Parlemantoya Iraqê biryara dûrxistina Necmedîn Kerîm pesend kir

Parlemantoya Iraqê biryara dûrxistina Necmedîn Kerîm pesend kir

ji K24 

Di civîna îro ya parlemantoya Iraqê de, bi piraniya dengan dûrxistina Necmedîn Kerîm ji posta Parêzgarê Kerkûkê pesend kir.

Nivîsgeha Serokê Parlemantoya Iraqê Selîm Cibûrî belav kiribû ku, daxwazek ji Nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî gihêştiye wan, ji bo dûrxistina Necmedîn Kerîm ji postê Parêzgarê Kerkûkê.

Nêzîkî 128 parlementerên Iraqê îmze ji bo dûrxistina Necmedîn Kerîm ji postê Parêzgarê Kerkûkê kom kirin. îro jî parlemantoya Iraqê bi piraniya dengan dûrxistina Necmedîn Kerîm ji posta Parêzgarê Kerkûkê pesend kir.

Di wê derbarê de, Serokê Lîsta Biratî ya Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Mihemd Kemal got, ew biryareke siyasî ye û na yasayî ye û bi ti carî pabendî wê biryarê nabin.

Parêzgeha Kerkûkê roja 29 Tebaxê bi fermî biryarê dabû, beşdariyê di referandûma serxwebûna Kurdistanê de dikin.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *