Resûl ê wek Mihemed Girtikî tê nasîn û endamê encûmena cîbicîhkar û berpirsê devera Raperînê yê Hevpeymanîya Niştimanî bû ku li gor nûçeya çapemenîya fermî ya YNKê jî ragehandibû ku ji aliyê PKKê ve hatiye revandin.

Vê derbarê de qaymeqamê qeza Mawet Kameran Hesen ji BasNewsê re ragîhandîye ku, “li ser çalakîyên PKKê yên li sînorên me, bi nivîskî me parêzgerê Silêmenîyê û wezareta navxwe ya hikûmeta herêma Kurdistanê agahdar kirîye, ku ew çalakîyana, heta çi astekî dibin metirsî li ser xelkê vê navçeyê.”

Herwuha endamê lijneya navxwe, li encûmena parêzgeha Silêmanîyê, Berzan Hemîd jî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Berê me agahdarî dabû ku PKKê li sînorê Şarbajêr rawestgeh danîye û bac werdigre. Derveyî wê jî li hin cîhên Silêmanîyê bi aşkera tevgera çekdarên wê heye. Ev yek jî metirsî ye bo ser canê hemwelatîyên vî sînorî. Herwaha gelek giring e, xelk nebe qurbanî bo daketin û hatûçûna çekdarên PKKê yên nav bajar.’’

Ji alîyê din ve, endamê civata niştîmanîya Tevgera Gorran Tehsîn Îbrahîm ji BasNewsê re ragehand û daxwaz ji PKKê kir, “rewşa Kurdistanê li berçav bigre. Tu demekî li gel lêdan û revandinê nîn in, em dibên: nabe xelkê Kurdistanê li navçeyên sînor bên perçiqandin.”

‘’Divê hewl bê dayîn ku ev destkeftin bên parastin ku em hemû li ser derbeder bûn, divê destên xwe em bidin ber, çalakî, kuştin û revandinê, encamên wê xirabin.’ (Basnews)’

Gelek aşkere ye ku PKKê li Başurê Kurdistanê hêzeke çekdar e. Ew desthilatdarî û hiqûq û qanûnên Dewleta Federe ya Kurdistanê jî nas nake. Destwerdanê dike.

Ew tê wate ye ku Hikûmeta Kurdistanê li welêt serwer nîne. Hêzên terorîst û biyanî, gor dilên xwe tevdigerin û zirar didin gelê kurd.

Gelo ew zûlma PKKê dê heta kîngê bidomîne.

Gelo ez dîsa dibêjim ku Desthilatdarîya Kurdistanê, dê heta kîngê ji vê xeterîya ku wan jî tehdît dike re çavên xwe bigre û dengê xwe neke?

Hikûmeta Kurdistanê, dê kîngê serwerî û desthilatdarîya Kurdistanê bi her awayî ava bike?

Xeterîya li dijî serwerî û desthilatdarîya Kurdistanê, dê kîngê ji holê bê rakirin?

Diyarbekîr, 23. 10. 2020

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *