Partîyên Kurdistanî Jibo Rewşa Sîyasî Ya Başurê Kurdistanê Daxuyanî Dan/Video

Partîyên Kurdistanî yên Bakurê Kurdistanê , Hareketa Azadî , KADEP , OSP , PAK , PAKURD , PDK-Bakur îro (15.10.2015) li Amedê li Avahîya Navenda Giştî ya PAKê li ser rewşa sîyasî ya Başurê Kurdistanê daxuyanîke hevbeş dan çapemenîyê.

Wek ku tê zanîn ji berîya niha li Başurê Kurdistanê rewşek awarte ya sîyasî qewimî. Li gelek deran êrîş li ser buroyên partîyên sîyasî û yên çapemenîyê hatin kirin. Di van bûyeran de hemwelatîyên başurê Kurdistanê jî jîyana xwe ji dest dan. Partîyên Bakurê Kurdistanê jî li ser van bûyeran helwesta xwe bi rêya daxuyanîke hevbeş ragihandin raya giştî.

Heke em li dîroka sed salên dawî ya gelê Kurd û welatê me Kurdistanê binêrin, dibînin ku destkevtiya herî mezin netewa Kurdistanê bi dest aniye, Dewleta Federe Ya Herêma Kurdistanê ye. Xelkê Kurd û pêkhatiyên Kurdistanê li başurê welatê me pêkve xwedî dewleteka federe ne. Rol û bandora Dewleta Federe Ya Herêma Kurdistanê ji gelekî dewlet û hêzên herêmê zêdetir e. Ev destkevtin û ev dem, di dîroka netewa me de dem û pêvejoyeke siyasî zêrînî ye.

Ev destkevtina zêrînî di saya hemî partî û rêxistinên başurê welatê me û bi fedekarî û têkoşîna gelê mede hat bi dest anîn. Bi her cure reng û dengên xwe ve, hemî partî û rêxistinên vî beşê welatê me para xwe di vê serkevtinê de heye.Herweha ev destkeftina , berhema ked, xebat û pişrgirîya hemû gelên me yên çar perçeyên Kurdistanê ye.

Netewa Kurd û pêkhatiyên Kurdistanê li hemû beşên welatê me; li bakur, rojhilat, rojava û her wisa diasporaya Kurdî bi hebûn û serkevtinên Dewleta Federe Ya Herêma Kurdistanê şanaz û serbilind in. Dewleta Federe ya Herêma Kurdistanê ji bo gelê Kurd bo dahatuyê bûye cihê baweriyê, hêvîyê, bûye stargehek bo me hemûyan.

Em şeş partî û rêxistinên bakurê Kurdistanê jî bi Dewleta li başurê Kurdistanê serbilind in. Serkevtinên Dewleta Federe me dilşad dike, krîz û alozî jî me diêşînin.

Îro li Başûrê welatê me , dijminên gelê Kurdistanê şerê gelê me dikin. Yek DAIŞa terorî ya hov e ku bi komkujî û xwîn rijandinê wazîfeya xwe tîne cîh. Şerê duyemîn jî ya şerê aborî ye. Ev şer jî ji alîyê Hikumeta Bexdayê tê meşandin. Şerê sêyemin jî bi rêyên siyasî, dîplomasî û têkdanên civakî ve têne meşandin.

Dijminên Kurdistanê dixwazin bi rêya van 3 hêzan ve Dewleta Federe ya başûrê Kurdistanê birîndar bikin, têkbibin, meşa wê ya serxwebûnê bişkînin, lawaz bikin.

Di demeka weha de bi ya me Pirsgirêka Serokatîya Herêma Kurdistanê , ne pirseke esasî ya gelê me ye. Diviyabû bi rêya goftûgo û mıtabaqateke hevbeş ev prisgirêka bihata çareser kirin. Rola rêzdar Mesûd Barzanî, Serokê Herême Kurdistanê, ber çav e di parastin û pêşxistina destkevtiyên li başurê welat de. Ev rol dê di berjewendîya gelê me de be. Pirsgirêka  ‘’sîstema serokatîyê’’  an ‘’sîstema parlamenterîyê’’ jî, divê bi mutabaqateka hevbeş an jî bi raya gelên Kurdistanê bê çareser kirin.

Ew dijminên Kurdistanê yên ku dixwazin rê li ber serxwebûna Başûrê Kurdistanê bigirin  îro, bi leyîstekên xwe yên qirêj, dixwazin li Başûrê Kurdistanê careke din rê ji şerê birakujiyê re vekin.

Em bangî hemû partîyên Başûrê Kurdistanê dikin. Hişyar bin. Dijminên gelên Kurdistanê dixwazin hêvîya hemû Kurdistanîyên cîhanê bişkînin, dixwazin Kurdistanê xera bikin. Bila kes neyê vê leyîstikê. Pirsgirêkên aborî, civakî, siyasî  yên Başûrê Kurdistanê , helbete ku divê bêne çareser kirin; ev daxwazeke însanî û meşrû ye. Lê nabe ku ev daxwaz û xwepêşandan bibin sebebê şikandin, birîndar kirin  û têkbirina Dewleta Federe ya Kurdistanê. Gelên Kurdistanê divê bizanibe ku, reaksîyona demokratîk û şewitandina avahîyên partîyan du tiştên li ziddî hev in. Şewitandina avahîyên partîyan, dezgehên sivîl û çapemenîyê , şewitandina azadîyê, şewitandina demokrasîyê ye.

Îro li Başûrê Kurdistanê Parlamentoyek, Hikûmetek û Serokatîyek  he ye. Hikûmeta Kurdistanê hikûmeteke ku hema hema ji temama partîyên li parlemantoyêne pêk hatîye. Berpirsiyarê  hemû xweşî û nexweşîyan hemû partîyên ku di Hikûmetê de nin. Nabe ku yek partî wek berpirsyar bê dîtin û êrîş lê bê kirin.

Divê  Komîteyeke Taybet ya bêalî , jibo lêkolîn kirina van  bûyerên vê dawîyê bêye damezrandin  û yên ku qanûn binpê kirine, bêne darezandin.

Divê hemû Kurdistanîyên cîhanê bi dengêkî  bilind, piştgirîya Dewleta xwe ya li Başûrê Kurdistanê bikin.

Divê em rê nedin planên dijminên Kurdistanê. Divê em kêfa dijminan li xwe neynin.

Divê hemû partîyên Başûrê Kurdistanê bi rêyên guftûgo, dîyalog û rêz girtinê hemû pirsgirêkên Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê  çareser bikin.

Divê Serokê Herêma Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî  wek her caran, bi helwesta xwe ya Kurdistanî, bangî hemû alîyan bike û jibo çareserîya pirsgirêkan rêyên maqûl  peyda bike.

Di vê demê ku li Rojhilata navîn û li Kurdistanê guhorînên berfereh pêk tên, pêwist e em giranî bidin faktorên siyasî û diplomatîk. Diyar e ku Rojhilata Navîn di guhartineka dîrokî re derbas dibe û mumkîn e herêm rûberuyê erdnigariyeke siyasîya nû were.

Di vê demê de NABE ku gelê Kurd û Kurdistan careka din wekî piştî şerê yekemîn û ê duyemîn ê cîhanê bixesire! Gelê me di vê di armanca dewletbûnê de bi serbikeve! Ev jî pêwistî bi yekrêziya navxweyî û bi serkirdeyatiyeka bihêz heye. (Dîyarbekîr, 15.10.2015)

AZADÎ,  KADEP,  ÖSP,  PAK, PAKURD, PDK-BAKUR

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *