Halê Kurd û Kurdistanê Halê Bindestîyê ye.

Şakir EPOZDEMIR

Di kelambêjiya axalerên me yên tunedî da ku pêşiya 100 salan ji ber bê otorîteyîyê derketibûne pêş û ji ber bê ser û berîyê û bê serwerîya Kurdistanê nav û deng dabûn; di şerê talan û birakujîyên dijwar da bang li hev dikirin digotin: “- Tû têyî rayê were rayê, eger tû neyî rayê ezê qesr û qonaxên felenderê hilweşînim bixime tewlê hespan û kadîna ka yê.”…

Barbar Tirk bin, Ereb bin Kurd bin ew kesên ku cavnebarî, çavsorî, çavbirçîtî ji xwe ra kirine dustûr û ketine peyî kuştin û talan û wêrankirina gund û bajaran, ew kes barbar in, eşqiya nin, xerabê xiraba nin, rûreşên herdû dunya nin û ew kes û cemaet û Milet neyarên mervayîyê nin.

Hinga ku dinya ava bûye heya nuha tim û daîm BARBAR hatine medenîyetan kavil kirine û qeşitîne çûne. Mesela li Kurdistana Bakur mêze bikin, Bajarên DARA, Herran, Hilar, ERZEN, ERMEDİNAN, Marîn, Merdîs û ‘‘Dülük Antik kenti‘‘ ku me wî navî li Antebê danîye; em jêra dibêjin “Dilok”, ka ev bajar û medenîyet li ku ne. Li pişta gundê min, gundê Minar, ji derek ra dibêjin “Xirba”, Ez şahid im ku mezinên gund digotanê “ Bajarê Xirba… Nuha qe tinebin ji 100’an bêhtir bajarên Kurdan di binê axê da nin. Ev barbar, ev wehşî ango ew gurên har, ev zalim ango ew  neyar, 5000 sal in ku bajarên Kurdan xira dikin û Kurd bajarên xwe ji nûva ava dikin. Di van 30 salên borî da ji 4000 gündan ne kêmtir ji terefê Dewleta Tirk va hatine sotin û wêranbarkirin. Her malek 5 kes bin ev dike 4 milyon kes koçber bûn, bi ser av û lehîyan ketin û dinya wana serobin bû.

Ya giring çîye? Di vê noqteyê da ya herê girînga girîng ew e ku em giş bi hevra bêjin “îdî bes”… Em bi hevra bibêjin “İdi Bes” û dewleta xwe, ango dewletên xwe ava bikin, berevanîya welatê xwe birêsin û bi fermî artêşên xwemal çekdar kin û xwe, bajarên xwe, irz û namûsa xwe bi hemû din û bawerî û Kurdistaniyan va rizgar bikin… Ya giringa giring ew e ku ev mejîyê mey ê gundîtîyê, bibe şaristanî. Em berê xwe bidine dinyayê, ka dinya çewa xwe, welatê xwe, şerefa xwe, namûsa xwe, dîn û baweriya xwe diparêzin, em jî weka wan biparêzin. Xelk çi dikin em jî weka wan bikin.

Dewletên ku em li ser navê Kurdistanê ava bikin federal dibin, komfederal dibin, yekitiya Cimhuriyetan dibin, yekitiya miletan dibin, lê ji %100 lazime esayiş, artêş, hiquq, berevanî, perwerde, rêvabirin û zagon yên me bin, ligora urf û adet û toreya welatê me, axa me ya serbixwe ango otonom bin. Divê em xwe idare bikîn ne kesekî din, xêra babên xwe me îdare bikin… Ew kesên ku bibêjin “emê dinyayeke din ava bikin” ew kes xwe jî, miletê Kurd jî dixapînnin, kevirê nelêdanê hiltînin û rojên xwe bi wan xapan diborînin. Belkî jî hindek imkanetên şexsî bi destên xwe xistine, naxwezin ji destên xwe birevînin.

Nuha pêçîya xwe ya Şahdeyê danine ser eniya xwe 3 deqîqe weke Kurdistaniyek biponijin: Gelo Tirk, Ereb û Ecem gava li Kobanî ya berê û Koban’a kambax ya îro mêze dikin çi tê bîra wan. Ew bi çi çavî li me, li welatê me, li şeref û kamîraniya me mêze dikin, baş bidine hişê xwe. Nekevine pêyî îdara rojane. Ji bo zarokên xwe, nevîyên xwe, namûsa miletê xwe, bajar û gundên xwe, welatê xwe û xwûna wan şehîdên ezîz, divê em dehatuwa xwe saz bikin, qaîm bikin û qedera xwe bi destên xwe girê bidin…

Eve şar û eve mişar… Eva gaz û eva meqes… Li ber çava nin, dost û nevan û neyar… Ya emê xwe rizgarkin bibine millet, ango emê jî bi van barbaran ra bibine canî, bibine illet…

Bila kes nebêje min “meydan li te fireh bûye, lewra te gema hespê xwe berdaye” 47 sal berê li Mehkema Cezayên Giran ya bajarê Antalya, di Dosya 1968/235ê da min gema hespê xwe bê pakî, bê minet berda û bûme xwedî Berevanîya Siyasî ya Yekemîn li Kurdistana Tirkîye yê. Min tûcarî ‘‘Donkişot‘‘i nekiriye û ji nuha pêva jî nakim.

Daxaza mafê miletek wisa rewadare ku ji şîrê çiçika diya me helaltir û zelaltir û rewadartir e. İsmail Beşikçi dibêje: “- Xwendevanên Kurdan, ronakbîrên Kurdan gava ku navê Kurd û Kurdistanê tînine ziman şerm dikin, mehcup dibin.” Ev işareta ku ew ronakbîr naynine bîra xwe ka navê vê coğrafyayê Tirkiya bû ku eva 90 salin bê şerm û fihêt, li nava çavên me mêze dikin û vî navî dixebitînin. Ew navên derewin li me dikin şerm nakin, em navên xwe yên dîrokî, coğrafî û adetî dikine binê pîyên xwe, bo xatirê çend çep û çewtên kemalistên nijadperest.

Kurdno! Şerefa xwe biparêzin, bo xatirê xuna şehîdan, bo xatirê wan egîdan… Şerefa miletan, alaya wana rengîn û serxwebûna welatên wan nin. Eger tû ne dewlet bî û ne weka dewletên dinyayê bî: wê gavê tu bende yî… Wê gavê hesabê te di nava hesaban da nîn e. Ne li homê yî, li gomê yî.

Şakir Epözdemir

Lêkolînêr – Nivîskar

 

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir