Li Danîmarka agirê Newrozê!

Do 20.03.2024 bi birêxistinîkirina Federasyona Komelên Kurdî li Danîmarka yê bi beşdarîya girseyekî mezin. Di saeta ku li Kurdistanê agirê Newrozê hat vêxistinê de. Li Kopenhag jî, Federasyon agirê Newrozê vêxist.

 

Beşdarên şahîya Newrozê bi cilê xwe yên rengareng yên kurdî li dora agirê Newrozê bi muzîka Kurdî şahî û govend gêrandin. Piştê demekî dirêj girse ya bi qasê 300 kesî derbazê salona Nawrozê bûn, xwarin vexwarina xwe xwarin.

 

Piştê xwarinê serokê Federasyonê Adnan Axacan bixêrhatina beşdaran kir û peyama Federasyonê ya derbarê Newrozê de xwend.

 

Dîsa; Villy Søvndal aq ku di sala 2005an de serokê Partiya Sosyalîsta Gel-SFê, di heman demê de wezîrê derve ya Danmarka û aniha jî berendamê parlamentoya Ewropa di hilbijartinên îsal (10.06.2024)de. jî bi axaftinekî kurt hem Newrozê pîroz kir û hem jî behsa namzetê berendametîya xwe ya parlamentoya Ewropa kir.

Taner Genc, ji kurdên anadolûyê, ji Partiya Sosyalîst a Gel-SFê, endamê meclisa şaredariya navçeya Ballerup û namzetê berendamê Parlamentoya Ewropa ji SFê jî bi peyamekî kurt Newrozê pîroz kir. Û kurte axaftinekî di derbarê namzetbûna xwe pêşkêş kir.

Piştê Axaftinan beşdar dest bi govendê kirin û heta dawîya şevê, şahîya xwe ya Newrozê domandin.

 

Eva jî teksta peyama Federasyonê ku ji alîyê serok wî Adnan Axacan ve hate xwendinê ye;

 

Dema we xweş mêhvanên hêja û Kurdistanîyên delal.

Cejna neteweyiya gelê kurd Newroz 2024 an jî 2724 ku herwiha serê sala nû ya Kurdî ye, germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî we, gelên Kurdistanî, mêvanên me yên birêz dikim.

Hêvîdarim hemû sal û hemû demên we Newroz be û Newroza we bi xweşî û şadî û bextewerî bê.

Newroz ji bo gelê Kurd wate û peyama xwe ya taybetî heye. Bi dirêjahiya dîrokê ve Newroz xala werçerxanê li jiyana gelê Kurd da dirust kiriye. Newroz ji dervayê hatina biharê, zîndîbûna sirûşt û xwezayê, Newroz ji bo me hilgirê peyama jiyanê, hêviyan, azadîxwazî û rûbirûbûna zilm û zordariyê ye.

Zêdetirê serkeftin, xweşî û nexweşiyên gelê Kurd di Newrozê da rû dayne, dîroka me nexşandiye û nîşana zêdetirê 2700 sale ku Kurdan zulm qebûl nekiriye û niha jî ne gengaze ku qebûl bike.

Rêzdaran

Şert û mercên siyasî li çaraliyê cîhanê û bi taybetî li Rojhilata Navîn gelek bi lez û bez diguherin.

Em wek mirovên asayî vêra nagehîn bişopînin. Helbet ev guhertinane li ser gelên herêmê û bi taybetî jî, li ser me kurdan bandorên erênî û neyînî dikin.

Lê çi dibe bila bibe cejna Newrozê herdem bîranîna rûxana neyarên gelê me û mîzgîniya destpêka jiyanekî geş û pir hêviyê bi me dibexşîne.

Bi vê helwestê em careke din Newroza we pîroz dikin. Her rojên we Newroz be!

Bijî Newroz!

Bijî Kurdistan

Federayona Komelên Kurd li Danmark FKKD- 20.03.2024

Rûpela Nû/Danîmarka

21.03.2024

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *