Riha: Di rojekê de 11 hezar û 454 kes çûn serdana Girê Mirazan

Rêveberiya Muzexane û Hebûnên Çandî ragihand ku di rojekê de 11 hezar û 454 kes çûne serdana Girê Mirazan.

Rêveberiya Muzexane û Hebûnên Çandî ya Wezareta Çand û Geştyariyê ya Tirkiyeyê ragihand ku di nav rojekê de 11 hezar û 454 kes çûne serdana Girê Mirazan a li parêzgeha Rihayê ye.

Rêveberiya Muzexane û Hebûnên Çandî li ser hesabê xwe yê tora civakî belav kir ku roja duyemîn a Cejna Remezanê 11 hezar û 454 kes çûne Girê Mirazan ku di rojekê de ev hejmar rekoreke nû ye.

Dîroka Girê Mirazan a li Rihayê vedigere nêzîkî berî 12 hezar salan û bala geştyaran dikişîne.

Rojane geştyarên navxwe û biyanî diçin serdana wê derê.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *