Me Evdilqadir Dagdelen wenda kir!

Îro me welatperwerekî hêja Abdulkadir DAĞDELEN wenda kir!

Evdilqadir, 20.03.1956an li Heremîya Dêrika Çiyayê Mazî ji dayik bû. Dibistana pêşî, navîn û lîse li dêrikê qedand. Di sala 1978an de Fakulteya Perwerdeyê ya Ruha (Urfa Eğitim Fakültesi) qedand û bû mamoste. Dest bi karê mamostetîyê kir.

Piştî derba leşkerî ya 1980yî, ji ber endametîya PDKT/KUK hat girtin û çar salan di girtîgehê de raza. Wî ji welat û gelê xwe hezdikir. Digot: em endamê welatekî mêtingeh in, heta welatê me rizgar nebe, em koleyên bê zincîr in. Ew hertim bi mêrxasî li doza gelê xwe xwedi derket. Gerek di lêpirsîn û îşkenceyên binçav û gerek li zîndanê, hertim berxwe da û serî ji dijmin re netewand. Ew hevalekî bi rûmet bû. Em dê hertim dî bîra me de be.

Hevalê me hêja Evdilqadir jiyana xwe ji ber qeyrana dil wenda kir. Em dost û hevalê wî gelek xemgîn in! Ji malbata wî û hemû heval û hogiran re sersaxî dixwazin. Gora wî behişt be!

Abdulkadir DAĞDELEN
Ciyê Şînê: Mala Şîna Dêrikya/Derikliler Yas Evi.
Pêwendî:
Birayê Evdilqadir Edip: 05382061000
Lawê wî: 05379529315
Lawê wî: Harun 05369450899

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *