Li Hollanda Pîrozbahîya NEWROZê!

Wek her salê, îsal jî li bajarê Arnhem yê Hollanda ji alî Kurdên her çar perçê Kurdistanê ku li wir dijîn cejna Newrozê bi girseyî hat pîrozkirin!

Cejna Newrozê, ji alî hinek komelên hevkar yên Kurdên her çar perçê Kurdistanê li vî bajarî û navçeyên wê, her sal di êvara Newroz û di yek demê de tê pîrozkirin.

Newroz, bi bilindkirina ala rengîn û dadana agirê newrozê û deqeyek temene ji bo şehîdên Kurd û Kurdistanê destpêdike, bi axaftin, şahî, muzîk û dîlan diqede!

Newroz, îsal dîsa li gor wate û girîngîya xwe li vî bajarî hat pîrozkirin.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *