Îro salvegera jidayikbûna Rêberê netewî Mele Mistefa Barzaniye

Beriya 121 salan li Barzanê ji dayik bûye.

Mele Mistefa Barzaniyê Nemir û cîhan wî weke Têkoşer û xebatkarekî mezin bo azadî û herwiha sembola netewî ya gelê Kurd dinase, di roja 14ê Adara 1919an de li Barzanê ji dayik bûye.

Mele Mistefa Barzanî tevahiya jiyana xwe bo bidest anîna mafên reva yên gelê Kurd û jiyaneke birûmet terxan kiribû û bi qasî 76 salan bêyî westan û veqetînê berdewam bûye li ser xebat û têkoşînê.

Ev jî bi kurtî beşeke ji jiyana Mele Mistefa Barzaniyê Nemir

*Mela Mustefa Barzanî kurê Şêx Mihemed Barzanî ye û li gundê Barzan di 14ê Adara sala 1903an jidayik bû.

*Di temenê 3 saliyê de ji aliyê Osmaniyan ve piştî şikestina Şoreşa Barzanê ya Şêx Ebdulselam birayê mezin ê Mela Mustefa Barzanî hat girtin û Mustefa Barzanî û diya xwe li Mûslê hatin zîndanîkirin.

*Heyama 6 salan ji aliyê çend mamosteyan ve li gundê Barzan mijûlî xwendinê bû û piştre Fiqhê Îslamê xwend û çar salan zanistên olî xwend û piştre jî li Silêmaniyê hewla temamkirina xwendinê da.

* Mela Mustefa Barzanî di sala 1919an de beşdarî di tevgera Şêx Mehmûd Hefîd li Silêmaniyê de kir û serperiştiya tîmeke çekdarî ya 300 çekdaran kir.

*Di sala 1920an de biryarê wî yê mezin Şêx Ehmed Barzanî wî Mela Mustefa Barzanî wek nûner dişîne Bakurê Kurdistanê ji bo serdana Şêx Seîdê Pîran bike û hevahengiyê bi şoreşê re dirust bike.

*Di navbera salên 1931 – 1932an serperiştiya hêzeke Barzaniyan dike ji bo berevanîkirina li mihwerê Mêrgesor – Şêrwan li hember hêzên Îngilîzî û di wî şerî de ji ber jîrekî û karzaniya xwe bi navûdeng dibe û dikare wî mihwerî biparêze.

* Di sala 1934an de bi Şêx Ehemd Barzanî û hin ji piyayên wî diçin Tirkiyê ji bo daxwaza mafê penabertiyê bikin û piştre vedigerin Iraqê û ji aliyê Îngilîziyan û desthilata Iraqê ya wê demê bo başûrê Iraqê tên dûrxistin û piştî 10 salan vedigere Silêmaniyê.

* Di 12ê Tîrmeha 1943an de bi hevkariya rêxistina Hîwa li Silêmaniyê karî derbasî Rojhilatê Kurdistanê bibe.

* Di heman salê de ji Îranê vedigere navçeya Barzan û hejmarek xort li dor xwe kom dike û du mehan 2 hezar çekdarên xwebexş amade dike û dikarin dest danin binkeyeke polîs li navçê.

* Di Payîza 1943an de hikûmeta Bexdayê şandekê dişîne Barzan ji bo şer bê rawestandin û Mustefa Barzanî mercê vegera tevahiya kesên sirgûnkirî û ŞêX Ehemd dike û hikûmeta Nûrî Seîd hemû mercên Mustefa Barzanî bicih tîne.

* Di sala 1943 – 1945an de Şoreşa Barzan li dijî hikûmeta Iraqê ku hikûmeta Brîtaniya piştevaniyê lê dike serî hildide careke din şoreş li navçeyeke fereh a Kurdistanê belav dibe.

* Di 22ê Çileya 1946an de beşdarî di merasîma ragihandina Komara Kurdistan li Mehabadê de kir û ji aliyê Serokomarê Kurdistanê Qazî Mihemed ve Barzanî dibe Fermandarê Artêşa Komara Kurdistan û pileya General pê tê bexşandin.

* 16ê Tebaxa 1946an Barzanî Partiya Demokrat a Kurdistanê damezirand û wek serokê partiyê hat hilbijartin û li tevahiya kongreyên partiyê de tevî di hinan de amade nebû jî wek serokê partî hat hilbijartin.

* Piştî şikestina Komara Kurdistanê, di sala 1947an de rêwîtiya dîrokî ber bi Sovyetê ve encam da û Barzanî amade nebû xwe radestî desthilatên Şahinşahê Îranê bike û ew ligel 500 çekdar ber bi Sovyet çûn û rûbirûyî artêşên Iraq, Îran û Tirkiyê bû.

* Roja 17ê Hezîrana 1947an Barzanî û hevalên xwe çemê Aras derbas kirinû gihîştin Sovyetê.

* Li Yekîtiya Sovyet ku Stalîn serokê wê bû, serederiya tund bi Barzanî û hevalên wî re hate kirin û piştî mirina Stalîn di sala 1953an de rewşa jiyana wan hinekî baş bû.

* Li Rûsya tevî derbaskirina temenê 45 saliyê, li Akademiya Zimanan li Moskoyê destpê kir û aborî, goegrafa, zanist û zimanê Rûsî xwend.

* Piştî şoreşa 14ê Tîrmeha 1958an, Barzanî û hevalên xwe vedigerin Iraqê û ji Besra û ta Hewlêrê camewer pêşwaziyê lê dikin.

* Serokomarê Iraqê Ebdilkerîm Qasim di 7ê Cotmeha 1958an pêşwazî li Barzanî û hevalên wî dike.

* Ji 11ê Îlona 1961 û ta 1975an Barzanî rêbertiya mezintirîn şoreşa çekdarî li dijî desthilatên Bexdayê kir û şoreşê 15 salan berdewam kir û tê de çendîn destkeftên netewî û niştimanî ji gelê Kurdistanê re bidest hat.

* Di 11ê Adara 1970î Barzanî û hikûmeta Iraqê li ser porjeya atonomî ji Kurdistanê re lihev dikin û bo cara yekem di dîroka Kurdistanê de şoreşeke Kurdî bi 9 salên xebatê dikare wê destkeftê ji Kurd re bidest bixe.

* Di 6ê Adara 1975an bi sedema rêkeftina Sedam Husên û Şahê Îranê Mihemed Reza li Cezaîrê, şoreşa Îlonê rastî şikandinê tê û ji ber wê Barzanî û bi hezaran Pêşmergeyên şoreşê riya koçberiyê hilbijart.

* Piştî şikestina 1975an careke din Barzanî çavdêrî û serperiştiya danîna kevirê bingehê yê şoreşê kir.

* Di 1ê Adara 1979an Mela Mustefa Barzanî li Amerîka ji ber nexweşiyê koça dawiyê kir û di 5ê Gulana 1979an li ser wesiyeta wî li bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bi xaka pîroz a Kurdistanê hat spartin.

* Piştî Raperîna Adara 1991an, termê Mela Mustefa Barzanî û Îdrîs Barzanî li aramiya xwe ji Rojhilatê Kurdistanê bo Herêma Kurdistanê cihê jidayikbûna xwe hat veguhastin û li navçeya Barzanî bi xakê hatin spartin.

* Di heyama jiyana xwe de du caran Mela Mustefa Barzanî rastî hewlên terorkirinê hat û mocîze hat rizgarkirin, yek di 29ê Îlona 1971an û ya duyem jî di 16ê Tîrmeha 1972an de bû, lê her du caran ji bo berjewendiya gelê Kurdistanê, parastina aştî û aramiyê Kurdistanê dirustnebûna şer, rêkeftina Adara 1970î ya bi Bexdayê re hilneweşand.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *