PKKê bê çek diqede. Gelo Demîrtaş dê çewa PKKêyeke bêçek biparêze?

Îbrahîm GUÇLU

Selahaddîn Demîrtaş bi endambûna PKKê û ji bona kûştina gelek kesan tê dadgeh kirin. Lê di hepisxaneyê de xwediyê îmtiyazeke mezin e. Ew dîktatoriya Erdoğan û Tîfaqa Cumhur gelek bi hêsanî îzin dide ku Demîrtaş her deqîqe, her saet, her roj peyamê xwe yên li dijî Hikûmet û dîktartoriya Erdoğan bîne ser zimên. Di hemandem de dema ku kesekî wî jiyana xwe ji dest da jî, bi helîkopterê tînin goristanê û ew pêşwaziya miriyê xwe dike.

Ez bi xwe xwediyê ceribandina hepisê me û bi mîlyonan kurd jî xwediyê ceribandina hepisxaneyê ne. Kurd him di dema dîktoriya leşkerî de û him jî di demên sivîl de di zîndanan de man. Dewletê tu wext îzin neda wan kurdan ku bi derve re pêweniya çapemenî çê bikin û peyamê xwe pêşkêş bikin. Nûha jî tê zanîn ku bi deh hezaran kes hepis in, dewlet tu wext îzin nade wan ku ew nêrînên xwe di rojnameyan de û di medyaya civakî de belav bikin.

HEGER ERDOGAN DÎKTATOR E, WÊ DEMÊ DEMÎRTAŞ MIROVÊ DÎKTATORÎ YE. AN JÎ ERDOGAN NE DÎKTATOR E. GELO HÛN ÇI DIBÊJIN?
Demîrtaş di dema dîktatoria Erdoğan de gelek bir rehetî û bi azadî her peyameke xwe dikare di rojnameyan de û di telewîzyonan de û di medyaya civakî de pêşkêş bike. Peyama wî jî, peyamê PKKê ne. Baronên PKKê yên qendîlê çi dibêjin, Demîrtaş jî wan nêrînan pêşkêş dike. Heman siyaseta PKKê dimeşîne. Loma jî piştgiriya Tîfaqa Kemalîst ya Kıliçdaroglu dike.
Gelo ew çewa dibe? Divê em li ser vê pirsê bi taybet rawestin.

Yekemîn pirs, heger Hikûmeta heyî dîktatoriyê dimeşîne, wê demê divê ku îzin nede Demîrtaşê ku ew jê re dibêje ku ew PKKêyî ye û terorîst e?
Duyemîn pirs ew e ku heger Dîktatoriya Erdoğan heye, wê demê ev dîktatoriya bi zanatî îzin dide Demırtaş ku ew nêrînên xwe bi gelek babetan, di rojnameyan, telewîzyonan, medyaya cicakî de belav bike.

Gelo hûn ji vê yekê re çi dibêjIn?

HEBÛNA PKK-Ê GIRÊDAYÎ ÇEK E. DEMA ÇEK JI DESTÊ PKKÊ BÊ GIRTIN, PKKÊ DIQEDE. HEBÛNA DEMÎRTAŞ JÎ GIRÊDAYÎ PKK-Ê YE. GELO DEMÎRTAŞ DÊ ÇEWA LI DİJÎ Jİ RÊBAZA PKK-Ê DERKEVE Û BIBÊJE KU “EZ PIŞTGIRIYA ÇEKDARÎ NAKIN Û EZÊ DAWÎ LI ÇEKDARIYA PKK-Ê BÎNIM.”?
Rojnameya Politico Ewropayê bi Demîrtaş re hevpeyvînek çekiriye. Demîrtaş dibêje ku “HDP ne girêdayî PKKê ye. Em bi ti awayî piştgirîyê nadin şiddet û rêbazên çekdarî. Em xwe wek pêkhateya siyasî ya PKK bi nav nakin, ji ber ku em ne wisa ne. Em bi ti awayî piştgirîyê nadin bikaranîna şiddet û rêbazên çekdarî”.

Hebûna HDPê girêdayî PKKê ye. Yanî HDP rêxistina PKKê ye. Lewra Demîrttaş bi xwe diyar kiriye ku “HDP projeya Ocalan e. Ocalan ev projeya di 10 salan de amade kiriye.”. Dîsa gelek HDP’yiyan û hevseroka HDPê diyar kiriye ku “wan pişta xwe daye PKK/PYDê û Ocalan.”

Di hemandem de hebûna û şaxsiyeta siyasî ya Demîrtaş jî girêdayî PKKê ye û bi PKKê çêbûye. Loma jî her demê bê qeyid û şert her demê piştgiriya PKKê kiriye. Bi piştgiriya PKKê ji Komelaya “Mafên Mirovî” û ji HDPê re serokî kiriye. Bi piştgiriya PKKê bûye parlamenter.

Dema rastiya PKKê bê diyar kirin, dê diyar bibe ku gotinên Demîrtaş ne trast in.

Rastiyeke gelek tehl û aşkere heye ku piştî Darbeya Leşkerî ya 12ê Adara 1971-an kurdan bi awayekî plural û ne yasayî partî û rêxistin ava kirin. Dewleta Kemalîst ya Tirk ji bona ku dîsa li ser kurdan û Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê bandor û kontrol pêk bîne, tasfiye bike, stratejiyeke nû pejirand. Biryar da ku di nav Tevgera Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê de rêxistina xwe ava bike. PKK, encama wê stratejiyê ava bû û ket nav Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê.

Dewletê ji bona ku rêxistinên Kurdistanê bi destên qedroyên kurd yên dîrokî ava bibûn, PKK bi destê kesên biyanî yên Tirk û krîmînal ava kir. PKKê ji bona ku rêxistinên Kurdistanê bên tasfiye kirin vatiniya xwe bi kûştina kurdan û kurdperweran û tasfiye kirina rêxistinên Kurdistanê û amadekirina Darbeya Leşkerı ya 12ê Îlona 1980yî gelek baş pêk anî.

PKKê pişt re jî ev mîsyona xwe li beşên din yên Kurdistanê pêk anî.

PKKê nûha li her çar beşên Kurdistanê jî, ji bona şerê wekaletê û berjewendiya Dewletên Kolonyalîst vatiniyek û stratejiyeke dualî pêk tîne. Armanca wê ya esasî tasfiyekirin û ji holêrakirina rêxistin û partiyên Kurdistanê ne. Heger dît ku derfet tune ye ku rêxistin û partiyeke Kurdistanê tasfiye bike û jiholêrake, wê demê dixwaze ku wê partiyê/partiyan ji bona xwe bike ûydû û duvik û xizmetrkar; wê rêxistin û partiyê dixe bin bandora xwe, wê bêdeng dike.

Lê ji bona ku kurdperwerên serbixwe yên ji PKKê re mixalîf in çi di hûndirê PKKê de be û him jî derveyî PKKê be, bi kûştinê tasfiye dike. Encama ev siyaset û stratejiya PKKê bi dehhezaran kurd û kurdperwer li hemû beşên Kurdistanê hatin kûştin. Li Başûrê Kurdistanê 3500 pêşmergeyên qehreman kûşt. Li Rojavayê Kurdistanê bi deh hezaran kurd kuşt û an jî da kûştin. Li Bakurê Kurdistanê kûjerê bi deh hezaran kurdperweran e. Li Rojhelatê Kurdistanê bû sedem ku bi sedan kes bên îdam kirin û bên kuştin.

Dema ku Dewleta Tirk bi ev mîsyon û armancan da ber PKKê, baş dixzanî ku PKKê bi rêya siyasi van armancan nikare pêk bîne. Loma jî PKKê çekdar kir. PKKê bi çekên xwe li hemberî kurdan û kurdperweran da şer kirin.

Dema ku PKKê di hemandem de bû projeya Dewleta Sûriyeyê û Iraqê û Iranê jî bi heman armanca hat wezîfedar kirin. Loma wan dewletan jî, ji bona berjewendiya xwe PKKê çekdar organîze kirin û alîkarî kirin. Lewra wan jî dizanî ku PKKê bi rêya siyasî nikare zora kurdan û Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê û Rêxistin-Partiyên Kurdistanê bibe.

Loma çek û çekdarî û terör û şidet û qetilkirin, hebûn û nebûna PKKê ye.
Dema çek nebe, PKKê nabe.
Dema çek nebe PKKê nikare berjewendiya dewletên dagirker û kolonyalîst bimeşîne.
PKKê nikare şerên wekaletê bimeşîne.
PKKê nikare ji bona tunekirina kurdan xebat bike û şer bike.
PKKê nikare bi deh hezaran kurdan bikûje.
PKKê nikare siyaseta dewletên dagirker û kolonyalîst cî bi cî bike.

Gelo wê demê PKKê dê çewa dev ji çek berde? Demîrtaş kî ye ku piştgiriya çekdariya PKKê ya neke? Ji PKKê daxwaz bike ku PKKê dev ji çek berde.?

Diyarbekîr, 28. 04. 2023

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *