Pizişkekî Kurd xelata Baştirîn Dahênerê Swêdê werdigire

Pizişkekî Kurd xelata Baştirîn Dahênerê Swêdê werdigire û dibêje, “Em bizavê dikin bi rêya dahênanên xwe gelek xizmeta Kurdistanê bikin”.

Azad Necar, ku pizişkekî Kurd e û li welatê Swêdê dijî, xelata Baştirîn Dahênerê Swêdê wergirt ji K24ê re ragehand, “Em bizavê dikin bi rêya dahênanên xwe gelek xizmeta Kurdistanê bikin û me ji bo wê meremê peymangehek bi navê Peymangeha Kurdistanê vekiriye”.

Navbirî amaje jî da, “Nexweş dikarin bi rêya dahênana me kontirolê dilê destçêkirî bi xwe re hilbigirin û bi bextewerî bijîn”.

Ev bîst sal in ku ev xelat li ser astê Swêdê tê dan. Necar got, “Ev ji bo piştevanîkirina dahêneran li Swêdê tiştekî gelek giring e”. Herwesa got, “Îro ji bo min rojeke gelek xweş e ji ber ku îro du tiştên gelek xweş hene. Tiştê gelek giring ew e ku îro roja bûna Mela Mistefayê Barzanî ye ku şanaziya me tev Kurdan e. Tiştê din jî ew e ku min ev xelat jî wergit”.

Ev ne cara yekê ye ku Azad Necar tê xelatkirin, û çend xelatên din jî wergirtine, îro jî xelata Baştirîn Dahênerê Swêdê wergirt. Navbirî xwediyê wî dilê destçêkirî ye yê ku li cîhanê gelek deng vedaye. Ne tenê gelê Kurd, Swêdî jî şanaziyê bi wî dikin.

K24

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *