Dewleta Tirk û Mafîa!

Mafîa, teşkîlateke krîmînal e û li ser esasê berjewendîyên malbatî ava bû ye. Yanî, dewletek piçûk a navnetewî ye û berjewendîyên malbatên (di dema me de şîrketên) nav rêxistinê diparêze. Sîstema dewletek di nav dewletan de bicîh bûyî bikar tîne.

Ji bona aheng û dolivgerîya nav vê rexistinê jî, sîstemek têt bikar anîn. Ji Mafîa re hiqûqek navxweyî jî heye. Yên ku berjewendîyên vê ahengê dixe tehlûkê, têt seza kirin. Ev bi gotina wan, “qutkirina racon” e têt binav kirin.

Tirkîye, wek dewletek ku, berjewendîyên hêzên îktîdarê bi sistema Mafîa, ji bona berjewendîyên xwe, di nav ahengekê de dimeşîne, derdikeve ber me. Bi van karesatan pir dişibe rêxistina Mafîa û nêzî sîstema Mafîa ye.

Tirkîyê, di qada navnetewî de, di nav dewletên ereban de, ji pir hêlan de xwîn wenda kirîye. Ji bona ku vê xwînê bipaş de bigire û carek din têkilîyên navbera xwe û dewletên ereban sererast bike; “doza Felestîn” ji xwe re bikar tîne. Lê piştgirîya “doza Felestîn” û piştgirîya hêza terorê a Hamas ji hev cûda ne. Tirkîyê, mîna Îran vê kertê ji xwe re bikar tîne. Lê kerta Hamas, kertek mîna perçak hesinê ku herdû alîyên wî di nav agir de sorkirî ne. Tu çawa bigire wê destî şewitîne.

Xebatên dewletan û teşkîlatên Mafîa ji hev cûda ne.

Li Tirkîyê, aklê dewletê, berjewendîyên dewletê û berjewendîyên hêzên çekdar yên terorê û Mafîa tev li hev bûne. Sîstema dewletê daketîye astek mafîawarî. Li Tirkîyê, hiqûqê balansa peymana civakî binpê dibe.

Deweleta Tirkan, wek rêxistinek krîmînal û bi hêza çek di dest de jî terorê temsîl dike.

Ev teror, bi têkilîyên xwe, bi kiryarên xwe û bi tevdegerînên mafîawarî, dewleta tirkan derxistîye astek herî bilind ya krîmînel.

Hamas, hêzek terorê ye û astenga herî mezin a çareserkirina pirsa di navbera Felestîn û Îsraîl de ye. Hêzên xwe yên askerî di nav civaka medenî de bicîh kirîye. Ji vir êrîşî ser Îsraîl dike. Dema ku Îsraîl jî bersîva van êrîşan dide, dibe “êrîşkarê ser cîhên medenî”(!) Di navbera 10 rojan de Hamas, 6 hezar mûşek avêtine Îsraîl. Lê ji ber vê lîska ku “Îsraîl cîhên medenî dike hedef”(!), Îsraîl têt Sûçdar kirin!

Hamas, hin li Îran û hin li tirkîyê di astek fermî de ofîsên xwe vekirine.

Di astek fermî û bilind de, ev tevgera terorê li Tirkîyê û Îran têt pêşwazîkirin. Bi Mûşekê Îran û bi piştgirîya Tirkîye van êrîşan dimeşîne ser Îsraîl. Astenga herî mezin ya li henber çareserkirina pirsa di navbera Felestîn û Îsraîl de ye. Lê piştgirîya Tirkîye û Îran jî wek “piştgirîya doza Felestîn” têt nirxandin. Ev ne rast e. Herdû dewlet jî bi navê ola îslamê piştgirê hêza terora Hamas in û mîna hemû dewletên ereban, naxwazin ticarî di navbera Felestîn û Îsraîl de aşitîyek bingehîn ava bibe. Ji ber ku Felestîn lîstokek mezin a destê dewletên ereban û dewletên misilman e. Naxwazin vê lîstokê wenda bikin. Di vir de Hamas ji xwe re bikar tînin.

Ji bona fînanse kirina van kar û barên terorê çavkanîyê aborî lazim in. Bi rêya çavkanîyên sergirtî, ev çavkanî jî bi rêka xebatên Mafîa tên peyda kirin. Di virde kûraya dewletê, beşek ji qadroyên kujer yên MHP; ku li ser navê dewletê, ji bona peydakirina pereyên reş, ku ji bona kar û barên terorê û krîmînel çawa têt peydakirin, derdikeve ber me. Ji bona dewleta Tirkan Bakurê Kibris, Ezerbeycan, Çeçenîstan û axa Sûrîyê û Rojavayê Kurdistanê, dewletên balkanan, wek Bosna-Hersek, Moldovya û Makedonya binkeyên van karan e. Di vir de, yek ji qadroyên van karên bi qirêj û qirêjîya dewleta tirk Videoyên Sedad Peker û navên ku di nav van gotinan re derbas dibin pir girîn in. Ji ber ku ev yek bi yek dosyayên karesatên dewletê ne ku çawa vî fînansmanî peyda dike bi xwe ye.

Balansa navbera van hêzên (malbatên) dewletê -ku her yek bi serê xwe bi teşkîlata Mafîa ya navnetewî ve girêdayî- derb xwarîye. Aqlê dewletê û aqlê mafîa tevlihev bûye. Dema ku racon bêt qutkirin hatîye. Sedat Peker, di nava vê sîstemê de, bi dosyayê destê xwe hewlek bi vî rengî dide xwe.

Wek ku em dizanin; ev ekîb, di dosyayên Ergenekonê de jî derketin ber me. Di kujtina 17 hezar kurdan de jî ev ekîb derket ber me. Ji çepên tirkan, ji hizbullah, ji Jîtem, ji demokrat û rojnamevanan, ji bezirgan û heta tevgerên krîmînal û rêxistinên kurdan, heta melayên mizgeftan û serokên tarîqatan; ev ekîb bicîh bûye. Têt fînansekirin, têt bi çekkirin û ber bi hedefên xwe de dimeşe.

Lî Sûrîyê, li axa Rojavayê Kurdistanê, têkilîyên dewleta tirkan bi hêzên terorê re, kar û karesatên ku ev dewlet bi rêka van hêzên terorê, ku li ser axa Rojavayê Kurdistanê dimeşîne, xebatên terorê û mafîa ne. Kurdan dikujin, direvînin, dest datînin ser mal û milkên wan. Ev karesatên dewleta tirkan, li Lîbya, li Ezerbeycanê jî di vê astê de ne.

Dewleta Tirk, dewletek terorê, kujer, krîmînal, jenosîdkar û dagirkar e.

21.05.2021

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *