Encamnama civîna heyetên Iraqê û Tirkiye ya li Bexdayê hat ragihandin

Hevdîtinên navbera Iraqê û Tirkiyê ya ewlehiyê ya ku li Bexdayê hat kirin, encamnama wê hat ragihandin. Di encamnama hevpar de weha hat gotin:

“Tirkiye, biryara di derbarê ku konseya ewlehiyê ya netewî ya Iraqê gotiye ku PKK rêxistinekî qedexeye, bi rizamendî pêşwazî dike.”

Wezareta karên derve ya Tirkiyê di mijara encamnamê de weha got:

“1. Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan, wezîrê karên derve yê Iraqê û hem cîgirê serokwezîrê Iraqê Fûad Huseyîn, bi wezîrê bergiriyê yê Tirkiyê, serokê MİTê, cîgirê wezîrê karên derve, wezîrê bergiriyê yê Iraqê, musteşarê ewlehiya Iraqê, serokê komisyona Haşdî Şabî, wekîlê serokê îstîbaratê û wezîrê karên hundir yê Herêma Kurdistanê di 14ê Aadara 2024an de li Bexdayê civiyan.

Teref li ser bingeha hevdîtina 19.12.2023an ya civîna li Ankara, weka dewama wê, şêwra mijaran kirine. Behsa amadekariyên seredana serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan ku wê piştî meha Remezanê seredana Iraqê bike, behsa amadekariyên wê kirine.

2. Teref wê li ser xebata zebta lihevkirinê xebatên xwe hûr bikin.

3. Her dû dewlet wê di têkiliyên xwe de çarçoveyekî deynin û li gor çarçovê bimeşin.

4. Di vê çaçrovê de têkoşîna bi terorê re, bazirganî, çandinî, enerjî, av, tenduristî û di seha gihandinê de komîteyên daîmî ava bikin.

5. Di hevdîtinê de her dû teref behsa yekîtiya ax û siyasetê û di desthilata Iraqê de bûne hemfikir. Her dû teref ragihandine ku PKK ji bo Iraqê û Tirkiyê tehdîde.

6. Her dî teref li ser komkujiya Xezzayê dan û sitendinan kirine û biryarê dane ku destekê bidin doza Fîlîstînê.

7. Her dû teref li ser hevdîtinên bi rêk û pêk û daîmî li hev kirine.”

Ev encamname ya ji terefê wezareta karênd erve ya Tirkiyê de hat ragihandin. Heya niha di mijarê de encamnameyekî ji terefê Iraqê de nehatiye ragihandin.

PK

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *