PKK, çima serokê Dengê Kawayê Ferîd Uzun şêhîd kir?

Îbrahîm GUÇLU 

Beriya 43 salan, di 22.11.1978an de li Kurdistanê û Sîweregê ewr tarî bû, stêrkek bi destên terorîst û kujeran û dijminên Kurdistanê yên barbar û vandalîst hat şêhîd kirin. Dema ku hat şêhîd kirin hevjîna wî ya cîwan li cem wî bû û keça wî jî di hembêzea dayika xwe de, di xew da bû. Ew kurdperwera Ferîd Uzun bû; ew kurdpewerekî  hêja û evîndarê Kurdistanê û neteweya kurd bû.

Em di 22.11.2021an de li ser mezelê Ferîd Uzun bûn. Ez li ser mezelê wî gelek xemgîn bûm. Di derheqê wî de min wek hevalekî wî yê li Enqereyê û DDKOyê û hefsa Leşkerî axaftinek kir.

Ez di serekrêza meqelaya xwe de dipirsim û dibêjim ku  “PKK, çima serokê Dengê Kawayê Ferîd Uzun kûşt û şêhîd kir?”. Ji bona ku ez vê pirsê bersîv bidim û xwendevanên min ji bona ku vê pirsê di serê xwe de zelal bikin, divê ez birêz Ferîd Uzun bidim nasandin.

Bersîva pirsa min di hemandem de PKKê jî dide nasandin, qerektera PKKê carek din derdixe holê.

 

SÎWEREG Û PÊWENDIYÊN WÎ YÊN LI SÎWEREGÊ.

Ferîd Uzun ji Sîweregê ye. Sîwereg di dema Împeratorîya Osmanî de bajarokeke bi Diyarbekîrê re girêdayî bû. Sîwereg, piştî Kemalîstan desthilatdarî girtin destê xwe û navê dewletê bû “Dewleta Komarî ya Tirk”, bi Rûheyê ve hat girêdan. Lê Sîwereg bi gelek taybetîyên xwe û bi danûstandinên xwe dişibe taybetîyên Diyarbekîrê. Loma jî Sîweregî nabêjin ku “em Rûheyî ne”. Sîweregî aniha dibêjin “em Sîweregî ne” û an jî dibêjin ku “em Diyarbekîrî nî”. 

Sîwerek, li Kurdistanê bajarokeke bi navûdeng e. Lewra ji destpêkê ve Sîweregê xwendevanên wê gelek zêde ne. Loma jî Sîwereg di dema Komara Tirkiyeyê de bi taybetî piştî salên 1960î bû navendeke tevgera çep û kurdperwerî. Ferîd Ûzun hevbajarîyê gelek kesên navdar yên Kurdistanê û Sîweregê ye.

Ferîd: Hevbajariyê qadi-parêzer Elî Karahan e. Elî Karahan di doza 49-an de bi Seîd Elçî, Ziya Şerefxanoglû û gelek xwendevan û rewşenbîrên kurd ve hat darizandin û ciza kirin. Ew kurdperwerekî delal û evîndarê Kurdistanê bû. Wî pêşî qaditî kir û pişt re jî parêzerî kir.

 

Ferîd: Hevbajariyê Faîq Bûcak e.

Fail Bûcak, qadî û parêzer bû. Piştî Derbaya Leşkerî ya 27ê Gulana 1960î bi 600 karbidest û mezinên Kurdistanê re li Qampa Siwasê dîl hat girtin û hefs bû. Piştî jiyana qampê jî bi 55 karbidest û mezinên Kurdistanê re sirgûnî herêma Tirkan bû. Faîk Bûcak, serokê giştî yê PDKTê bû. Dostekî nêzîk yê Tevgera Rizgarîxwaz ya Başûrê Kurdistanê û Serokê nemir Mele Mistefa Bazranî bû. Di sala 1966an de ji aliyê dewletê ve hat kûştin û şêhîd kirin.  

 

Ferîd: Hevbajariyê Parêzere Mustafa Remzî Bûcak e.

Mistefa Remzî Bûcak, demekê di Meclîsa Tirkan de parlamenter bû. Piştî ku jiyana wî wek kurdekî ket xeterê, dest ji Tirkiyeyê berda çû li Emerîkayê cîwar bu. Dema ku li Emerîkayê bû, ji şefê milî û faşîst Îsmed Înonu re nameya xwe ya bi navûdeng nivîsand. Di wê nameya xwe federalbûna Tirkiyeuyê pêşniyuar kir. Daxwaz kir ku Kurdistan jî û neteweya kurd jî bê nas kirin. Kurdistan jî bibe welatekî federe. Li Emerîkayê jiyana xwe ji dest da. Ew li Sîweregê binax bû.

 

Ferîd: Hevbajariyê Necmedîn Buyukkaya ye.

Necmeddîn Buyukkaya, damezrênêrê DDKO ya Stenbolê bû, Di hemandem de bû serokê DDKO ya Stenbolê. Piştî ku Dr. Şivan û hevalên xwe jî di derbarê kûştina Serokê PDKTê Seîd Elçî hat darizandin û darve kirin, wî jî piştî reorganîzasyona Partiya Dr Şivan di serokatîyê de cî girt. Ew kesekî Kurdistanî bû. Yekîtiya Kurdistanê diparast. Dostê YNKê bû, Ji YNKê re alîkarîyên mezin pêk anî. Di sala 1984an de, dema Derbaya Leşkerî ya 12ê îlona 1980yî  di hefsxaneya leşkerî de bi êşkenceyê hat şêhîd kirin.

 

Ferîd: Pismamê nivîskar Mehmed Uzun e.

Mehmed Uzun, di hemandem de hevalê Mehmed Uzun yê hefsê ye. Ez û wan jî, em hevalê hev yên hefsê ne. Ew jî bi me re damezrênêrê  Tevgera Komal-Rizgarî-Ala Rizgarî yê bû.  Mehmed Uzun demekî dirêj jiyana xwe li Swêdê meşand. Li Swêdê dest bi nivîskarîyê kir. Gelek pirtûkên bi gelek cûra/babet, bi kurdî nivîsand. Hezar mixabin wî gelek zû jiyana xwe ji nexweşîya pençeşêrê ji dest da.  

Ferîd: Xalê nivîskar paşa Uzun e.

Ew jîyana wî ya li Sîweregê û pêwendîyên wî dibe sedem ku ew fikrên kurditî bipejirîne û bibe ciwanekî kurdperwer.                                     

 

JIYAN Û PERWERDE Û TÊKOŞÎNA FERÎD UZUN YA KURDPERWERÎ

Ferîd, li Sîweregê dibistana xwe ya destpêkê, dibistana navîn, bakelorîya (lîse) diqedîne. Di dibistanê zarokekî gelek serkeftî ye. Dema ku Ferîd bakeloriyê diqedîne dikeve bin bandora fikrê kurdperwerî. Dest bi tambûrê dike. Bi folklora kurd û zimanê kurdî re eleqeya wî xurt dibe. Wê demê dest pê dike helbest jî dinivîsîne.

Ferîd, piştî ku bakeloriya (lîse) diqedîne, ji bona zanîngehê dikeve ezmûnê. Zanîngeha Zîraetê qezenç dike. Li Enqereyê dest bi Zanîngeha Zîraetê kir. Wê demê ez jî li Zanîngeha Hiqûqa Enqereyê xwendevan bûm. Min Ferîd di sala 1969an de nas kir. Wê demê jî li Enqereyê di nav xwendavanên Kurd yên zanîngehan de şiûra kurdewarî û kurdperwerî pêş diket. Ciwanên kurd, xebata xwe ya kurd û neteweyî bi gelek awayê rêxistinî dimeşandin.

Xxwendevanên kurd yên li zanîngahê, di encamê de gihîştin wê nêrînê ku rêxistineke kurdî û serbixwe û  kurdên kurdperwer yên xwedîyê fikrên cûda ava bibe. Di encama xebateke fireh, dûrûdirêj û bi plan, di sala 1969an de, DDKO (Ocaxa Çanda Şoreşger ya Rojhelatê) ava bû. Ez jî bûm damezrênêrê DDKOyê û endamê Komîteya Birêvebir ya DDKOyê, di qonaxa damezrandinê de. Di Komcivîna yekemîn de jî bûm serokê DDKO ye. Ferîd Uzun jî bû xebatkar û endamê DDKO yê.

DDKOyê, ji bona hebûna neteweya kurd û mafên neteweyî xebat dikir. Ji bona vê jî gelek cure xebat pêk dianî. Ji bona ziman û çanda kurd dixwest ku xebatên xwe pêş bixe. Folklor jî cûrexebateke çanda kurd ya DDKOyê bû. Ferîd Uzun jî, ji bona folklorê di komeleyê de xebat kir. Ciwanên kurd fêrî folklorê dikir.

Dema Derbaya Leşkerî ya 12ê Adara 1971an hat li dar xistin; biryara girtina DDKOyên li metropolan û li Kurdistanê hat dayîn. Bi girtin û qedexekirina DDKOyê, damezrênêr, berpirsiyar, beşek endamên DDKOyan jî hatin girtin û hatin hefs kirin.

Beriya Derbaya Leşkerî jî li hemberî DDKOya Enqereyê operasyon pêk hatibû û em gelek berpirsiyar hatibûn girtin. Dema Derbaya Leşkerî hat li darxistin em li Enqereyê  di hefsa siwîl de bûn.

Dema ku girtin û hefskirina damezrêner, berpirsiyar, endamên DDKOyê pêk hat; Ferîd Uzun jî hat girtrin û hefs kirin. Ew jî anîn hefsxaneya leşkerî ya Diyarbekîrê.

Wî di hepsê de li ber xwe da. Di dadgehê de parêznameyeke siyasî pêşkêş kir: Mafên neteweyî yên neteweya kurd û mafê çarenivîsîya neteweya kurd parast.

Di encama darizandinê de 13 sal 4 meh cezayê hefsê û ji çar salan zêdetir jî cezayê sirgûnê wergirt.

Wî di hepsê de kurdîya xwe ya nivîsandinê pêş xist. Helbest nivîsand. Li dijî Yekîtiya Sovyetan, wê demê helbest nivîsand. Di hepsê de jî xebata xwe ya ozanî û folklorî jî meşand.

Di sala 1974an de bi qanûna efa giştî, ew jî, ji hefsê serbest hat berdan.

Di hefsê de li dijî Yekîtiya Sovyetan, ji bona ku Yekîtîya Sovyetan, alîkarî ji Rejîma Baasê ya Iraqê re dikir, li dijî kurdan di sala 1974an de şer kir, ew  bû xwediyê helwestekê.

Ferîd Uzun piştî ji hefsê azad bû, dibistan qedand û bû endezyarê zîreatê. Pêşî li Hîlvanê û pişt re jî li Sîweregê xebata xwe endezyarî meşand.

Piştî ji hefsê derket, li mala xwe runenişt, dest ji xebata kurdperwerî berneda. Li Bakûrê Kurdistanê, bi awayekî profesyonelî beşdarî xebata rêxistinî û siyasî ya tevgera neteweyî bû. Rêxistinek bi gurûbek hevalên xwe ve ava kir. Navê rêxistina wan: Dengê Kawa bû.

Dengê Kawa, rêxistineke Kurdperwer bû. Serxwebûn û yekîtiya Kurdistanê diparast.

Rêxistineke sosyalîst Maoyî bû.

Ferîd Uzun jî serxwebûn û yekîtiya Kurdistanê diparast. Ew helwest û xebata wî bala Dewleta Kolonyalîst ya Tirk jî dikişand.

 

FERÎD ÛZUN ÇIMA BI DESTÊ PKK-Ê HAT KUŞTIN…

PKKê piştî bi destê Dewleta Kemalîst ya Tirk li hemberî Tevgera Netewî ya Kurdistanê û Rêxistinên Kurdistanê û gelê Kurdistanê ava bû, hemû rêxistin û partiyên Bakûrê Kurdistanê, serokên wan, berpirsiyarên wan, endam û piştgirên wan, hemû karbidestên Kurdistanê û gelê Kurd  dijmin îlan kir. Ji bona ku wan jı holê rake dest bi teror û kûştinê kir.

Di destpêkê de, xwest ku serokên rêxistin û partiyên Bakûrê Kurdistanê bikûje û ji holê rake. Ferîd Uzun jî, ji bona ku serokê rêxistina Dengê Kawa bû, ji aliyê PKKê ve hat kûştin û hat şêhîd kirin.

PKKê ji bona ku Tevgera Bakûrê Kurdistanê û Neteweya Kurd ji armanca serxwebûn û dewletbûnê dûr bikeve, li dijî hemû kurdan û rêxistinên wan şer îlan kir. Li hember hemû kurperweran şidet û teror bi kar anî. Ferîd Uzun ji bona ku kurdperwer û parêzvanê serxwebûn-yekîtîya kurdistanê bû hat kûştin.

Li Sîweregê Tevgera Çep û Kurdistanî gelek xurt û kîtlewî bû. Ji bona ku ev tevgera belav bibe û terorîze bibe PKKê, Ferîd Uzun kûşt ku di nav tevgera neteweyî ya Kurdistanê de dijîtî û dijminatî xûrt bike. Lewra wê demê, di navbeyna kurdên alîgirên Yekîtiya Sovyetan û kurdên Maoyî dijmintîke xurt hebû. Ferîd Uzun kûştin ku di navbeya Tevgera DDKDê û Dengê Kawa de şer derkeve.

PKK, ji bona ku kurdan tune bike, li hemberî karbidestên gelê Kurd şer kir. Di navbeyna eşîretan de şert gûr kir. Nekokîya civakî xûrt kir. PKKê bi kûştina Ferîd xwest ku di navbeya Bucakîyan û Birodîrêjan û hemû eşîretan de şer derkeve.

Dema ku di vê plana xwe de bi serneket, raste rast Celal Bûcak kir armanc û xwest ku wî bikuje. Lê nikarî. Lê ew sûîqasta bû sedem ku di sala 1979an de li Sîweregê di navbeyna rêxistinên Kurdistanê û Bucakîyan de şer derkeve. Nêzikî hezar kurdperwer û kurd hat kûştin.

 

PKK-Ê DIVÊ BÊ DADGEHKİRİN Û CIZA KIRIN Û TASFÎYE KIRIN

PKKê, piştî Ferîd Uzun kûşt û şêhîd kir. Bi destê PKKê, bi deh hezaran kurdperwer û karbidest û pêşmergeyên Kurdistanê hatin kûştin.

PKKê, qonaxa em têde dijîn, li hemû beşên Kurdistanê û li dunyayê ji bona neteweya kurd û Kurdisan û kurdperweran xeterîyeke mezin e. Wek aparateke dewletên kolonyalîst li hemberî kurdan tevdigerin.

Ji bona ku aparata dewletên dagirker e, ji dewletan xetertir û xirabtir karan li Kurdistanê pêk tîne. Bi taybetî jî hêlîna hemû kurdên dinyayê  Dewleta Federe ya Kurdistanê, dixwaze xirab bike û ji holê rake.

Divê hemû kurd li ser xeterita PKKê raweste. Ji bona ku xeterîya PKKê û PKKê tasfiye bike dest û mil bidin hev.

Diyarbekîr, 26. 11. 2021   

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir