Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyaniya xwe ya herî nû ya derbarê ÅŸerê ÃŽranê de ragihand, Amerîkayê bi rêya Kurdan ji bo xwenîşanderan çek ÅŸandine lê ew “difitike ku Kurdan ew çek ji bo xwe birine.”
Serokê Amerîkayê Donald Trump di hevpeyvîneke kanala Fox Newsê de got: “Me gelek çek ji bo wan (xwenîşanderên ÃŽranê) ÅŸandin. Me çek bi rêya Kurdan ÅŸandin.”
Trump her wiha li ser mijarê got, “Ez bawer dikim Kurdan ew çek ji bo xwe birin.”
Gefên tund ên li ser Îranê
Serokê Amerîkayê hişyariyeke tund da birêvebirên Îranê û ragihand, eger Tehran bi lez peymanekê îmze neke, ew dê vebijêrkên leşkerî yên gelekî tund bi kar bîne.
Trump got, “Eger ÃŽran bi lez peymanê, ez difikirim ku ez her tiÅŸtî biteqînim û dest deynim ser petrolê jî.”
Serokê Amerîkayê tekez kir ku armancên wan ên paşerojê rûxandina piran û stasyonên hildiberîna karebayê yên li seranserê wî welatî ne, da ku Îran bi temamî felc bike.
Ev daxuyaniyên Trump piştî wê yekê hatin ku wî amaje bi tepeserkirina tund a xwenîşandanan a ji aliyê Tehranê ve kir.
Li gorî gotina Trump, di xwenîşandanan de 45 hezar sivîlan li Îranê de hatine kuştin.
Dîplomasî û “efûya” ji bo dan û standinkaran
Tevî gefên tund jî Trump ji bo çareseriya dîplomatîk geşbîn e û got:
“Ez bawer dikim em dikarin heta sibe bigihin peymanekê.”
Serokê Amerîkayê eÅŸkere kir ku Washingtonê rayedarên ÃŽranî yên ku niha dan û standinan dikin “efû kiriye” da ku ew bêyî tirsa kuÅŸtin an hedefgirtinê dan û standinan bidomînin. (Rûdaw)


