Nêçîrvan bi Brett McGurk û Frank Baker civiya

Nêçîrvan bi Brett McGurk û Frank Baker civiya

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di du civînên cuda de pêşwaziya Nûnerê Taybet ê Têkoşîna li dijî DAIŞê yê Amerîkayê Brett McGurk û Balyozê Birîtanyê yê Bexdayê Frank Baker kir.

Berpirsê Peywendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku di Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Brett McGurk bûyerên li herêmê û gitpirsiya 25ê îlonê ya serxwebûna Kurdistanê hatiye nirxandin.

Felah Mistefa hewiha diyar kir ku Nêçîrvan Barzanî li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Balyozê Birîtanyê yê Bexdayê Frank Baker û şandeya pê re kir.

Mistefa da zanîn di hevdîtina Barzanî û Frank Baker de jî heman mijar hatine gotûbêjkirin.

Nûnerê Taybet ê Têkoşîna li dijî DAIŞê yê Amerîkayê Brett McGurk duh li Bexdayê hevdîtinek bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re jî kiribû.

Brett McGurk ji Bexdayê çûbû bajarê Silêmaniyê û ligel rêveberiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re civiya bû.

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *