Peymana Lozanê Jibo Miletê Kurd Ne meşru ye

Peymana Lozanê Jibo Miletê Kurd Ne meşru ye Hevalên hêja, mêvanên giranbiha!

Bi silavên germ xêrhatina we dikim.
Piştî çend rojên din salvegera sedsalîya Peymana Lozanê ye. Wek tê zanîn ev peyman di bin navê “Ji bo rojhelata nêz Konferansa Lozanê” de di 24ê tirmeha 1923an de li bajarê

Lozanê yê Swîsreyê di nav nunerên hukumeta meclîsa

Ankarayê û Dewletên Îtilafê de hate îmzekirin.

Pir bi hêsanî dikarim bêjim ku di serdema sedsala 20an de li tevaya dinyayê peymanek weha bêdadwer, kolonyalîst û emperyalîst pêk nehatîye. Ev peyman ji bo Kurdan ne meşrû ye, lewra ev peyman derveyî îrade, vîn û hesta neteweya Kurd pêk hatîye. Berî her tiştî miletê Kurd di vê peymanê de bi tu awayî nehatîye temsîl kirin. Daxwazên miletê Kurd di rojeva vê peymanê de cî negirtine. Dewlet, milet, dezgeh û takekesên ku ji miletê Kurd daxwaza naskirina vê peymanê dikin, gelo li gor kîjan dadwerîyê, sîyasetê, exlaqê, îdeolojîyê, felsefeyê û bawerîyê vê daxwazê dikin? Lewra Peymana Lozanê giranbiha û rûmeta mirovahîyê binpê kirîye, heysîyeta miletê Kurd binpê kirîye û wek miletê Kurd tine be, biryar daye.
Miletê Kurd ji bo li rûmeta xwe xwedî derkeve, dijî encamên vê peymanê rawestîyaye û dê rawest e. Lewra bêyî ku miletê Kurd di konferansê de temsîl bibe, bêyî ku ji miletê Kurd pirs bêkirin, îradeya miletê Kurd, daxwaz û hêvîyên miletê Kurd li ber çavan bêne girtin, bi biryarek navdewletî çarenivîsa miletê Kurd hatîye tayin kirin. Peymana Lozanê bi dabeşkirina bimiletê Kurd û bi perçekirina welatê wî Kurdistanê va îradeya wî nas nekirîye û heysîyeta wî binpê kirîye.

Dost û hevalên hêja!
Peymana Lozanê, berdewam û encama çend bûyer, peymanên navneteweyî û Şerê Cîhanî yê Yekem e. Vê peymanê,
Peymana Sevrê fiîlî bidawî anîye. Di lîteratura tevgera Kurdistanî de, bêtir encamên Peymana Lozanê wek sedemên perçekirina Kurdistanê bilêv dibin. Bêgûman encamên Peymana Lozanê biryardêrin. Lê pêwîste em bi kurteşîroveyekê mijara Peymana Sevrê jî bînin zimên.

Hevalên hêja!
Bi bawerîya min perçekirina Kurdistanê bi Peymana Sevrê va dikeve rojeva hêzên navneteweyî. Di vê peymanê de jî, daxwazên miletê Kurd û biryara peymanê berevajî hevin. Lê
Peymana Sevrê çiqasî kêm be jî, li ser beşekî biçûk ya xaka Kurdistanê statuya desthilatdarîyeke Kurdistanî qebûl kirîye. Raste ku bêtirîn xaka Kurdistanê derveyî vê desthilatdarîyê dihêle. Pêwîste em vê rastîyê bibînin. Lê her weha Peymana Sevrê yekemîn peymanek navneteweyî ye ku Kurd bixwe jî ta radeyekê têde hatine temsîl kirin. Bêgûman temsîlîyeta miletê Kurd di pêvajoya peymanê de girîng e. Her weha yekemîn peymanek navneteweyî ye ku di serdema sedsala 20an de Kurd wek milet qebûl kirîye. Her çiqasî radestî Cemîyeta Miletan kiribe jî, mafê çarenûsyê ji miletê Kurd re rewa dîtîye.

Peymana Lozanê, Peymana Sevrê ji rojeva hêzên cîhanî derxistîye û bêwate kirîye. Ev biryar û helwesta hêzên cîhanî û Dewletên Îtîlafê yên ku Peymana Lozanê îmzekirine, çendek ji wan binê Peymana Sevrê jî îmze kiribûn. Mixabin wan dewletan bixwe biryara xwe binpê kirine û bi peymanek navdewletî ku bêyî îradeya beşdarên Peymana Sevrê wek nimûne Kurd û Ermenî, wê peymanê ji holê rakirine. Ev helwest û tevgera Dewletên Îtîlafê bêşik dijî prensîbên pêkanîna peymanên navneteweyî ne. Ji ber van sedeman jî em bi hêsanî dikarin bêjin ku Peymana Lozanê ji huqûqa gerdûnî û ji huqûqa mafê mirovan bêpar e û rasterast destdirêjîya mafên miletê Kurd yên netewî, demokratîk û însanî kirîye. Van dewletan prensîbên xwe yên di destûr û huquqa xwe de qebûl kirine jî binpê kirine û derveyî parastina rûmeta biryarên xwe tevgerîyane.

Tevî van sedem û encaman em dikarin bêjin ku Peymana Lozanê li ser bingeh û bêwatehiştina peymana Sevrê hatîye pênase kirin. Her çiqasî di maddeyên 62, 63 û 64an de, pirsgirêka Kurdistanê bi şertê «Eger Kurd bixwazin» li ser statuyek nizim formule kiribe jî, ku bêgûman kême lê bi wan maddeyan va daxwazên miletê Kurd di rojeva Peymanê de cî girtîye.
Beşdarên hêja! Pêwîste miletê Kurd dijî Peymana Lozanê çi bikira? Çawa tevbigerîya?
Tekoşîna miletê Kurd ya dijî encamên Peymana Lozanê, tekoşînek dadwer û rewa ye. Miletê Kurd biryara xwe daye û dê ti carî encamên vê peymanê nepejirîn e. Lewra Miletê Kurd di nava vî sedsalî de yek rojê jî ev peyman ne pejirandîye. Her çiqasî miletê Kurd û îradeya wî ya sîyasî dijî encamên Peymana Lozanê rasterast enîyek sîyasî ava nekiribin jî, bi daxwazên xwe yên sîyasî, bi serhildanên xwe yên neteweyî, bi avakirina partî û tevgerên xwe yên Kurdistanî û bi helwesta xwe ya neteweyî dijî biryar, kiryar û encamên vê peymanê rawestîya ye û bedêlên mezin daye. Bêgûman destkeftîyên Kurdan yên vî sedsalî mixabin bersîva bedêlên Miletê Kurd nade. Lewra li dinyayê tu miletan bi qasî Kurdan ji bo bidestxistina mafên xwe yên netewî di pêvajoyek weha dirêj û bêrawestan de bedêlên weha mezin û giran nedane.
Kurd bi pêkhateyên xwe va, di vê pêvajoyê de, di tekoşîn û şerê dijî encamên Peymana Lozanê de bi jenosîd û komkujîyan ve rû bi rû manin. Bi milyonan kurdan jîyana xwe ji dest danin. Bi milyonan Kurd bi darê zorê koçber bûnin. Bi milyonan kurd ji ziman û nasnameya xwe bêpar û bidûrketî, hejmarek zêde bûne bîyanîyên şiûra neteweya xwe. Sedemên bingehîn yên van bobelat û malwêranîya civata Kurdistanê bêgûman encamên Peymana Lozanê bixwe ne.

Peymana Lozanê midaxeleyek prosesa netewayetîya Kurdan bixwe ye. Sedsala 20an pêvajoya rûxandina împaratorîyên pirçandî, piretnîkî û pir olî ye. Her weha sedsala 20an aktiv ya avakirina netew-dewleta ye. Miletê kurd di vê sedsalê de, bi derengî be jî beşdarî pêwajoya miletbûnê bûye. Lê mixabin di vê pêvajoyê de jiber gelek şert û mercên dîrokî ku di jîyana wî de biryardêrin, nikaribûye pêwajoya miletbûnê bi avakirina dewleta xwe ya netewî va biencam bike. Her weha di vê pêvajoyê de Dewletên Îtîlafê nemaze Birîtanya û Fransayê, li rojhelata nawîn û li cîyên cihêwaz bi çend malbat û eşîran va gelek dewlet ava kirin. Bi avakirina dewletan, miletên nu afirandin. Yek ji wan dewletan jî dewleta Tirk û miletê Tirk e. Bi heman helwestê dewletên eşîrên Ereban ava kirin. Lê Kurdistan perçe kirin û miletê Kurd jî, ji mafê wî yê rewa bêpar hiştin û dabeş kirin.

Birêzan!D

i vê pêvajoyê de helwesta Birîtanya û Fransayê li Başûr û Rojavayê Kurdistanê balkêş e. Bi bawerîya min pir bi kêfî tevgerîyan e û Bakurê Kurdistanê jî raste rast radestî hêzên Tirkan kirine. Bêgûman ji bo mirov baş têbighêje, şîroveyên dirêj pêwîstin. Lê ez bi kurtî dibêjim. Di vê pêvajoyê de heger em neyênîya helwesta Bolşewîkan, ku di avakirina Dewleta Komara Tirk de biryardêre, bahs nekin dê kêmasî be. Lenîn û Partîya Bolşewîk ji bo parastina hudûdên xwe alîkarîya Mustefa Kemal û hêza Tirk kirîne. Bi vê helwestê li dijî mafê Kurdan rawestîyane û bûne alîkar,şirîk û sedema nîzama navneteweyî ya dijî miletê Kurd. Vê helwesta Bolşewîkan bêşik di qada navneteweyî de roleke sereke leyistîye û bûye sedemên bandora neyênî.

Başûrê Kurdistanê di bin mandatîya Birîtanyayê de radestî Ereban kirin. Erebên Iraqê bi Kurdan re mûqayese kirin ne raste lê dîsa jî em dikarin bêjin: Ew ji mefhum û şiûra netewî bidûrketî bûn. Ew ji hêzek û rêxistinek ya avakirin û îdarekirina dewletekê jî bêpar bûn. Ji xwe yek ji sedemên mandatîya Birîtanyayê jî ew sedemên navborî bixwe ne.

Berevajî Ereban, li Başûrê Kurdistanê di bin serokatîya Şêx Abdulselam Barzanî de, hewldan û daxwazên statuyek îdarî û sîyasî ku bi erdnegarîya Kurdistanê ve girêdayî di rojevê de bû. Dîsa Şêx Mahmûdê Berzencî li ser bingeha daxwazên neteweyî li dijî Brîtanya têkoşînek dijwar daye. Wek em hemû dizanin di dîrokê de cara yekem miletê Kurd bi balafirên şer ji alîyê hêzên îngîlîzan ve hatîye qetilkirin.

Her çiqasî Şêx Mahmûd bi helwesta îslamî nêzî Osmanîyan û nemaze Mustefa Kemal bûbe jî, dewleta Tirk li ser bingeha stratejîya ku Kurd bi Brîtanya re lihevnekin û nebin xwedî statuyekî sîyasî li dijî îngîlîzan alîkarîyek taxtîkî û sîyasetek xapandinê bi rêve birine. Komara Tirk bi wê sîyaseta xapînok rê li ber statuyek sîyasî girt û pêwendîyên îngîlîz û Kurdan asê kirin.

Birîtanyayê jî di helwesta avakirina dewleta Iraqê de ji bo maf û azadîya miletê Kurd bawerî nedaye û tu projeyek sîyasî pêşkêşî Kurdên Başûr nekirîye!

Gelî beşdaran!
Bi bawerîya min gelek balkêşe ku, di wê demê de Şêx Mahmûdê Berzencî xwe wek Mîrekê Kurd îlan dike û mafê Kurdan tîne zimên. Lê Birîtanya li serokekî din digere. Take kesekî ji malbata Siûdîyan digre û dike mîrekê Iraqê. Herweha Ji Kurdan jî daxwaz dike ku serokatîya wî qebûl bikin. Bêgûman ev helwestek neyênî bû û Şêx Mahmûdê Berzencî ber bi Mustefa Kemal ve dahf daye. Pêwîste Şêx Mahmûd çi bikira? Bê şert û merc helwesta Birîtanyayê qebûl bikira? Ev bixwe cîyê minaqeşê ye. Herçiqasî em Şêx Mahmûd rexne dikin jî, pêwîste em neyênîya helwesta Birîtanyayê jî bibînin. Lewra Birîtanya û Fransayê ji bo Sowyet û îdeolojîya wê berbelav nebe li ser hesabên Kurdan û Ermenîyan alîkarîya hêzên dagîrker kirin. Her dû dewletan jî wek Bolşewîkan û desthilatdarîya Sowyetê bi peymanên nehênî û eşkere beşê mezin yê Kurdistanê radestî Hêza Mustefa Kemal kirin.
Bi bawerîya min di wê serdemê de miletê Kurd ne organîzekirî bû. Helwest û şiûra netewî ne bi hêz bû. Yekgirtineke sîyasî pêk nehatibû û Kurd di daxwazên xwe de ne zelal bûn. Di vê pêvajoyê de miletê Kurd her çiqasî ne wek miletekî serdemî bi daxwazên xwe yên neteweyî ku teqabulî avakirina dewleteke serbixwe dike, xwe bi rêxistin nekiribe jî, li dijî neheqî û bêdadwerîya dewlet û hêzên dagîrker her demê serî hildaye.

Hevalên hêja!
Pêwîste ku bê gotin. Heger Birîtanya û Fransayê bixwestana dibe ku Kurdistana serbixwe bihata avakirin. Kesek nikare îddîa bike ku Erebên Iraq û Surîyeyê ji Kurdan pêşdetir bûn û wek milet tevgerîyan e. Birîtanya her çiqasî Ereban perçe kiribe jî, ji Ereban re dewlet avakiriye û wan kiriye milet. Prosesek nêzî pêvajoya Iraqê li Sûrîyê bi heman sîyasetê bi destê Fransayê cîbicî bû. Kurd li Rojavayê Kurdistanê wek hejmar kêm bin jî, di qada sîyaset û netewayetîyê de wê demê de pêşde bûn. Lê mixabin Fransayê Ereb û Tirk tercîh kirin. Bêdadwerî û neheqîya li miletê Kurd û pêkhateyên Kurdistanê hatîye ne tenê ya dewletên dagîrker e, her weha gunehkarîya mezin ya Dewletên Îtîlafê yên ku Peymana Lozanê îmze kirine û daxwazên Kurdan jî piştguh kirine.

Heval û beşdarên hêja!
Peymana Lozanê Miletê Kurd perçe û dabeş kirîye. Berîya vê peymanê, wek tê zanîn di 17ê gulana 1639an de, bi peymana Qesrî Şîrîn ya ku di navbeyna Osmanî û Safewîyan de hate îmzekirin, Kurdistan bû du perçe. Beşê mezin yê Kurdistanê di bin desthilatdarîya Osmanîyan de ma. Peymana Lozanê ku dubare Kurdistanê perçe kirîye wek teyîdkirina Peymana Qesrî Şîrîn bixwe ye jî. Miletê Kurd, xaka wî, welatê wî Kurdistan, eşîrên Kurdan, malbatên Kurdan vê carê bi Peymana Lozanê va bûne 4 perçe. Dabeşbûna Kurdistanê di pêşîya pêwendîyên miletê Kurd de bûye astengeka sereke. Encamên peymanê bûne egera perçekirina Kurdistanê, bi perçekirinê va pêwendîyên eşîrî, malbatî, merivantî ji holê rakirîye. Bi gotinekî din pêşî li prosesa miletbûyîna Kurdan hatîye girtin. Hudûdên derveyî îradeya miletê Kurd hatîye xêzkirin, ji alîyê miletê Kurd va nehatîye pejirandin. Li ser van hudûdên nemeşrû yên Kurdistan perçe kirine bi hezaran ewladên Kurd jîyana xwe ji dest dane. Lê encamên peymanê ne karîye bi tevayî pêwendîyên miletê Kurd ji holê rakin. Her çiqasî pêwendîyên miletê Kurd domandibe jî, dîsanê dabeşkirina Kurdistanê bûye sedemê ku miletê Kurd di vî sedsalî de ji alîyê sîyasî, çandî, aborî û zimanî ve dûrî hev bikeve. Encamên peymanê rasterast êrîşî mefhûmên şiûra miletbûyinê ye. Di nava beşên Kurdistanê de astengên cografî, sîyasî, çandî û hwd din dijî miletbûnê afirandîye.
Mejîyê Kurdan dagîr kirîye, pêwajoya miletbûna Kurdan û helwesta yekgirtina neteweyî jar kirîye. Encamên Peymana Lozanê li miletê Kurd neheqî, bêdadwerî û çewtîyek sîyasî û dîrokî ya navdewletî ye.

Ji bo ku Peymana Lozanê peymanek navneteweyî ye û li gor huqûq û prensîbên navneteweyî şîrove dibe, divê neheqîyên li miletê Kurd hatîne, bi heman huqug û prensîbên navneteweyî ji holê rabin. Di vê çerçeweyê de, di qada dîaspora Kurdistanî de, pêwîstî bi yekgirtinek bi hêz heye. Diaspora kurdistanî divê ji sîyaseta partîtî bidûrketîbe û bi dîplomasîyek ku Kurdistanê yek welat û kurdan jî yek milet dibîne tevbigere. Pêwîste dîaspora Kurdistanî bi koordînasyoneke sîyasî û lobîyek netewî di çerçeweya huquqa navneteweyî de helwestên serxwebûna Kurdistanê wek stratejîyek netewî/Kurdistanî di qada navneteweyî de zindî bihile.
Di pêvajoya tekoşîna neteweyî ya sedsalan û nemaze di pêvajoya serdema vî sedsalê dawîn de bidestxistin û derfeta sereke, bêşik encamên referandûma serxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê ye. Di serî de desthilatdarîya Başûrê Kurdistanê mesûlê zindîhiştina encamên referandûmê ye.

Peymana Lozanê di dîroka Kurd û Kurdîstanê de çiqasî peymanek nehênî ya tinekirina miletê Kurd be, berevajî wê, Referandûma Serxwebûna Başûrê Kurdîstanê jî dîyardeyek dîrokî, encamek rewa û hişmendîyek neteweyî ye.
Her weha mesûlîyeta tevgera Kurdistanî û rêxistina dîaspora Kurdistanî, ji mesûlîyeta desthilatdarîya Başûrê Kurdistanê ne kêmtir e. Ji bo ji holê rakirina encamên Peymana Lozanê zindîhiştin û tekoşîna ji bo cîbicîkirina encamên Referandûma Serxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê girîng in.

Pûçkirina encamên Peymana Lozanê îro him li Kurdîstanê û him jî di qada navnetewî de qebulkirin û cîbicî kirina encamên Referandûma Serxwebûna Başûrê Kurdîstanê ye. Referandûm di nimûneya “ KURD ÇI DIXWAZIN “ de berbanga îsbata cîbicî kirina hêvîyên Kurd û Kurdistanîyan bixwe ye. Ev helwest di derstpêka sedsala 21an de li ser xaka Kurdîstanê û bi îradeya beşekî miletê Kurd bi encam bûye û divê raya cîhanê rêzê ji îradeya miletê Kurd re bigre. Sedemên berdewamîya bindestîya miletê Kurd, sedemên êş û azarên bêhesab û bedêlên mezin û egera koçberî û komkujîya miletê Kurd, pêwîste bi palpiştîya tekoşîna miletê Kurd, ji alîyê dewletên ku peymanê îmze kirine ji holê bêne rakirin. Divê birînên miletê Kurd bêne kewandin.

Ew jî di stratejîya serxwebûna Kurdistanê de alîkarîya sîyasî ya ji bo bidestxistina mafên neteweyî û demokratîk in. Lewra dîroka vî sedsalî ya miletê Kurd li ser bingeha dabeşkirin û perçekirinê hatîye hunandin. Mixabin ev rewşa wêran hetanî serdema me, ji bilî destkeftîyên Başûrê Kurdistanê dagîrkirina welat û tinekirina miletê Kurd wek stratejîyên dewletên dagîrker domandîye.
Em dikarin bêjin ku ta radeyekê sedemên bingehîn yên nakokîyên sîyasî, şerê navxweyî, pirsgirêkên herêmî û perçeyî yên aborî, civakî û zimanî rasterast yên vê midaxeleya navdewletî ango encamên Peymana Lozanê bixwe ne. Lewra ew bi perçekirin û dabeşkirina welat û miletê kurd biencam buye.
Çi mixabin encamên Peymana Lozanê ji her sê beşên
Kurdistanê bêtir bandor li bakurê Kurdistanê kirîye. Lewra civata Bakurê Kurdistanê raste rast bûye hedefa stratejîk ya tunekirina miletê Kurd ya dewleta dagîrker. Sed sal e ku Bakurê Kurdistanê di prosesa miletbûyinê de, dewletê bi hemî hêz û dezgehên xwe, bi metodên tundrewî, bi qedexeyên li ser ziman û çanda netewî, bi komkujî û koçberîyên bi zor û zordarîyê ve rûbirû maye.

Hevalên hêja!

Mêvanên birûmet!

Em TDK-Tevger, minasebeta civîna salvegera sedsalîya Peymana Lozanê wek derfet dibînin ku bi taybetî li vir dixwazin balê bikşînin ser babetek pir girîng.

Birêzan!

Heger em naxwazin di jîyana miletê Kurd û welatê me Kurdistanê de, Lozanek nu dubare bibe û dîrok tekerur bibe, pêwîste em wek tevgera neteweyî, takekes û ronakbîrên Kurd, vê pêvajoya xeternak bibînin û pêdivîyên vê xeternakîyê bicî bînin. Em giş dizanin ku Bakurê Kurdistanê di pêvajoyek xeternak û dîrokî de derbas dibe. Dewleta dagîrker dixwaze li bakurê Kurdistanê civatek bi dewletê re entegre kirî û tenê esilkurd biafirîne. Em dikarin vê pêvajoya xeternak, wek Peymana Lozanê îro ji nuva li Bakurê Kurdistanê bicî dibe binav bikin. Dewleta Dagîrker ji hemî deman bêtir îro xwedî derfetên bicîkirina encamên Peymana Lozanê ye. Bi metodên cihêwaz, derfetên dewletîbûnê dijî tevgera Kurdistanî bikar tîne. Ew bi dest û navê Kurdan wek civatek asîmîle kirî, ji şiûrê netewî bidûrketî, ji xwebûna xwe bêpar, civata Kurdistanê entegreyî civata dagîrker ya dewleta Tirk dike.

Dewleta Tirk îro bi her awayî armanc û hedefên Peymana Lozanê bi rê û metodên cihêwaz û modern pêk tîne. Ji bo pêşîya milet û dewletbûnê bigre, ji bo nehêle ku Kurd wek miletekî serdemî tevbigere û sîyasetek neteweyî birêve bibe, encamên Peymana Lozanê bi metod û rê û rêbazên cihêreng di civata Kurd de cîcbicî dike. Ew dixwaze li navxwe di civata Kurd û Tirkan de, Peymana Lozanê bi kûranî bi encam bike.
Dewleta Tirk, di vî sedsalî de bi stratejîyên eşkere û nehênî, asîmîlekirin û tunekirina miletê Kurd kirîye armancek sereke.

Mixabin îro li Bakurê Kurdistanê stratejîya tirkîyeyîbûn û entegrekirina miletê Kurd wek encamên stratejîya dewleta dagîrker cî girtîye û bihêz dibe. Em vê pêvajoya malwêran, dubarekirna Peymana Lozanê dibînin.

Îro dewleta Dagîrker, bi derfeta ku beşê mezin yê Kurdistanê bindest û dagîr kirîye biser nayê, herweha bi xeyal û hêvîyên neo Osmanîtîyê dixwaze Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî dagîr bike û hudûdên Millî Mîsakî cîbicî bike. Neo Osmanîtî ya îro ya dewleta dagîrker di eslê xwe de Kemalîzm e ku senteza Tirk/îslamê ye. Ew bixwe înkar, asîmîle û tinekirinê kirîye hedefa sereke.

Birêzan!
Em wek miletê Kurd li bakurê Kurdistanê çi bikin? Em Tirkîyeyîbûnê “qebûl bikin û di bin ala “neteweya demokratîk” de, “neteweya Tirkîyê” ava bikin, yan jî em bi helwesteke Kurd û Kurdistanî tevbigerin?

Hevalên Hêja!
Pêwîste em ji vê tekoşîna bêdilî azad bibin. Alîyekî Kurdan li her çar beşên Kurdistanê lê bêtirîn li Bakurê Kurdistanê Tirkîyeyîbûnê kirîye armanca sereke. Lê ew bi vê helwestê tenê biser nayê, ew dixwaze û zorê dide tevgera neteweyî ku di bin ala wê de bicive. Bi vê minasebetê hevkarîya hêzên Kurdistanî ji hev dixe, bi alîyekî digre û dijî alîyekî şer dike. Her çiqasî metodên vê hêza biyanî, ji bo me ne helwestek nu be jî, mixabin tevger û partîyên bi navê Kurdan tevdigerin avê berra ser aşê vê helwestê didin. Bi helwestên ne di cîh de, meşrutîyetê didin sîyaseta Tirkîyebûnê.

Bakurê Kurdistanê îro pêdivî bi hişmendîyek netewî û
Kurdistanî heye. Pêşîlêgirtina berdewama stratejîya tunekirina miletê Kurd, divê demildest biencam bibe. Çawa di dema Peymana Sevrê û Peymana Lozanê de alîyekî miletê Kurd, bi cil û bergên kurdî, bi navê Îslamê û bi navê biratîyê dijî serxwebûna Kurdistanê li kêleka hêzên dagîrkeran cî girtibin, mixabin îro jî hinek rêxistinên bi navê Kurd bi rêxistinî, bi çekdarî, bi îdeolojî û bi xebata sîyasî li her çar beşan lê bêtir li Bakurê Kurdistanê dijî serxwebûnê, dijî mafê bingehîn ên miletê Kurd radiwestin û miletê Kurd bi dewleta dagîrker va entegre dikin.

Ji bo malwêranîya civata Bakurê Kurdistanê bidawî bibe û pêşî li helwestên tirkîyeyîbûn û entegrebûnê bêne girtin, pêwîstî û pêdivî bi yekgirtineke sîyasî û hevkarîyek neteweyî heye.

Di vê pêvajoyê de mesûlîyeta tevgera neteweyî/kurdistanî sereke ye. Dijî stratejîya tunekirinê ku bi tirkîyeyîbûn û demokratîzekirina dewletê va binav dibe, pêdivî bi hişmendîyek neteweyî û stratejîyek ya Kurdistanî heye. Em wek milet tenê bi hişmendîya neteweyî dikarin li hember tirkîyeyîbûnê, li hember entegrasyonê û li hember sîyaseta dewleta tirk û encamên Paymana Lozanê rawestin û bibin astengê Lozana duwem.

Heval û mêvanên birûmet!
Bi wê munasebetê em wek TDK-Tevger, di hişmendîya erk û watinîyên xwe yên netewî de ji bo yekgirtina sîyasî û hevkarîya netewî bangî hêzên Kurdistanî dikin ku di demek nêzîk de erkên xwe bicî bînin.

Em wek TDK-Tevger hewl didin ku bi mesûlîyeta xwe ya netewî rabin û bibin xerca yekgirtin û hevkarîya Kurdistanî. Her çiqasî dê nexwazin îro dengên me bibihîsin jî, em bangî Yekîtîya Netewan, Yekîtîya Ewropayê, Yekîtîya Hêzên Hevpeyman, Konferansa Îslamê, Serokatîya Vatîkanê û hêz û dezgehên mafên mirovan dikin ku, ji bo ji holê rakirina encamên Peymana Lozanê ji tekoşîna miletê kurd re bibin alîkar. Her weha li dijî neheqî û bêdadwerîya encamên Peymana Lozanê bêdeng nemînin.

Mafê miletê Kurd ya rewa bidestxistina derfeta cîbicîkirina mafê çarenûsîyê ye ku bi serxwebûna Kurdistanê va binav dibe. Miletê Kurd û pêkhateyên Kurdistanê di vê tekoşînê de pêwîstî bi alîkarîya hêzên serdem yên navneteweyî û demokratîk heye.

Em wek milet û tevger heta welatekî serbixwe, miletekî azad û civateke demokratîk ava nekin, em dê biberdewamî encamên bê dadwer yên Peymana Lozanê qebûl nekin û dijî encamên dagîrkirina welatê xwe û dijî bicîkirina Lozaneke nu têbikoşin.

Miletê kurd heta îro tu carî Peymana Lozanê qebul nekirîye û îro jî qebul nake!

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *