Îbrahîm GUÇLU
Li Iraqê hilbijartina meclîsa federal di 12ê Gulana 2018an de hat li darxistin.
Di nav ereban de serokwezîrê Iraqê û dijminê kurdan û dagirkerê Kerkukê wenda kir. Grûba Sadr bû yekemînêhilbijaretinê.
Li Kurdistanê PDKê di hilbijartinê de bû yekemîn û qezenç kir. YNKê di hilbijartinê de bû duyemîn. Goran û Komala ya Îslamî ya Kurdistanê wenda kir. Ew tê wê wateyê ku li Kurdistanê ew grûb û partiyên ku li dijîreferandûma serxwebûna Kurdistanê bûn û dewletbûna kurdistanê nedixwestin; dixwestin ku Kurdistan bibeçend herêmê serbixwe, wenda kirin.
Vê yekê li Kurdistanê rewşeke erênî derxist holê. PDKê û YNKê li Iraqa federal û ji bona hikumeta federal kir aktor û şerîkeke girîng.
Piştî hilbijartinê, li ser encamên hilbijartinê gengeşiyên girîng hatin rojevê. Hat îdia kirin ku di hilbijartina de hîle çêbûne.
Pêşiyê ew îdia ji bona Sileymaniyê û Kerkukê hat rojevê. Pişt re jî ji bona tevayî Iraqa federeal ew îdiaya hat rojevê.
Ji bona vê yekê Meclîsa kevn ya Iraqê biryareke ku ne di berpirsiyariya wan de bû wergirt. Lewra piştî kumebûsên nû hatin hilbijartin, meclîsa kevin fesih bibû.
Vê biryarê reaksîyonek mezin ava kir. Loma jî biryara meclîsê encamek neda.
Nûha Iraqa federal di pêvajoya avakirina hikûmeta federal de ye.
******
Ji bona ku hikûmeta federal ava bibe hewildaneke xûrt heye. Lê heta nûha hikûmeta ava nebûye.
Lewra tu partiyek û tîfaqek bi serê xwe nikare hikûmetê ava bike. Loma jî Grûba Sadr ku di hilbijartinê de bûyeyekemîn, hewil dide ku hikûmetê ava bike.
Ji bona vê jî divê tifaqekê li dar xwe. Loma jî bi Grûba Fatîh re di nav danûstandinê de ye. Tê gotin ku dugrûban ji bona hikûmeta federal li hev kirine. Lê ew di grûb jî têrê nake ku hikûmeta fedaral ava bibe.
Loma jî divê grûbeke din û an jî partiyên Kurdistanê jî di hikûmetê de cî bigrin, bibin şerîkê hikûmetê.
Rastiyek din jî heye ku PDKê û YNKê beşdarbûna hikûmetê pêwîst dibînin û ji bona vê xebat dikin.
Grûba Sadr jî, ji destpêkê de dibêje ku ji bona îstîkrara dewleta federal, ji bona jinûve avakirina federalîzmê, çareserkirina pirsgirêkên bingehî li Iraqê, bi taybetî jî pirsigirêkên di navbeya Kurdistanê û Baxdayê de hene, çareser bibin; daxwaz dikir ku partiyên Kurdistranê jî di hikûmeta federal de cî bigrin.
Hîç şik tune ye ku ji bona dewleta federal û hikûmeta federal ew nerîneke rast û realıst û di cî de ye.
Loma jî PDK û YNKê ji bona ku beşdarî hikûmeta federal bibin, xebat dikin. Ji bona vê jî lihevkirina PDKê û YNKê çê bibe; herdu partî jî ji bona vê xebateke pozîtîv meşandin û dimeşînin. Herdu partiyan ji bona ku dihikûmeta federal de bibin aktor û şerîk li hev kirine.
Ev lihevkirina hîç şik tune ye ku di berjewendiya Kurdistanê û neteweya kurd de ye.
PDKê ji bona ku ev rastiya didît, girîngî da bû ku partiyên Kurdistanê bi hev re di yek lîsteyekê de beşidarîhilbijartinê bibin. Hezar mixabin ev girîngiya ev pêşniyariya PDKê nehat fahm kirin.
Bi hejmareke pirr mezin jî nebe, Kurdistanê ji vê wenda kir.
Nûha ji bona ku ev kêmasî û şaşî ji holê rabe, xebata PDKê û YNKê gelek pîroz e.
Divê hemû kurd jî pişrtgiriya hewildana wan ya mişterek bikin.
Li derveyî hikûmeta federal mayîn dibe xeteriyeke mezin.
Dema ku partiyên Kurdistanê di hikûmetê de cî negrin, li ser biryarên hikûmetê nikarin giranî û bandor çê bikin.
Lê dema ku PDKê û YNKê dixxwaze û hewil dide ku di hikûmetê cî bigre, ew bê qeyid û şert nabe.
Divê ku bê qeyid û şert jî nebe.
Kurdperwer û siyasetmedarên Kurdistanê jî, ji partiyên Kurdistanê vê daxwazê dikin.
Lewra dema ku li ser asayîbûna kurdistanê û li ser federalîzmê û li demokrasiyê û li ser statuya Kerkûkê û bitaybetî jî li ser mafê ö.çarenivîsiya neteweyab kurd û Kurdistanê li hevkirinek çê nebe, di hikûmeta federal de cîgirtin û şerîk bûn, li berjewendaiya miletê kurd nabe.
Di heman dem de ew mijaran daxwazên PDKê bûn û di qempenyaya hilbijartinê de ew daxwazan gelek bi zelalîanî ser zimen.
Nûha nikarin dest ji van daxwazan berdin û beşdarî hikûmeta federal bibin.
Ew ji bona doza Kurdistanê û azadbûna û rizgarbûna Kerkûkê û dewleta serbixwe ya Kurdistanê dibe darbeyekemezin.
Ew jî dibe sedem ku PDKê di hilbijartina Giştî ya Kurdistanê de ku dê li îlona 2018an de bê li dar xistin, wendadike.
Wendakirina PDKê, wendakirina Kurdistaniyan û Kurdistanê û neteweya kurd dibe.
Ew xeteriya ji bona YNKê jî di rojevê de ye.
Divê ku PDKê û YNê van rastiyan û daxwazên Kurdistaniyan bidin berçev.
Ji bona van mijaran nerînên Waliyê Kerkukê Necmeddîn Kerîm pirr girîng in. Divê PDKê û YNKê ev nerînanbidin berçav.
Necmedîn di derbarê Kerkûk û hikûmetê dibêje ku: ”Kerkûk û navçeyên derveyî îdareya Herêma Kurdistanêhatine dagîrkirin. Rewşa wan ne asayî û ne libar e. Veger jî dibe bi awayekî be ku xizmeta wê were kirin û rê lizor û stemê were girtin.”
“Divê mercê yekem yê Kurd ji bo çûna Bexdayê ew be, rewşa navçeyên Kurdistanî asayî bibe. Heger ew mercnebe, Kurd beşdarî her hikûmetekê li Bexdayê bike, tê wateya mikuhatina li wê rewşê.”
E jî di wê baweriyê de me ku divê Partiyên Kurdistanê li Iraqê bibin hikûmet. Lê divê statuya Kerkukê û serxwebûna Kurdistanê û berjewendiyên Kurdistaniyan û neteweya kurd her dem li ber çav bigrin.
Amed, 23. 06. 2018