Xwepêşandanên xwendevanan û bêdengîya kurdistanîyan!

Tevgera Demokratik a Kurdistan – TEVGER

Kürdistan Demokratik Hareketi – TEVGER

Kurdistan Demokratische Bewegung – TEVGER

Democratic Movement of Kurdistan – TEVGER

Berîya du rojan li Başûrê Kurdistanê, li bajarê Silêmanîyê xwendevanên unîversîteyê ji bo mafên xwe yên rewa derketin kolanan. Wek her beşekî xelkê Kurdistanê, mafê xwendevanan jî heye ku bi metodên rewa û meşrû mafên xwe biparêzin.

Di xwepêşandanan de, bikarînana şîdetê û metodên nerewa, tekoşîna ji bo bidestxistina mafên rewa jî nemeşrû dike. Li Silêmanîyê, di xwepêşandanên xwendevanan de, grupek destgirtên dagîrkeran ku ji alîyê xelkên Kurdistanê ve têne nasîn, li himberî alaya Kurdistanê bêrûmetî kirin û alaya Kurdistanê binpê kirin.

Li himberî vê helwesta grûpa tarî û tundrew, bi awakî giştî bêdengîya Başûrê Kurdistanê û bi taybetî  bêdengîya xelkên Silêmanîyê gelekî balkêş e û cihê gûmanan û xemgînîyê ye. Bêdengîya hemwelatîyên Başûrê Kurdistanê li hemberî bêrêtîyek weha me gelekî ditirsîne. Em vê helwestê weke xeterek neteweyî dibînin.  Eger neteweyek nikaribe nirxên xwe yên millî  û sembola xwe ya neteweyî, ango alaya xwe biparêze, nikare bibêje ku pêşeroja wî ne di bin metirsî û xeterîyê de ye.

Li Başûrê Kurdistanê, li himberî bûyerên nerewa û nemeşrû, bêdengî êdî bûye helwest û adetek ji rêzê.

Rewşenbîrên kurdan, dezgehên sivîl û partîyên sîyasî yên Kurdistanê pêwîst e ku li himberî bûyerên weha bi hişmendiyek neteweyî û berpirsiyarî tevbigerin û nirxên xwe yên neteweyî biparêzin.

Divê Parlemena Kurdistanê û hukûmeta Kurdistanê ji bo parastina sembol û nirxên netewî helwestên pêwîst bigrin û bi awakî lezgîn tedbîrên yasayî û dadwerî bistînin.

Em weke Tevgera Demokratîk ya Kurdistanê (TDK- Tevger), bi qasî helwesta vê grûpa tarî; bêdengîya xelkên Başûrê Kurdistanê,  desthilatdarîya herêma Kurdistanê û dezgehên sivîl û demokratîk yên kurdan, weke metirsîyek ciddî dibînin.

Lê divê em bi awakî zelal eşkere bikin ku parastina nirxên neteweyî bi qasî erk û wezîfeyên hemwelatîyên Başûrê Kurdistanê ye, herweha ev vatinîyên tevaya miletê Kurd û tevgera neteweyî ya Kurdistanê ye jî.

Em vê bûyera tundrew ya vê grupa tarî şermezar dikin û dibêjin bijî alaya Kurdistanê!

Tevgera Demokratîk ya Kurdistanê
(TDK- Tevger)

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *