Partiyên Rojhilatê Kurdistanê bersiva Serokê Amerîkayê Donald Trump da û ragihandin ku wan ti çek yan alîkariya leşkerî ji Amerîkayê wernegirtiye.
Partiyan destnîşan kir ku çekên di destê wan de “yên kevn in û ne yên niha ne.”
Donald Trump îro ragihandibû ku wan bi rêya Kurdan çek ji bo xwenîşanderên ÃŽranî ÅŸandine. Trump gotibû, “Ez bawer dikim Kurdan ew çek ji bo xwe birin.”
“Em ne agahdar in”
Endamê Mekteba Siyasî ya Komelaya ÅžoreÅŸger a Zehmetkêşên Kurdistana ÃŽranê Kako Elyar ji Rûdawê re got, “Wekî partî, ti çek ji bo me nehatiye û me wernegirtiye.
Em qet ji mijarê ne agahdar in. Berê behsa vê nehatiye kirin û kesî li ser vê bi me re xeber nedaye.”
Berpirsê Peywendiyan ê Partiya Demokrat a Kurdistana ÃŽranê (PDK-ÃŽ) Mihemednezîf Qadirî jî ji Rûdawê re wiha axivî, “Siyaseta me ne ew e ku em xwenîşandanan bi rêkarên tund û tîj bikin.
Em daxwazên xwe bi şêweyeke sivîl û aştiyane dikin. Ew gotinên Trump bêbingeh in.
Çekên me yên berî 47 salan in ku di ÅŸerê li dijî Komara ÃŽslamî de ketine destê me, hinek jê jî me ji bazarê kirîne.”
“Yek fîşek jî nehatiye”
Berpirsê Peywendiyan ê Komelaya Zehmetkêşên Kurdistanê Emced Husên Penahî diyar kir ku çekên wan yên berî 30-40 salan in.
Penahî di berdewamiyê jî de got, “Em piÅŸtrast dikin ku me ji ti welatî yek fîşek yan çekek wernegirtiye. TiÅŸtê di destê me de ye, yê me bixwe ne.”
Her wiha endamê Fermandariya Giştî ya Supaya Milî ya Kurdistanê (PAK) Hamno Neqşebendî daxuyand ku peyama Trump ji bo wan ne zelal e.
NeqÅŸebendî di berdewamiyê de got, “Wekî supayê me, me bi ti awayî ji Amerîka yan welatekî din çek wernegirtine. Çekên me yên dema ÅŸerê partîzanî û ÅŸerê DAIŞê ne.”
Vê bersiva partiyan piştî daxuyaniya Trump a ji bo kanala Fox Newsê hat ku tê de îdia kiribû Washingtonê bi rêya Kurdan çek ji bo xwenîşanderan şandine.


