Gora Silêman Şah çima li Kobanî!?

Ev Silêman Şah kî ye, kî jê çêbûye, yekî werê hey e an tune ye em li alîyekî bihêlin. Dewlata Komara Tirk ya li ser kavilê Îparatorîya Osmanî avabû, bi hişmendîyek hezaran dek û dolab û rojekê ji nû de li heremê serwer bibe pêkên xwe avêt.

Bala xwe bidinê, çend dewlet li derdora wê hey e û bi taybet yên berê di bin nîrê Împaratorîya Osmanî de, Komara Tirk her yek  ji xwe re “Hespekî  Troya” di nav de bi cîh kirî ye! Ev bi zanîn an ji ber encamê mercan bûye, lê rewş vê rastîyê pêş me dike.

Bi rêya Azerîyan pêçîya wan di nava Ermenîstan û Îran; bi rêya Tirkên Yûnan û Bulgar pêçîya wan di nava van welatan; bi rêya Çeçenîstan û muslumanên Qafqas tilîya wan di nav Rûsya; bi rêya karkirên bi Plana Marşal şandin Ewropa, pêçîyên wan di hemî Ewropa de; bi rêya “Kurd” û Turkmen`ên Iraq û Sûrîye, pêçî û destê wan bi hevre di nava van welatan de ye. Kîjan dewlet ji vana, lê tevlîhevîyek çêbibe yan li dijî berjewendîyên wan tevbigere, Komara Tirk `Hespê` xwe yê `Troya` dixe tevgerê!

Ji roja Şerê Kendavê û dawîhatina li hukumeta Saddam ku li wê derê Kurd mafekî bi dest bixin, dewleta Tirk bi azwerîya dagîrkerîya Osmanî û hênceta “ji alî Kudan axa Iraq perçe dibe” û “Birayên me yên Turkmen di xetera qirkirinê de ne” çavê xwe bera ser dagîrîya Kerkûk û Mûsil û bi giştî Başûrê Kurdistan dan. Lê ji bo ku hêzên mezin di nava bûyerê de bûn û destûra vê yekê nedan wan li cîyê xwe rûniştin.

Niha jî hêncet, gora Şah Silêman e.

Dewleta Tirk, ji bo ku gelê Kurd û her çar perçê Kurdistanê têxe kontrolê pêwîstîya wan bi rêxistinek Kurd ku sewk û îdareya wê di destê wan de hebû.

Ev rêxistin ne tenê li Bakur, lê bi destê vê rêxistinê seksîyonên Rojhilar, Başûr û Başûrêrojavayê Kurdistanê jî divîya bihata avakirin. PJAK, PÇDK û PYD jî encama vî planî hatin avakirin.

Loma Serokê PKK A. Ocalan, bi armancên qaşo “serxwebûn û yekîtîya çar perçeyên Kurdistanê dixwaze(!)”  derxist pîyasê, pîştî ku bi taybet li Bakurê Kurdistan tevgera Kurd ya bi rastî dewletxwaz bi hevre qedandin, piştre jî bi planekî navnetewî ew anîn cem xwe.

Ev demek e ku Serokkomar û Serokwezîrê Tirk R. Tayîp Erdogan û Ahmet Davutoglu daxwîyanîyên ku doza mafê “Mîsak-î Mîllî” ji holê rakirina peymana “Sykes-Picot” dikin. Tişta balkêş vêya jî li ser navê axa Kurdan dikin. Serok Komarê Turkîye R. T. Erdogan dibê: “peymana `Sykes-Picot` Kurd kirine sê perçan. Serok Wezîrê wan A. Davutoglu jî dibê: “Hukmê `Sykes-Picot` tune ye; şivek hesin nikare sînorê me xwanê bike!”

Ocalan jî di daxwîyanîya Newrozê de banga “Di çarçova Mîsak-î Mîllî de hevkarîya mîllî” dike.

Helwesta hemû rêvebirên PKK yên legal û îlegal û yên seksîyonên wê ku li dij derketina serxwebûna neteweyî, dewletbûna Kurd û yekîtîya axa Kurdistan, li Başûrêrojava avakirina sê kantonan û helwesta astengbûna dewletbûna Başûrê Kurdistan û daxwîyanîya `Kerkûk, Şingal û Silêmanî ku bibe kanton`, helwesta PKK/PYD ya di warê veguhestina gora Silêman Şah jî dîyar dike!

Berî her tiştî dewleta mêtinkarîya Tirk, bi hinceta gora Silêman Şah pê li îradeya gel û hêzên Başûrêrojava`yê Kurdistan kirîye û wê dera fîîlen dagîr kirîye.

Tevlî ku PKK/PYD dibê; “ji me pirsîne, bi destûr û alîkarîya me vêya kirine”, lê Serokê Hukumeta Tirk, bi israr dibê; “me destûr û alîkarî ji tu kesî nexwestîye û nesitendîye.” Serokkomar û Serokwezîrê Tirk bi israr dibên: “PKK/PYD rêxistinên terorîst in û bi tu awayî em wan muhatap qebûl nakin! Em destûr nadin ku `Kuzey Irak`ek din çêbibe!”

PKK/PYD dibê ku “rayedarên dewleta Tirk berî operasyona gorê, sê care bi mere rûniştine û me jî sê roja bi şêwrên berfireh biryara xwe dayî ku hevkarîya wan bikin.”

Baş e, heger ne peyatî û xizmeta ji mêtinkarîya Tirk re be, çima we negot: “gora xwe bibin li nav sînorên xwe bi cîh bikin!?”

Gava em van rastî û ramanan teva bidin ber hev, daxwaza dewleta Tirk destdirêjî, dagîrkirin û desttêwerdana Kurdistana Başûrêrojava ye û helwesta astengbûna bi destxistina mafê gelê Kurd bi giştî ye.

Li Başûrêrojavayê Kurdistan, bi bicîkirîna gora Silêman Şah, armanca dewleta mêtinkar ya Tirk ew e ku serwerîya xwe ya li ser bakurê Kurdistan garantî bike û `garantîkîrîna yekîtîya sînorên dewleta Sûrîye bi xwe ye!`

PKK/PYD/PÇDK/PJAK jî di vî karê qirêj de hevkarê her çar dewletên mêtinkar e. Heger tilîya dewletek an partîyek Kurd ya din jî di vê helwestê de hebe, ew jî hevparê vî gunehî ye. 24-2-2015

Xidir ÛSO

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *