Konferensa 100 Saliya Imzekirina Peymana Lozanê li Amedê

Hewlêr (Rûdaw) – Li Amed a Bakurê Kurdistanê Konferansa 100 Saliya Peymana Lozanê û Paşeroja Kurdistanê birêve çû.

Dîroknas û siyasetmedarên ku beşdarî konferansa ku partiyên Kurdistanî ji bo 100 saliya Peymana Lozanê li Amedê li dar xistibûn, encamên dîrokî û niha yên peymanê nirxandin. Pisporan bal kişandin ser peymana ku li ser înkara gelê Kurd hatiye îmzekirin û çawa bûye sedema pêvajoya asîmîlasyon û tinekirina fizîkî û her wiha behsa dersên ku ji sedsala borî divê bêne derxistin jî kirin.

Li Amedê di bin serokatiya Partiya Maf û Azadiyan (HAKPAR), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Demokrat a Kurdî (PDK) û Tevgera Demokrat a Kurdistanê (TDK-TEVGER) “Konferansa 100 Saliya Peymana Lozanê û Paşeroja Kurdistanê” hat lidarxistin.

Di rûniştina sibehê ya konferansê de civaknas û nivîskar Îsmaîl Beşîkçî, dîroknas Mehmet Bayrak û Ekrem Onen, Serokê Beşa Kurdolojiyê ya Enstîtuya Rojhilatnasiyê ya Akademiya Zanistên Rûsyayê Dr. Kirill Vertyayev û pisporê felsefeya siyasî Hasan Yıldız bi rêya zoom û Mamosteyê Zankoya Sofyayê Prof. Yaşar Abduselamoglu beşdar bû.

Di rûniştina bi moderatoriya Seîd Veroj de, lêkolîneran ewil rewşa gelê Kurd di serdema dawî ya Împaratoriya Osmanî û avakirina Komarê de, gotarên ku di Peymana Lozanê de derbarê Kurd û Kurdistanê de ne û pêvajoya piştî wê hatin nîqaşkirin.

Seîd Veroj ê ku rêveberiya konferansê dikir di destpêka konferansê de pêşkêşiyek pêşkeş kir û diyar kir di heyama agirbesta Mondrosê de ku dawiya Împaratoriya Osmanî anî heta Peymana Lozanê di navbera Hêzên Hevpeyman û Hêzên Hevkariyê de gelek peyman hatin îmzekirin ku yek ji wan jî Peymana Sevrê bû.

Veroj got, “Bi rastî, Peymana Sevrê ji bo Kurdan şanseke mezin bû lê hevdem bû bi serdemeke ku Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê ku yekane rêxistina Kurdî bû, ji hev belav dibû û şaxên wê dihatin girtin, lewma serokên sîyasî yên Kurdî û rêxistinên Kurdan di wê serdemê de nikaribûn ji bo cibicîkirina Sevrê însiyatîfên pêwîst û têr werbigirin. Her çend peymana Sevrê nehatibe cîbicîkirin jî, ew metneke peymaneke navneteweyî ye ku di derbarê Kurd û Kurdistanê de hin pêşniyaran pêşkêş dike, li gorî şert û mercan hatiye diyarkirin û belgeyeke girîng a navneteweyî û dîrokî ye ku behsa mafê Kurdan dike. Sevr her çend tenê li ser kaxezê mabe jî ji bo Kurdan bûye hêviyek û pêkanîna wê hêviyê îro jî didome.”

Veroj da zanîn ku Lozan peymaneke navneteweyî ye ku Tirkiyê weke netewe-dewlet di nava sîstemê de entegre dike û got, “M. Kemal bi peymana Lozanê, bi sûdwergirtina ji erêkirina dewletên Hevpeymaniyê yên emperyalîst û şert û mercên nû yên ku bi Şoreşa Bolşevîk afirandibû, serwerîya xwe li ser Bakurê Kurdistanê misoger kir.”

Seîd Veroj her wiha anî ziman, “Bi Peymana Lozanê re, neteweya Kurd ku li herêmê xwedî nifûseke mezin e, tevî welatê xwe hatiye parçekirin û ji mafên xwe yên siyasî, çandî û neteweyî bêpar hatiye hîştin û nêzîkî sed sal in di bin koçberî û qetlîamên bi darê zorê de maye.”

Civaknas Îsmaîl Beşîkçî jî gotarek pêşkêş kir û diyar kir ku wê demê Brîtanyayê û Fransayê her li ser serxwebûna Kurdistanê nefikirî ne û heta nexwestine weke welatekî dagirkirî jî bimîne û hatiye parçekirin û her parçeyek jî ketiye bin serweriya welatekî.

Beşîkçî dibêje, wê demê Mistefa Kemal sozên ku dabûn Kurdan ji bîr kirine û dest bi înkarkirin û redkirina Kurdan kiriye û gotiye tiştek bi navê Kurdan û zimanê Kurdî jî tine ye.

Îsmaîl Beşîkçî got, “Dema ku em li helwesta wê demê ya Brîtanya û Fransayê dinêrin, dibînin ku bihêlin Kurdistana serbixwe, nexwestine Kurdistaneke mêtingeh jî hebe. Kurdistan hatiye parçekirin, dabeşkirin û parvekirin û her parçeyeke wê xistine bin serweriya hinek dewletan. Bi peymana Lozanê re jî ev plan, di qada navdewletî de jî hat bicîhkirin. Ji sala 1916ê ve dest bi rêkeftinên veşartî kirine û di dema peymana Lozanê jî de jî hatiye bicîhkirin. Piştî peymana Lozanê, ango piştî ku dewletê zanî êdî bihêz e, Mistefa Kemal sozên ku dabûn Kurdan bi temamî jibîr dike û dest bi înkarkirin û redkirina Kurdan dike û dibêje, neteweke bi navê Kurd tine ye, zimaneke bi navê zimanê Kurdî tine ye û Kurd ji Asyaya Navîn hatine û Kurd jî xelkê çiyayî yê Asyaya Navîn in.”

https://www.rudaw.net/kurmanci/news?tag=Konferansa%20100%20Saliya%20Peymana%20Lozan%C3%AA%20%C3%BB%20Pa%C5%9Feroja%20Kurdistan%C3%AA

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *